logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li hemberî êrîşa dijî Turk wê çalakî li dar bikeve

Îro li Samsunê Hevserokê berê yê DTP'ê Ahmet Turk rastî êrîşeke hat. Gelek saziyan êrîş şermezar kir. Serokwezîr Erdogan

  • Dîrok: 12/04/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Îro li Samsunê Hevserokê berê yê DTP'ê Ahmet Turk rastî êrîşeke hat. Gelek saziyan êrîş şermezar kir. Serokwezîr Erdogan li Turk geriya.

Piştî êrîşa li hemberî Ahmet Turk a li Samsurê ji gelek cihan peyamên şermezarkirinê hatin weşandin. Ji bo Turk wê rêxistinên bajar û navçeyên BDP'ê çalakiyan li dar bixin.

Serokwezîr li Turk geriya

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoxan, bi telefonê li Ehmed Turk geriya, daxwaza şîfayê jêre xwest û ragihand ji nêzîk ve bûyerê dişopîne.

Recep Tayîb Erdoganê li paytexta DYA'ye Washingtonê, têkildarî êrîşa ku li Samsunê li hember Ehmed Turk pêk hatî, bi telefonê li Turk gerîya û şîfa jêre xwest. Erdogan diyar kir ji nêzik ve bûyerê dişopîne. Turk jî ji ber vê dilnizmiya Erdogan sipasiyên xwe pêşkêşkir.

KNK: Êrîşa li Turk plankirî ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşa li hemberî Turk peyameke weşand û got: "Bi xemgîniyeke mezin me bihîst ku êrîşeke bi alçaxî li hemberî Turk li Samsunê pêkhatiye. Êrîşa li Ahmet Turk di bingeha xwe de li gelê kurd û têkoşîna wê hatiye kirin."

KNK'ê got ku ji ber ku di bin çavdêriya polîsan de êrîş hatiye kirin û piştî bûyerê ji bo ew neyê nasîn çavên êrîşkar hatine girtin bi ya me bûyer ji berê de hatiye plankirin.

KNK'ê ji bo Turk sersaxî xwest û diyar kir ku gelê kurd û saziyê wê dê têkoşina xwe ya bidomînin.

14 baroyan êrîş şermerzar kir

Baroyên Amed, Mûş, Şirnex, Culemêrg, Çewlig, Semsûr, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Wan, Agirî, Bedlîs, Qers û Îdirê bi daxuyaniyeke êrîşa li hemberî Turk şermezar kirin û xwestin yên êrîşkar bêne eşkerekirin.

Baroyan di daxuyaniya xwe de gotin ku digel berê jî li Samsunê bûyerên bi vî rengî pêk hatine, bûyera du cerdevanan ku li Kopê du kes kuştin dîsa jî şandine Samsunê û ev yek mirovan dide fikirandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her kes piştî lênêrîna nasnameyan digirin edliyeyê û ev yek lê zêde kirin: "Ewlehiya ku hatiye girtin li hemberî kî û çawa hatiye girtin? Ewlehiya ku nikare malbatên muştekî, parêzerên ku karê xwe dikin û mebûsan biparêze li hemberî kî ewlehiyê digire?"

Baroyan xwestin doz dîsa vegerînin Mûşê û kesên êrîş kirine û ew şandine êrîşê bêne darizandin.

Rêxistinên BDP'ê çalakî dikin

BDP'ê bi awayekî tund êrîşa li dijî Hevserokê DTP'a hate girtin ê qedexeya siyasî liser Ahmet Turk a li Semsûnê şermezar kir. Cîgirê Hevserokê BDP'ê Nîhat Ograş, diyar kir ku êrîşa li dijî Ahmet Turk, êrîşek bi wate û giran e û wiha got: "Divê ev êrîş ji rêzê neyê dîtin. Di serî de DTP girtin. Piştre qedexeyên siyasî danîn ser parlementeran. Niha jî êrîşî Turk kirin. Gelo dê sibê çawa bibe?"

Ograş, destnişan kir ku êrîşa li dijî Turk pêk hatî, li dijî hemû gelê Kurd pêk hatiye û wiha got: "Ev vê êrîşê wekî êrîşek li dijî gelê Kurd pêk hatiye qebûl dikin. Turk rûmeta gelê kurd e. Li dijî vê rûmetê êrîş pêk hatiye. Em vê yekê şermezar dikin. Ji ber vê êrîşê rûmeta hemû gelê kurd êşiya ye. Em hemû gelê xwe û rêxistinên xwe yên navçe û bajaran dawetî çalakiyên li dijî vê êrîşê dikin."

Ograş, destnîşa kir ku wê sibê li hemberî êrîşê li hemû bajar û navçeyan çalakiyan lidarbixin û bang kir ku hemû kes tevli van çalakiyan bibin.

Ograş, diyar kir ku Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê têkildarî bûyerê daxwuyaniyek berfireh bide. Ograş, xwest Waliyê Samsunê jî ji peywirê bê girtin.

Amediyan êrîşa li dijî Turk şermezar kirin

Piştî ku ji aliyê kurdan ve hat zanîn ku êrîş li hember Ahmed Turk pêk hatiye, çalekiyên şermazarkirinê dest pê kirin. Li Amed ji aliyê endamên Baroya Amedê, ÎHD û THÎV ve êrîş hat şermezarkirin.

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, êrîşa li Semsûnê li dijî Hevserokê DTP'a hate girtin ê qedexekirî Ahmed Turk pêk hatî şermezar kir û diyar kir ku ji aliyê hêzên tarî ve pêk hatiye.
Nûnerê THÎV'ê yê Amedê parêzer Sezgin Tanrikulu jî êrîş şermezar kir û anî ziman ku bi neqilkirina dozê ya Semsûnê hatiye xwestin ku mexdûran bikin hedef.
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu jî anî ziman ku dixwazin dozê di lehê sûcdaran ve biguherînin.

KOMKAR'ê êrîş şermezar kir

KOMKAR-EU (Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê ê Ewropayê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa li hemberî Ahmet Turk şermezar kir

***

Nûçeya eleqedar:

- Êrîşê Ahmed Turk kirin

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

YE li Hewlêrê ofîsek vedike

ad

Anli bû serokê DTP'a Amedê

ad

Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê mîlyonek dolar bexş kir

ad

Tirsa wêjeya Kurdî

ad

Diyarbakirspor dîsa bê teknîk dîrektor ma

ad

Lîstikvan Morgan Freeman qeza derbas kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname