Ji bo guhdarîkirinê: Bavê Teyar wekî hunermendekî netewî yek ji wan kesayetiyên kêm e ku ne tenê li ser dikê lê di her warê jiyanê de bûye dengê gelê xwe. Bi ken, helwest, gotin û hunera xwe bûye...
Roman rê dide xwendevanê xwe ku cîhana ku xwe tê de daqurtandiye, bike yek. Lêbelê, hin roman hene ku vê di ezmûna entegrasyonê de kêm dihêle; yek ji wan romanên ku tê de karakter bi têra xwe nayên nasîn û bûyer...
Ji bo guhdarîkirinê: Êvarekê dema Narîna Evdo bi temenê ku hê bi bêgunehiya zarokatiyê di çavên xwe de dijiya û bi xew vekiribû re, fahm kiribû ku cîhana wê bi tevahî dê bê guhertin û ji ya...
Hogir Berbir di sala 1976'an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiyê dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye. Wî, li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û gelek kurteçîrok, helbest û gotar nivîsandiye.
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin,
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî