logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Rojnameya Tarafê weşandina nûçeyên asparagas didomîne

Rojnameya Tarafê ku berê jî der barê BDP'ê de nûçeyên asparagas weşandibûn bi nêzbûna hilbijartinê re careke din dest av

  • Dîrok: 28/02/2011
  • Beş: Çapemenî

Cemil Oguz

Rojnameya Tarafê ku berê jî der barê BDP'ê de nûçeyên asparagas weşandibûn bi nêzbûna hilbijartinê re careke din dest avêt vî karî. Wisa diyar e ku rojname ji niha de dixwaze serê mirovan tevlihev bike.

Vê carê nûçegîhanê Tarafê Burhan Ekinci (Ekinci berê di DİHA'yê de xebitiye û piştî vebûna Tarafê wekî gelek nûçegîhanên din ên kurd derbasê wir bû) nûçeyeke li ser BDP'ê ku dê kî wekî berendamên serbixwe nîşan bide nûçeyeke amade kiriye (25.02.2011).

Sernavê "BDP'de bagimsim adaylar hazir' (Berendamên BDP'ê yên serbixwe amade ne) bikar aniye.
Dema mirov baş li nûçeyê dinêre mirov dibîne ku hin texmîn hatine kirin, ku her kesê li kolanê vê dikare texmîn bike. Lê hin deran jî bi taybetî ji bo serî tevlihevkirinê hatiye amadekirin.

Taraf ku di hilbijartinên din de jî (mînak di Referandûmê de) tiştên wisa kiribû careke din rola xwe dilîze.

Di vê serdema hilbijartinê de em jî bi navenda BDP'ê re, bi kesên eleqedar re axivîn. Bi gotineke din agahiyên li ser hilbijartinê li ber destên me jî hene.

Em ji nûçeya Tarafê mînakan û rastiya wan bidin.

Nûçe dibêje li bajarên wekî Îdir, Qers, Dêrsim, Çewlig, Bedlîs, Sêrt, Elezîz, Agirî, Erdaxan, Semsûr, Enqere, Îzmîr, Entab, Konya, Mêrsîn û Edene.
Di vir de hin rastî hene lê şaşî jî hene. Mînak li bajarên wekî Îzmîr û Enqereyê BDP ne yek diduyan dê wekî berendam nîşan bidin.

Taraf dibêje ku li bajarên wekî Batman, Şirnex, Culemêrg, Mêrdîn, Mûş û Rihayê dê du berendam bêne nîşandayîn. Li Stenbolê 3 berendam li Amedê jî 4 berendam bêne nîşandayîn. Ji bo bajarên ku didu tê gotin Tarafê texmîneke rast kiriye lê ji bo Stenbol û Amedê ne rast kiriye. Ji vir jî diyar dibe ku nûçeyeke xeyalî ye. Li navendê niha ev tê nîqaşkirin; Li Stenbolê li gor serjimariyê hejmara mebûsan zêde bûye lewre ji bo Stenbolê nîşandayîna wekî 4 an 5 berendaman tê axaftin.

Li Amedê jî dîsa mebûsek zêde bû û niha wekî cara din ne nîqaşa 4 berendam, nîqaşa nîşandayîna 5 berendaman li dar e. Di van her du bajaran de jî Tarafê daye navê.

Yek ji tiştên ku zêdetir daye navê de jî nîqaşa navên ku dê bêne nîşandayîn.
Nûçeyê navê hevserokên BDP'ê ku teqez wê bêne nîşandayîn daye ku jixwe ev ne meseleya nîqaşê ye. Bi vê dike ku nûçeya xwe xurt bike. Û hin navên din gotine, mînak Cengiz Kapmaz, Mustafa Avci, keça Orhan Dogan Ayşegul Dogan, Esat Canan, Dogan Erbaş, Kemal Avci, Demir Çelik, Leyla Guven û Nazmi Gur.

Divê ez bibêjim ku li gor agahiyên ku min girtine hin ji van navan ne rast in ku nûçegîhan pekandiye. Ez naxwazim navan bidim lê yek jê ezê bidim: Kemal Avci.
Piştî nûçe derket bi rojekê, di 26'ê mehê de ez li Enqereyê bûm. Kemal Avci ji zûde ye hevalê min e û bi salan şêwirmendiya çapemeniyê ye partiyê kir. Bi Avci re me xeber da, wisa dibêje: "Berendamtiya çi? Der barê min de ne di nav partiyê de nîqaşeke wisa çêbû, ne jî ez li benda tişteke wisa me. Bi ya min ev nûçe ne nûçeyeke niyetbaş e. Di nav partiyê de hê nîqaşa dê kî bibe berendam jî dest pê nekiriye. Binûçeyên wisa dixwazin zûtir nîqaşa berendamtî çêbe û partî enerjiya xwe ne ji bo cihên din ji bo vê derê xerc bike. Dixwazin li nav partiyê nîqaş çêbin. Min ji nûçegîhan xwest nûçeyê sererast bike lê nekir."

Tarafê ku di hilbijartinên borî de dixwest serê hilbijêrên kurd û siyasetmedarên kurd tevlihev bike, di hilbijartina pêşiya me de jî ji niha de ketiye ser rêya xwe, ji niha de navan pêşkêş dike û dixwaze serê mirovan tevlihev bike.
Bi gotina dawî: Taraf 'taraftî'ya (alîgirî) xwe didomîne.

**

Wekî nîşe: Hin malperên kurdan jî nûçeyên wisa digirin û diweşînin. Ev nûçeya navborî ji aliyê hin malperên kurdan ve hate weşandin.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Seta êzdiyatiyê’ wekî 5 pirtûk derket

ad

TRT kurdî ma 2009'an

ad

Demîrtaşî ji bo Sûrê peyam şand

ad

Kayyuma dewletê tehamulê navê Merwanî nekir

ad

Fîlmên xelatgir têne festîvalê

ad

Kokên Sîlvanî, Yaşar Kemal, Bûka Kurdan û Bilûrvan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname