logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'Hînker'ek nû derket

Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûkeke dersê bi navê 'Hînker' derket. Pirtûk navê xwe ji sala 1921'ê digire.

  • Dîrok: 03/01/2009
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûkeke dersê bi navê 'Hînker' derket.  Pirtûk navê xwe ji sala 1921'ê digire.

Pirtûka ku bi navê "Hînker" ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye amarekirin ji bo dersdayîna mamosteyan e. Pirtûk wekî "Asta yekemîn" derketiye û di pirtûkên Hînker ên duyem û sêyem de jî astên bilindtir cih bigirin. Di vê pirtûkê de 8 beş hatine bicihkirin: Nasîn, malbat, dem û sal, pêdivi, jiyan, hobî, cih û war, pêşketin.

Ji 1921'ê heta niha 'Hînker'

Li ser pirtûkê me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zimanzan û di heman demê de yek ji amadekarên pirtûkê Samî Tan re xeber da. Tan diyar dike ku 'Wateyeke navê pirtûkê yê dîrokî heye' û sedema hilbijartina naveke wisa van tîne ziman: "Yekemîn materyal li ser gramera kurdî di sala 1921'ê de ji aliyê Hêvî Talebe Cemiyetî ve hatiye derxistin. Navê wê 'hînker' bû me ev nav ji wir girt, loma wateyeke wê ya dîrokî heye. Gelek navên din hatin pêşniyarkirin, me ev biryar da."

Heta niha li Tirkiyeyê bi navên 'Kurdiya hêsa', 'Kurdiya nûjen' pirtûkên ji bo dersên hatibûn amade kirin. Tan li ser ferqa 'Hînker' û pirtûkên berî vê van tiştan bilêv dike: "Ji xebatên berê cihêtir ez bawerim cara yekemîn xebateke metadolojîk hate kirin. Ji tecrubeyên hînkirinê, ji tecrubeyên zimanên din sûde hate girtin. Di vî warî de li vê derê ji pirtûkên heta niha derketin pirtûka herî pêşketî ye."

Mamosteyan ji tecrubeyan sûde wergirtiye

Pirtûk ji aliyê çar kesan ve hatiye amade kirin. Ji wan Sadik Varli mamosteyê almanî, Ronahî Onen mamosteya îngilîzî, Mevlut Aykoç mamosteyê polê ye; wan tecrubeyên xwe yên pedegojîk jî girtine ber çavan û keda xwe xistine nav pirtûkê. Samî Tan jî  jîrbûna xwe ya gramerî, nivîsandina test û nivîsan ku zêdeyî deh salan e di vî karî de ye xistiye nav vê pirtûkê û di dawiyê de li gor gotina Tan, "Sentezeke baş derket holê."

Li ser naveroka pirtûkê jî Serokê Enstîtuyê Tan wisa dibêje; "Me mijarên xwe yên gramerê bi tekstan xurt kirine. Pêşî me testa wê daye, dûre mijarên gramerê daye. Kontestek wê heye, mijar li dora Azad û Dîlanê diçe û tê; hevalên wan, malbatên wan. Di vê çarçoveyê de kompozîsyoneke heye. Wêne jî li gor wê hatin kişandin. Wêne ji pirtûkên berê cihêtir ne ji vir de û wir de hatine berhevkirin, bi awayekî profesyonel, bi taybetî hatin kişandin. Pêşî pirtûk hate xwendin, li gor wê wêne hatin kişandin, mîzansen hate kirin. Tekstên vê pirtûkê jî hemû orjînal in. Me ji cihekê negirtin, me bi xwe nivîsandin."

Sê pirtûk, sê ast

Projeya pirtûkê di destpêkê de dê ji 5 pirtûkan pêk bihata, lê amadekarên pirtûkê meseleya dersdayîna xwe ya li qursan girtine ber çavan, di encamê de biryara amadekirina 3 pirtûkan, di sê astê cuda de dane. Ji van asta yekemîn niha derket. Her du pirtûkên din jî dê heta payîza 2009'a amade bin. Yek ji amadekarên pirtûkê Tan dibêje ku ew dikin CD'yan jî amade bikin, dema CD jî hebin yên ku hinekî bi kurdî dizanin bi serê xwe jî dê bikaribin jê sûde bigirin, yên qet bi kurdî nizanibin dê ji bo wan hinekî zehmet be. Li gor projeyê dîsa dê 5 pirtûkan derxin lê sisê ji 'Hîrker'an, yek ji bo zarokan, yek jî ya gramerê lê ne kîte bi kîte çareserkirina pirsgirêkên gramerê, zêdetir dê bike ku gramerê hîn bike. Li ser vê yekê dê aktîvîte hebin di pirtûkê de.
Li gor Samî Tan wan rewşa kurdan a li Tirkiyeyê jî girtiye ber çavan û pirtûk ji bo zimanê duyemîn amade kiriye, lê pêre jî wan xwestiye ji bo zimanê yekemîn jî bikêr were. Ji bo vê yekê jî wan xwestiye sentezekê çêbikin.

Pirtûk bi kêrî dersên di qursan de tê, lê dema di dibistanan de derseke bi kurdî dest pê bike jî di rewşeke wisa de sûdegirtina ji pirtûkê mimkûn e. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan di vî warî de wisa dibêje: "Dema di dibistanê de ders dest pê bike dikarin ji vê pirtûkê sûde bigirin lê perwerdehî tişteke din e. Dema em dibêjin 'perwerdehiya kurdî' tişteke din e, 'perwerdehiya bi kurdî' tişteke din e. Dema em dibêjin 'perwerdehiya bi kurdî' divê hemû ders bi kurdî bin; ji fîzîk, kîmya heta dîrok û beşên din. Ji bo derseke wisa divê pirtûkên taybet bêne amadekirin.  Di vê pirtûkê de me xwest dema kesek kurdî hîn bibe çand û dîroka kurdî jî hîn bibe. Ji bo vê me wêneyê sûrên Amedê wekî sembûl di berg de bikar anî. Di navê de heta radeyekê dîroka çapemeniya kurd da."

Di pirtûkê de jiyana bajarî

Pirtûk hinek bajarî çêbûye, mijar mijarên bajaran in, ji pirtûkên berê cihêtir li ser gundan tiştek têde nîn e. Tan li ser vê yekê jî van tiştan diyar dike: "Me xwest îmajeke cuda yê kurdan derkeve. Civaka kurd ji rêjeyeke mezin êdî li bajaran dijî, bi taybetî jî nifşê nû. Ji bo vê me xwest xîtabê wan bikin. Di pirtûkan duyem de emê jiyana kurdan jî bidin. Di vê de bi taybetî jiyana bajarî."

Niha TRT û kurdiya wê di rojevê de ye. Nîqaşa rastnivîsandina kurdî hem di TRT'ê, hem di çapemeriya din de tê nîqaşkirin. Ev pirtûk dê bi kêrî wan jî bên yan na, Samî Tan wisa bersivê dide: "Ew jî dikarin. Lê bi rastî heke ji dil nêzî zimanê kurdî bibin, di vir de populîzekirinek nîn be, bingeheke wê ya qanûnî çêbe em dixwazin ji TRT'ê re, ji çapemeniya din re jî sinifek taybet amade bikin û dersê bidin wan. Hem ziman, hem jî bi kurdî dersa pîşeyî, wekî dersa nûçeyê, dersa qalibên nûçeyê bidin. Lê berî her tiştî divê bingeheke qanûnî ji TRT Kurdî re çêbikin, serê pêşî divê hebûna kurdan, zimanê kurdan di makezagonê de cihê xwe bigire."

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2015: Fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin

ad

Li Rojava sedî 30 meaş tê zêdekirin

ad

Kabîneya wezîran guherî

ad

‘Mem û Zîn’ li Stenbolê tê lîstin

ad

SZKê li Kobanê lez da xebatên xwe

ad

Di Fûara Pirtûkan de dawiya hefteyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname