logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Balikçilarbaşi, Minare û Elçî...

  • Dîrok: 28/11/2015
Li Amedê Balikçilarbaşi yek ji cihên herî zêde tê zanîn e. Ji dîrokê ve heta niha ji hedadan heta zêrkaran, ji esnafên din, li wê derê gelek kar hatiye kirin, hê jî tê kirin... Çarşiya Şewitî ya navdar li Balikçilarbaşî ye. Qereqola polîsan bi qasî 200 metre ji wir dûr e. Xana Hesen Paşa li wê derê ye. Mizgefta Mezin (Ulu Cami) li wir e. Hinek li jêr li Deriyê Mêrdinê "Kerwansaray" bi gotinek din "Xana Delûyan" heye ku têde 72 ode, 17 dikan û bi qasî ku 800 hêştir têde bi cih bibin axur hene ku ev der di sedsala 16'an de ji bo karwanan hatiye bikaranîn.
Dema ji Deriyê Rihayê mirov dikeve Kolana Mergîehmedê û kolanê temam dike ev Balikçilarbaşiya me mirovan pêşwazî dike, pêşî li kolanê digire û dawî li kolanê tîne. Yan mirov dê ber aliyê çepê ve yanê ber bi Deriyê Çiyê ve, yan jî bi aliyê rastê ber bi Deriyê Mêrdînê ve here. Ger ji her du aliyan ve jî mirov neçe, bixwaze raste rast ber bi pêş ve here kuçeyek teng pêşwazî li mirovan dike. Çawa ku mirov bikeve wê kuçeyê Minareya Çarling derdikeve pêşberî mirov. Piştî mirov minareyê derbas dike bi qasî 20 metreyek kuçe ber bi aliyê rastê ve, dûre çepê ve didome.
Minareya Çarling (tê îdîakirin ku Berî Mîladê hatiye çêkirin, dîsa xiristiyan îdîa dikin ku ev minare li ser naqos hebûye, em van jî bibîr dixin û bi ser îdaya nû re didomînin) di salên 1500'î de ji aliyê Siltanê Akkoyunan Qasim Beg ve hatiye çêkirin ku li ber Mizgefta Şêx Matar heye lê ji ber lingên minareyê ku li dinyayê mînakek wisa nîn e, êdî navê mizgeftê hatiye ji bîr kirin. Her kes dema qala tiştek dike dibêje "Li ber Minareya Çarling"... Tê gotin ev çar ling, her çar mezhebên Îslamê "Henîfî", "Şafî", "Malikî" û "Hembelî" temsîl dikin; (li gor vê îdîayê) bi wî fikrî hatiye çêkirin.
Ev minare di nav lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê de ye, yek ji sembolên herî girîng a Amedê ye.
Hêzên dewletê ev demek bû bi ser gelê nav Sûra Amedê, bi gotinek din bi ser kesên li jêrê wê minareyê ne de diçû. Û çend roj berê hat dîtin ku hinan gule bera lingên minareyê dane. Li gor gotinên gelê wir hêzên dewletê gule bera wan lingan daye. Û roja 28.11.2015'an Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û hin parêzer ji bo xwedî lê derketina vê mîrateya çandî, ji bo balê bikişînin ser pevçûnên didomin û ji bo daxwaza aştiyê, rawestandina şer çûn ber minareyê û daxuyanî dan çapemeniyê. Di dema xilas bûna vê daxuyaniyê de ji aliyê Balikçilarbaşî ve dengê çekan hat. Dema ku Elçî û rojnameger hemû berê wan bi aliyê Balikçilarbaşî ve bû du kes wir de hatin, polîsan gule reşandin wan bêyî ku lêdin (bi rastî xwestin lêdin yan na em nizanin) digel ku du metreyek ji wan dûr bûn û dûre hat dîtin ku kesek li erdê dirêjkiriye; Ew Elçî bi xwe bû.
Em niha dîsa vegerin ser Balikçilarbaşî... 
Ev Balikçilarbaşiya ku me qal kir her cihê cirîta polîsan bû. Ji sedsala 20'an ve (em dikarin hinek din bi dûr jî biçin) li wir her nefesê hêzên dewletê dihat hîskirin. Tu demê ji ser Balikçilarbaşî, ber Minareya Çarling hêzên dewletê kêm nebûne. Û li Amedê di her çalakiya biçûk de çawa ku bêhejmar polîs li derdorê amade dibûn, di rojek wisa de, di rojên ku her "qedexeya derketina derve" li kuçeya Minareya Çarling û jê jêrtir dihat îlankirin de kêmbûna polîsan mimkûn e gelo?
Li Balikçilarbaşiyek wisa çawa du polîs li ser Balikçilarbaşi têne kuştin, ew kesên polîs kuştine (ew kî ne em nizanin) tên ber polîsên din re direvin bêyî tiştek bi wan bê, û çawa kesek wekî Elçî navdar tê kuştin û polîsek din vê yekê nabîne?
Pirs pir in, dê bersiva pirsan bê dayîn yan na ez nizanim.
***
Çawa min bihîst ninazim çima raste rast Mehmet Sincar hat bîra min. Kuştina Sincar bi plan bû.
Musa Anter ku li Amedê hat kuştin, bûyeke bi plan bû.
Û kuştina Elçî jî bi plan e; wisa dixuye, xwe amade kiribûn...
*** 
Ez nizanim çi bibêjim. Dikarim bibêjim ez gelek û gelek xemgîn im. Gotinek din ji min nayê...

Hin Nivîsen Nivîskar

Danberheva Katalonyayê û Başûrê Me

  • 15 Rezber 2017

Li Başûr 25’ê vê mehê referandûm heye, li Katalonyayê jî serê meha 10’an. Me xwest li ser her du aliyan danberhevek çêbikin û di dawiyê de...

Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin?

  • 11 Sermawez 2006

Belê pirs ev e: Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin? Ji bo firotin û avakirina bazara pirtûkên kurdî di nava kîjan hewldanê de ne? Ji Avesta...

Ji min re gotibû 'Em wekhev in'

  • 20 Berfanbar 2019

Berî em bibêjin ev ji ku derket, em pêşî hin gotinan bibêjin:Kurd çima xwe wekhev nabînin û çima xwe û serdestên xwe wekhev nabînin? Çima...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Dizên Kevokan' û yên din

ad

Xwendekarekî bi çek êrîş kir: 2 jê bi giranî, 8 birîndar hene

ad

'Çalakiyên Newrozê hatin betalkirin'

ad

'Qandê Qeçekan Kitabê Destpêkî' veciya

ad

Silavdayîna wekî leşkeran hat qedexekirin

ad

Dest danîn ser Şaredariya Qoserê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname