logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal 30’emîn car li dar dikeve. Di festîvalê de gelek fîlman kurdan jî hene.

  • Dîrok: 10/03/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal 30’emîn car li dar dikeve. Di festîvalê de gelek fîlman kurdan jî hene.

Ji bo eşkerekirina bernameya 30’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê li Pera Palace Hotelê daxuyaniyeke çapemeniyê û kokteylek li dar ket. Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi, Midûrê Giştî yê Akbankê Ziya Akkurt, Cîgirê Midûrê Mafên Telîfê û Sînemayê yê Wezareta Çand û Tûrîzmê Huseyin Ulger û Dîrektora Festîvalê Azize Tan beşdar  bûn.

Eczacibaşi di axaftina destpêkê de got ku ji sala 1982’yan de di çarçoveya Festîvala Stenbolê de ev şahî dest pê kiriye, jê nifşek sînemager derketine, kiriye ku gelek temaşevan çêbin û wisa dom kir: “Bi salan ev dibistana du hefteyî ku bêyî em aciz bibin em çûnê, aliyên bêhempa yên jiyan û sînemayê hînê me kir; bi nêrînên cuda ku pêşkêşî me kir alî me kir ku em şikil bigirin. Salên borî wekî festîvalê ÎKSV’ê jî ‘sih salên wekî  fîlm’ jiya. Ji ber ku me bi hemû rengan ev sih sal bi hunerhezên Stenbolê re par ve kir em dilşad in.”
Serokê ÎKSV’ê Eczacibaşi bal kişand ser girtina sînemaya dîrokî Emekê jî û hêvî kir ku di sala bê de ew sînema vebe.

Hilbijêrek ji 238 fîlmî

Festîvala ku îsal di navbera 2-17’ê avrêlê de li dar dikeve de di bin 21 beşan de dê bi giştî 238 fîlm pêşkêş bike. Di warê pêşbaziyên Laleya Zêrîn ya Navneteweyî û Neteweyî û FACE’yê de dê fîlm bi hev re bikevin pêşbaziyê. Bilêtên festîvalê vê 19’ê mehê bi buhaya 12 TL yên tam, yên buha daxistî jî bi 8 TL’yî, her wiha ji bo fîlmên nava hefteyê jî bi 4 TL’yî têne firotin. Festîval di van 7 salonan de li dar dikeve: Li Beyoglu: Salona Atlas, Beyoglu AFM Fitaş 1 û 4, Sînemaya Beyoglu: li Nişantaşi CityLife (City’s), li Salona Pera Muzesi û li Kadikoyê li Salona Rexxê li dar dikeve.

Xelatên rûmetê didin 4 kesan

Festîval wekî her sal îsal jî xelatên rûmetê dide hunermendan. Derhênerê Yusuf Kurçenli, derhênerê dîmenê Ertunç Şenkay û lîstikvanên navdar Metin Akpınar û Zeki Alasya dê xelata xwe ya rûmetê di 1’ê avrêlê dê bêne dayîn. Di vê çarçoveyê de fîlmê Kurçenli “Karartma Geceleri” û fîlmê Zeki Okten “Gule Gule” ku Zeki Alasya û Metin Akpinar têde lîstiye di çarçoveya festîvalê de têne nîşandayîn.

Pirtûka 30 salan

Festîval ji bo 30 salên xwe bi sernavê “30: Ji 20 derhênerî 30 sal” pirtûkek amade kiriye û di pirtûkê de derhênerên di festîvalê de hatine kişfkirin li ser van rojan nivîs nivîsandine. Her wiha wêneyên 20 derhêneran ku wênekêş Muhsin Akgun kişandine jî hem di pirtûkê de cih girtine û hem jî ev wêne di ji 19’ê mehê adarê re heta dawiya festîvalê li Pasaja Atlasê têne pêşkêş kirin

Heyecana Laleya Zêrîn

Ji bo xelata herî mezin a Festîvalê Laleya Zêrîn ku ji bo bîranîna Şekir Eczacibaşi tê dayîn 12 fîlmên navneteweyî têne nîşandayîn û dikevin pêşbaziyê. Fîlmê bi ser bikeve dê 25 hezar Euro bigire.

Beşa ku serokatiya juriyê Claire Denis dike ji Kanada, Misir, Spanya, Fransa, Çin, Brezilya fîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê. Her wiha ji Tirkiyeyê jî fîlmê Seyfi Teoman yê ku di vê reşemiyê de li Berlinê ketibû pêşbazî bi navê “Bizim Buyuk Çaresizliğimiz” jî heye.

‘Press’ di Pêşbaziya Neteweyî de ye

Di beşa Laleya Zêrîn a Pêşbaziya Neteweyî de jî  14 fîlm hene. Di warê fîlm, derhêner, lîstikvanan jin û mêr ya herî serketî de xelat tê dayîn. Her wiha Xelata FIPRESCI û Xelata Gel a Radîkalê jî tê belavkirin. Di vê beşê de derhêneriya juriyê derhêner Reha Erdem dike û ev film di pêşbaziyê de ne: “Ekumenopolis: Ucu Olmayan Şehir” (Der.İmre Azem), “Zefir” (Der.Belma Baş), “Atlikarinca” (Der.İlksen Başarır), “Ogul (Der. Atilla Cengiz), “Kar Beyaz” (Der. Selim Guneş), “Çinar Agaci” (Der. Handan İpekçi), “Gişe Memuru” (Der. Tolga Karaçelik), “Gorunmeyen” (Der. Ali Ozgenturk), “Saç” (Der. Tayfun Pirselimoglu), “72. Koguş” (Der. Murat Saraçoglu), “Bizim Buyuk Çaresizligimiz” (Der.Seyfi Teoman), “Kirik Midyeler” (Der. Seyfettin Tokmak), “Golgeler ve Suretler” (der. Derviş Zaim) hene.
Her wiha fîlmê derhêner Sedat Yilmaz “Press” ku li ser rojnamegerên ciwên ên salên 90’î ye jî di vê pêşbaziyê de ye.
“Press” bi ser karakterê rojnamegerê kurd Firat ê 17 salî re çîroka rojnamegerên kurd ên salên 90’î, rewşa wan a zehmet nîşan dide. Fîlm di heman demê de di beşa “FACE” (Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê) de jî di pêşbaziyê de ye. Fîlmên ku li ser mafên mirovan hatine kişandin, mafên mirovan girtine nava mijara xwe di çarçoveya FACE’yê de têne nîşandayîn û dikevi pêşbaziyê. Di vê çarçoveyê de 10 fîlm hene û fîlmê bi ser bikeve dê 10 hezar Euro xelatê bigire.

Bi hejmaran 30 sal

Di 30 salan de bi giştî 3.767 fîlmên 2.514 derhênerî hatin nîşandayîn. Festîvalan ku di van salên dawî de her sal 150 hezar kes li fîlman temaşe dike heta niha bi giştî 3 mîlyon û 47 hezar kesî li fîlman temaşe kiriye. Festîval bi 16 rojên li dar dikeve yek ji festîvalên dem dirêj a dinyayê ye. Ji sala 1987’an ve Xelata Laleya Zêrîn tê dayîn û heta niha 29 xelat dane. Her wiha heta niha 27 xelatên Serketina di Hemû Jiyanê de” dane derhêneran. Festîval ku di van salên dawî de her sal fîlmekî kevn ê Tirkiyeyê restore dike û nîşandayîn e îsal fîlmê Memduh Un “Uç Arkadaş “ (Sê heval) ê ku di sala 1958’an de kişanidye restore kirine.

Îsal ji Ewropa 123, ji Amerîkaya Bakur û Başûr 50, ji Rojhilata Dûr 20, ji Rojhilata Navîn 11 û ji Tirkiyeyê 56 fîlm têne nîşandayîn.

Di festîvalê de fîlmên kurdan

Festîval îsal jî cih dide gelek fîlmên kurdan. Derhênerên kurd bi fîlmên ku li ser derbeya 12’yê Rezberê kişandine, dîsa bi fîlmên li ser salên 90’î ku kurd bi têkoşîneke mezin têre derbas bûn beşdarî festîvalê dibin. Vane ji wan çend mînak:

Meş
Derhêner: Şîar Abdi
Ziman: Kurdî
90 deqîqe

Abdî bi fîlmê xwe temaşevanan dibe rojên 12’yê Rezbera 1980’ê. Ew rojên zor ku dor li Xelîloyê dîn girtine kabûsekê ne. Meş van rojan radixe ber çavan.

Kayip Ozgurluk
Derhêner: Umur Hozatli
Ziman: Kurdî-Tirkî
91 deqîqe

Di salên 1990’î de di sibeheke Stenbolê de ciwanekî bi navê Deniz Şahin ji aliyên kesên sivîl ên çekdar ve tê revandin. Fîlm ji van salan balê dikişîne ser JÎTEM’a ku kurdan direvîne û îşkence dike.

Diya Min Aştî Dixwaze
Derhêner: Aziz Çapkurt
Ziman: Kurdî
52 deqîqe

Di dema ku şer bi hemû gurahiya xwe êşan dide kişandin de hêviya dayikan her ew e ku bigihîjin zarokên xwe. Fîlm li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Îzmîrê hatiye kişandin. Dayikek ku kurê wê 16 sal in di girtîgehê de ye, dayikek ku kurê wê bar kiriye Stenbolê û dayikek ku kurê wê li leşkeriyê ye li benda zarokên xwe ne. Belgefîlm çîrokan wan pêşkêş dike.

Rewşen
Derhêner: Cemil Oguz
Ziman: Kurdî
50 deqîqe

Heta destpêka salên 1990’î li Tirkiyeyê peyva “Kurd” jî qedexe bû. Di sala 1991’ê de zagonek bi hejmara 2932’yan diguhere û bi vê re kurd weşanan derdixin. Kovara Rewşenê jî wê demê bi kurdî-tirkî derdikeve. Rewşen ku piştî çend salan hemû dibe bi kurdî di warê rewşenbiriya kurdan de gavên girîng davêje. Fîlm wan salan, derketina kovarê, zehmetiyên xebatkaran, zehmetiyên ziman nîşan dide, di heman demê de ji salên 90’î heta 2000’î anekdotên li ser wê demê pêşkêş dike.

 

Destaneke Serhildanê: Bêrîvan
Derhêner: Aydin Orak
Ziman: Kurdî
50 deqîqe

Di sala 1992’yan de li Cizîrê kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê radibin ser piyan. Wê demê jinek egal li ser kur ê dide ber çalakvanan balê dikişîne. Ew tê binçavkirin, îşkenceyê dixwe. Ew Bêrîvana Cizîrî ye. Fîlm çîroka Bêrîvana Cizîrî û Newroza 1992’yan de pêşkêş dike.

Olu Canlar
Derhêner: Murat Ozçelik
Ziman: Kurdî-Tirkî
90 deqîqe

Derhêner Murat Ozturk çîroka jiyana xwe kişandiye. Ozturk hê di 17 saliya xwe de dema li lîseyê ye tê girtin. Di sala 1999’an de di operasyona Girtîgeha Ulucanlar de 10 girtî têne kuştin, hin birîndar dibin. Di nûçeyên tv yên pêşî de tê gotih ku Ozçelik jî hatiye kuştin. Diya wî ji bo cenazeya kurê xwe bigire diçe Enqereyê. Paşê hîn dibe ku kurê wî nehatiye kuştin ew şandine girtîgeha Amasya. Belgefîlm wê demê radixe ber çavan.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bulent Eczacibaşi axaftina destpêkê kir.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Di serdema koronayê de çîroka zilamê 100 sedsalî

ad

DEM Partî û CHP'ê biryar dan beşdarî xebatên meclisê nebin

ad

Hilbijartin: Partiya Karkeran bi ser dikeve

ad

Kurdên Sûriyeyê çawa El Qaîdeyê têk birin?

ad

Li Wanê erdhejek din, dîsa mirî hene

ad

Barzanî û El Şara hatin ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname