logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Kobanî li ber neynikan

  • Dîrok: 06/11/2014
Li ber neynika Ewropayê
Ev demeke ku çapemeniya cîhanê bi tevayî û ya Ewropayê bi taybetî rojane nûçeyan li ser Kobanî diweşîne. Di demeke kin de, bi bilindbûna asta berxwedana parazvanên bajêr ji hêzên YPG û YPJ re û bi piştgiriya êrîşên ezmanî yên hêzên hevbendiya navneteweyî bi birêveberiya Amerîkayê re, ev bajar bû navdartirîn bajarê kurdan li cîhanê û bû sembola berxwedana azadîxwazan ya li dijî terora hêzên reşayîparêz û dijminên jiyanê. Ev dîmenê ku li hember "raya giştî" ya cîhanê hate ragihandin, ne ji nişkê ve û bê bingeh hate holê. Li Ewropayê bi berfirehî behsa dîmenên recimkirin, kuştin û serjêkirina jinên ku di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de ne dihate kirin. Pê ve girêdayî ew wêneyê kevin "teqlîdî" yê jina ereb û ya misilman, ku di serê her ewropayiyekî de hebû dihate vejandin. Jina ku di bin destê mêr de ye, nikare bêyî serê xwe bigre û porê xwe veşêre, derkeve derve. Wisa jî li malê mîna koleya karê rojane yê çêkirina xwarinê, xwedîkirina zarokan û alaveke bihevşabûnê li ser textê razanê tê bikaranîn. Wêneyê giştî yê jina kurd jî ku di nav civakên ewropayî de gelekî belavbûyî ye ew jina ku ji bo "kuştinên ji bo namûsê" bûye qurban. Anku kurd miletekî wiha ne ku keçikên xwe, jinên xwe, ji bo "meseleyên namûsê" dikujin. Nimûneyên bi vî rengî jî li Swêdê, Almanyayê û Birîtanyayê bi dehan in. Di vê çarçovê de, ji bo rojnamegerên "rojavayî" balkêştirîn xal di berxwedana şervanên kurd ya li hember hêzên tudrew û çekdarên îslamî de beşdariya keç û jinên kurd di vî şerê çekdarî de ye. Bi vî awayî ji sedî nod ji raporên rojnamegerên ewropayî ku di televîzyonan û rojnameyan de dihatin weşandin li ser rola YPJ bû bêhtir ji rola YPG’ê. Bi dehan dekomentar, raport û reportaj bi zimanên cuda di çapemeniya Ewropayê de li ser van keçikên kurd yên ciwan û modern ku li hember bihêztirîn rêxistina terorîst di cîhanê de şer dikin, hatin weşandin. Vê yekê zemîneke pir baş ji bo germayiya piştgiriya berxwedana Kobanî li seranserê cîhanê anî holê. Bi dorpêçkirina Kobanî ya ji sê aliyan ve ku DAIŞ’ê pêk anîbû, wisa jî ji aliyê çaran ve dewleta tirk tangên xwe rêzkiribûn, ji bilî aliyê leşkerî yê mijarê, aliyên wê yên siyasî, insanî, civakî û exlaqî jî xwe dan pêş. Vê rewşê wêneyê jina kurd bi taybetî û yê miletê kurd bi giştî li Ewropayê ji binî ve serobinoyî hev kir. Ji niha û pê de, eger kurdên Ewropayê bi zanebûn li ser vê babetê bixebitin wê karibin hem ji bo doza xwe ya neteweyî û hem ji bo siberoja xwe ya siyasî û civakî dostên pir giring li seranserê cîhanê qezenc bikin.
Hin çavdêriyên min
Ev nêzîkî pazdeh salan e ku ez li mezintirîn welatê Ewropayê, li Almanyayê, dijîm. Di van salan de beşdarî bi dehan meş û çalakiyên kurdan bûme. Ev cara yekê ye dibînim, di meş û çalakiyên ji bo Kobaniyê de, ku ew qas piştgirî, dilgermî û beşdarî jî ji hêla miletên ewropayî ve ji bo kurdan, dibin. Li Almanyayê bi dehan komên alman ku piraniya wan bi ser çepgir û keskan ve bûn tevlî meşan dibûn û ji Kobaniyê re distiran. Li Brukselê dilxweşî û piştgiriya xelkên belçîkî yên di kolanên derûdora avahiya komîsyona Yekîtiya Ewropayê de dimeşiyan gelekî bala min kişand. Dihatin destê xwe ji me re bilind dikirin, hinek bi me re diqîriyan, yan jî nivîsên ku me belav dikirin bi baldarî dibirin, wêne dikişandin û diçûn. Diyar bû hem ji meselê agahdarin û hem jî ji dil dixwazin ku welatê wan ji bo Kobanî bêdeng nemîne û tiştekî bike.
Li paş neynikê
Wekî ku ked û xwêdan û xwîn û êşa keç û xortên kurd ji her çar aliyên Kurdistanê dikarîbûn wêneyê kurdan di çapemeniya cîhanê de biguherin, wisa jî dikarîbûn kes, alî, rêxistin, dezgeh, dost û dijminên herêmî û navxweyî jî bajon ber deriyê ezmûneke eşkere. Bi awayekî wisa hişt ku em, hem wekî kes û hem wekî milet, xwe û têkiliyên xwe bi der û dorên xwe re, di bin çavan re derbas bikin. Her çendî ku nîşanên serkeftina vî bajarî ji niha ve bi temamî xuya nakin, lê dîsa jî ev cara yekê ye ku ava kurdan û ava mezintirîn hêz û dewletên cîhanê yên bi bandor di yek cihokê re diherike. Ev jî derfeteke mezin e ku kurd di deriyê Kobaniyê re vegerin meydana dîrokê û mîna miletekî azad û xwedî rûmet derbasî qada jiyanê bibin. Ji bo kurd karibin vê derfetê bikarbînin pêdivî bi hilgirtina neynikan heye. Divê, berî her tiştî, kurdên ku bi dehên salan e li paş neynikê ne û newêrin li rûyê xwe binêrin û ji rahiştina neynikan ditirsin, xwe û siyasetên xwe û felsefe û mentelîteya xwe, biguherin. Roj hatiye ku kurd li ber neynikê bisekinin û vê pirsa bingehîn ji xwe bikin; gelo heta niha em çawa bûn û ji niha pê de divê em çawa bin? Di gera li bersiva vê pirsê de, hemû hûrgiliyên xweşikbûnê veşartîne. 
................................
Ev nivîs di kovara "Bûyer" -hejmar 6- de, ku li Qamişlo derdikeve, belav bû ye.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Nifşê bêjî (2): Romannivîsên navbeynkar an yên “pir” 1980 – 1990

  • 11 Avrêl 2010

Dîmenê parçebûn û belavbûna kurdan çawa ye, wisa jî romana kurdî xwe dispêre wî demenê belawela. Ka em li gor sala weşanê, bi mînakan...

‘Li ser riya Mehmed Uzun tenê ez heme’

  • 15 Rêbendan 2008

Di hevpeyvîneke xwe ya bi kovara “Deus ex Maçina” a Belcîkî re, nivîskarê kurd Firat Cewerî, xwe û nivîskarên kurd bi vî awayî...

Li Rojava kêra asîmîlasyonê gihîştiye hestî

  • 18 Pûşper 2023

Ez li vir ne behsa bakurê Kurdistanê dikim, ne jî Başûr, ne jî Rojhilat. Ezê tenê behsa rojavayê Kurdistanê bikim. Ji gelek kurdan weye ku rojavayê Kurdistanê...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gotina Hefteyê: 'Hûn tenê kesek jî bimînin meclisê neterikînin'

ad

Bi navê "Mezopotamya û Jiyan" pêşbaziya wêneyan

ad

Kesên ku wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya CPJyê bistînin diyar bûn

ad

Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

ad

Li Dêrsimê DTP bi ser ket

ad

Reqîbên Amed Sporê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname