logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket
  2. ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn
  5. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
news-details

‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

Ez ê li ser pirtûkên nivîskar Cîhan Roj bi taybetî du romanên wî hin nêrînên xwe bînim ziman. Pirtûka yekemîn ku ez dixw

  • Dîrok: 28/08/2012
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Ez ê li ser pirtûkên nivîskar Cîhan Roj bi taybetî du romanên wî hin nêrînên xwe bînim ziman. Pirtûka yekemîn ku ez dixwazim li ser çend hevokan bêjim a bi navê “Gîtara Bê Têl” e. Ji Weşanên Do yê di sala 2009’an de hatiye weşandin. Serpêhatiyên di romanê de tê behskirin li Mêrdînê derbas dibe. Nivîskar bi bûyeran re dîroka Merdînê jî bi me dide naskirin, vê naskirinê jî  bi devê lehengên romanê ve û bi gera wan dide famkirin. Du lehengên sereke yên romanê yek jê bijîşk Şadî ye, ya din jî hemşîre Selîn e. Her du jî li ocaxa tenduristiyê kar dikin, bi gotineke din karmendên dûgelê ne. Li navenda Mêrdînê li bajarê kevn rûdinin. Şadî bi xwe ji Mûşê ye, tevî ku di peywireke baş de dixebite dîsa dem bi dem li pey zarokatiya xwe dikeve û xizanî û belengaziya malbata xwe bi bîr tîne.
Selîn ji bajarek rojava, keviyê derya Egeyê, ji Îzmîrê ye. Ji taxa ku em jî êdî bi çalakiyên cur bi cur wir dinasin Kadîfekale-Agorayê ye. Tişta ku nivîskar di vir de dide xuyakirin ew e ku her du cî jî dîrokî ne.
Di vê romanê de jiyana mêrdîniyan ya rojane, sikakên wan ên kevirîn ên teng ku maşîneyên paqijiyê nikare têkevê û ji ber vê rewşê, bikaranîna keran ya di vî warî de jî balkêşiyek dide der.
Cîhên dîrokî yên Mêrdînê jî bi me dide nasîn, bi taybetî Dêra Zeferan ya ji hêla Suryaniyan ve pîroz e û hetanî bi wateya wê jî hatiye vegotin bala xwendevan dikişîne, zeferan navê nebatekî ye û gava davêjin nav avê bi dehan rengî vedide. Rûyê Mêrdîna nû jî hatiye vegotin.
Di herka romanê de evîna Şadî û Selînê çawa dest pê dike û geş dibe bi hostatî hatiye hûnandin.
Di nava vê evîna dê nîvco bimîne de, salên şerê qirêj  ku bi hemû çavsoriya xwe didomiya jî tê vegotin. Bi taybetî kesên xwe wekî  her tiştî dihesibînin çawa wekî çete tevdigerin, jinên karmend zivêr dikin, bi şêweyek sade hatiye vegotin. Tevî van mirovên çetetiyê dikin dîsa jî  jiyana mêrdîniyan ya bi hevkarî û hezkirina ji neteweyên  tirk, ereb û kurdan  ve çawa di nava henûniyek de didome, bala mirov dikişîne.
Di pêşketina evîna Şadî û Selînê de hêdî hêdî nakokiyên ku serî hildidin jî bi xemgîniyek ve  rû dide. Di nava van nakokiyan de ya herî girîng wekî şertê man û nemanê,  xwesteka Şadî ya piştî zewacê li Mêrdînê bicihbûn e. Piştî vê daxwaza Şadî evîn bi huznek nediyar diqede. Têla gîtarê diqete, gîtar bê têl dimîne... Êdî dengê newayan tenê xemgîniyek bi ser avahiyên kevirîn ên Mêrdînê de belav dike.
Li dû vê romanê Cîhan Roj romanek din ya bi navê “Meşa Moriyan” jî nivîsandiye,  lê mixabin ji ber ku min peyda nekir ku bixwînim ez ê li gor van her du romanên nav derbasbûyî nîrxandinek bikim. Tevî ku min li ser “Gîtara Bê Têl” ji ber ku zûde xwendibû hindik tişt gotibe jî, ez dikarim bibêjim honaka wê romanê ji ya “Perde”yê baştir û serkeftîtir e. Tişta her du romanan jî bi me dide xwendin jî zimanê romanan, bûyerên li pey hev diqewimin û xwendevan di meraqan de dihelin ku xwendinê bidomîne ye.
 
Romana duyemîn ku ez dixwazim li ser rawestim pirtûka bi navê “Perde” ye. Romana ku ji Weşanên Nayê derketiye bi vegotinên lehenga romanê Gultenê didome. Ji Gultenê pê ve Gulperî, Gulnaz û dengbêjek, paşê  jî  Sazbend, Baqî, Maqûl  di herikîna romanê de pêrgî xwîneran dibe. Ji devê lehengek jin vegotina bûyeran tiştek pir mirov di romanan de rastî bê nîn e. Ji vê hêlê ve balkêş e.
Roman mirov dikare bibêje ku bi tevahî ji vegotinên yek lehengî-Gultenê-pêktê. Ji bilî vê jî  ji devê Woolfê hin hevok wekî çîrok di nava romanê de hatiye reşandin, lê mirov dikare bêje ku ev hevokên ji devê Woolfê tê ziman pir tiştan bi me nade fêhmkirin. Reşandina çîrokek ya di nav romanê de min di romana Edîb Polat ya bi navê “Dûvpişk Bi Xwe Venade” de dîtibû û bi rastî jî çîrokek bi mijara romanê ve girêdayî û balkêş û di fêhmkirinê de jî asan dixuya. Bi çîroka pîrejinek Amedê ya li taxek dîrokî ku li ber kuçik rûniştî û bê haya wê ji dûvpişka kêleka wê hebe ji neviya xwe re çîrokek digot, çîroka bi teşîrêsiyê û dûvpîşkê  hûnandî peyamek dida xwîner, lê di vê romana ku em li ser şîroveyan dikin-Perde-de hinek zor û zehmetiyê bi me dide kişandin ku ka gelo Woolfê çi peyamê dide me!
Sê jinên wisa dixuye ku bi karê dikandariyê re mijûl in û bi firotina peqlawe û qedayîfê debara xwe dikin û di demek kin de dibin xwedî gelek sermiyanî di beşek romanê de serwer e. Gulperî û vebêja romanê Gulten bûyerên rojane dijîn li rojnivîskên xwe dinivisîn in. Lê mixabin piştî demek ji ber nakokiyên sivik Gulperî û Gulnaz ji Gultenê vediqetin û nivîskar  qet behs nake ku ew bi ku ve çûn û çi bi serê wan de hat. Berî ji hev veqetîna wan ew dengbêjek kal ku di êvareke dereng de di sikakê de bêxwedî maye dibînin û tînin di mala xwe de bi cî dikin.
Di romanê de bi qisedanên dengbêjê kal re mirov têdigihîje ku dengbêjî çawa ji holê radibe: “Ma li vî bajarî di nav sikakê de, qîrreqîrra dengbêjekî dikare hukum li ciwanan bike?” (r-21), pê re jî dengbêj çawa ji hêla hevjîn û zarokên xwe ve bê qedr û qîmet tê hîştin: “Ez ketime çi halî, hêj ji min hez dikin, qedirê min digirin, (ji bo qîzan dibêje-M.O.) Ên qedr û qîmetê didin min ne zaroyên min û ne jî jina min e ...(r-25)
Lehengên romanê de Gulperî piçek sîyasî dixwiye lê tevî ku pir zilm ditiye jî Gulten nola ku dûrî sîyaset û nêzî huner û tembûrê be dixwiye.
Nivîskar bi alîkariya rojnivîska vebêjer Gultenê ve xwe dispêre rabirdûyê,  zilm û zora  ku di kesayetiya bavê Gultenê de li civakê hatiye kirin kifş dike. Bûyerek ku bi girtina bavê Gultenê bi dawî dibe û hevalê bavê wê jî lê bandorê dike qet ji bîrê naçe. Ev bûyera ku  li gund  bandorek pir neyênî li jiyana wê kiriye, di rojnivîska wê de wiha tê vegotin:Ê kincê wî di rengê ax’ê de, çaydank û kevirên kuçik, tevî êgir, bi pehînan ji hev dêrdixan kir.Bi hêrs ber bi min hat...(r-27). Piştî bûyera  di zaroktiya wê  de qewimîye ku hevalê bavê wê jî  di nav de ye êdî ji bîrê naçe. Bi vê bûyerê re hevalê bavê wê di dilê wê de bi cî dibe.Gulten jî nizane ka ev rewş ji hezkirinê yan ji heyranbûnekê der bûye û piştî jiyana xwe ya li Amedê li pey wî diçe Stembolê...
Piştî Gulten li Stembolê  bi pismamê xwe re di pirtûkxaneyekê de pêrgî Sazbend tê û hev dinasin bi gotina ji devê pismam ku dibêje :Ev Sazbend e, ew jî ji sifreya saziyê dixwe!...(r-42). Bi vê hevokê  jî diyar e ku rexneyek sergirtî li hin kesên ku di saziyên kurdî de bêyî heq bikin hin deskeftiyan li gor berjewndiyên xwe bikartînin.
Dema ku gera Gultenê ya li Stembolê berdewam e, têkiliyên wê bi Sazbend re geş dibe û meyla wê ya li ser hunerê wê tan dide ku bi Sazbend re here kursa tembûrê, bi vê re di navbera wê û Sazbend de hestiyariyek jî xwe dide der. Ev hestiyariya wan bi lûtkeya pevşabûnê diqede.
Romanûs di kêliyên vê hestiyariyê de bi me dide zanîn ku Sazbend ji ber ku di saziyek kurd de dixebite di hêla  hestyariyê de ne azad e.Vê rewşê em ji hevokên Sazbend ên xemgîn fêm bikin çêtir e: Evîn û evîndarî  ji bo me qedexe ye?, ...ez ji niha de bi xem im; heke haya hevalên min jê çêbibe wê di cî de min biqewirînin.(r-60)
Romanûs baş dide nasîn ku  di nav saziyên kurdan de têkilîyên jin û mêran, an keç û xortan xwedî rêpîvanên pêvajoyek dijwar e.Têkilî tenê ji bo pêşde birina tekoşînê ye.Ew(nivîskar) sînorkirina têkiliyên girêdayî evîn û evîndariyê wek sancûyên jiyanek xweş a pêşerojê dibîne,lê gumana ev rewş piştî tekoşîna  bi serfirazîyan jî dê bidome xwe dide der.
Gultena ku  li pey şopa hevalê bavê xwe bû, li Stembolê piştî Sazbend îcar bi alikariya înternetê  rastî şopa Baqî-hevalê bavê xwe-tê.Bi saya înternetê Gulten bêyî nasnama xwe ya rastîn aşkera bike, xwe bi Baqî dide naskirin,wî ji Germanyayê ji bo jivanek îkna dike ku ew were Stembolê. Welhasil Baqî li Stembolê li hemberî wê ye. Baqî bi qasî sal derbas kiriye jî, ji bo xwe nola ku tiştek nekiribe,tenê ji bo kesên din tişt kiribe li hember Gultenê dixuye, ji ber vê rewşa qet neguheriye Gulten rexneyek tûj li Baqî digire û dibêje: “…te bi salan tekoşîn ji bo tiştan daye, lê ji bo xwe te tu tiştek nekiriye, tu rebenek î ,ka li halê xwe binihêre… Ji Germany bi rê ketî hatî ,nikarî du gotinan bikî, reben!(r-81)
Di vir de rastiyek heye ku têkoşerên kurd bi qasî ku pewîstî pê heye giringiyê nadin  terxandina demê ya ji bo xwe û malbatên xwe.
Di honaka romanê de romanûs dide xuyanî ku bûyer û qewimînên zaroktiyê çawa bandorê li  jiyana mirovan ya pêşerojê dike û di kesayetiya mirovan de birînan vedike. Ev rewş  di dema Gulten û hevalê bavê wê hev dinasin, pevşabûn di nav wan de çêdibe, di wê kêliyê de ku Gulten dixwaze  heyfa bavê xwe ji Baqî bistîne û di pêvşabûne de jî hevsar- serwerî di dest Gultenê de yî û Baqî nola xulamekî bikartîne de dixuye...Di vê derbarê de Gulten wiha dibêje:Min ew ranedimûsa.Di şadimaniyê de min miemeleya koleyekî bi wî dida kirin, ev li xweşiya min diçû!  ...ji zewqa cinsî wedetir hesta heyfhilanînê ez dîn û har dikirim.Tişta êdî min bi wî bikira nemabû!(r-81) 
Di vir de nakokiyek derdikeve pêşberî me, ew jî  ji dema xebatên sîyasî  yên bavê Gultenê û Baqî destpê dike, ji ber ku wê demê li gund  Baqî piçek çalak dixuya û li bavê Gultenê hukum dikir vê rewşê di kesayetiya  Gultenê ya zaroktiyê de bi hestên tolhildanî cih girtiye, loma bi çavek  neyênî li Baqî  dinihêre û dixwaze heyfa wê demê bistîne. Heta vir pirsgirêk tune ye.Lê gelo Gulten bi tevî ku bi çavê xwe dîtibû ku hinekên kincên wan di rengê axê de(!) çaydank û kuçikên wan tevî axê tevlihev  kiribû, bavê wê girtibû û bûbûn sedema di  girtîgehê de bi salan mayînê  û piştî berdanê bi qasî du-sê mehan jî  mirina wî, gelo çima qet bi hîsek heyfgirtinê an hêrsek wek hesabê wê rewşa kambax bipirse, tevnegeriyabû!
Di hûnandina romanê de mirov pêrgî qewimînên salê 90î ku liAmedê bi navê kiryarên wan nedîyar jî tê.Di vê derbarê de çend gotinên ji devê Gultenê der dibe mirov baş têdihihêje:Li vegerê ez li nîvê sikakê bûm,dengekî cûda bi ber guhên min ket.Di sikakê de, bi deng re kesek li erdê ket.Bi matmayîn min li zilamê li erdê ket nihêrî.Piştî halê şoqbûnê,ber bi zilêm ve meşiyam.Zilêm ji çantê xwe kaxizekê derxist,bi halê birîndar hewl dida ku kaxizê bişewitîne.Heste vêxist. Agir bi kaxizê ket.Zilam mir…(r-93)
Di herikîna romanê de  ku me behsa dengbêjê kal kiribû bêyî ku em bizanibin ew kî bû ji nişka ve dimire, ev rewş  divê piçek bihata ronîkirin.
Dîsa roman  ji hêlek ve jî wek bêhnek xweş ya erotîzmê belav bike dixwiye.Di vê hêlê de romana nivîskar Mîr Qasimlo ya bi navê Giyanên Bahozî jî serkeftî dikare were hesibandin, lê di “Perde” ya Cîhan Roj de ev beşa ku bêhna erotîzmê jê tê mixabin ji hêla kesên cûda ve di serê Gultenê de tê teqandin û bi gotina di romanê de der dibe ne tenê tilîyên yekî,  tilîyên gelek kesan  bi levên canê jinanî ya Gultenê  xwe paqij dikin! Nivîskar nola ku bixwaze Gulten qet ji nav nivînên hinan dernekeve. Di herka romanê de di rêza yekem de Sazbend, dûre Baqî,ew jî têrê nake îcar jî bi qirixekî Amedî yê ku navê wî Maqûl  e û ji mêraniyê ketiye ve dike nav nivînê hevşabûnê.Ev jî têrê nake bi Îsmaîl re ku xwediyê otêlê ye vî karî dide kirin. Herî dawî  hinek hêzên kûr û tarî jî Gultenê direvînin û tecawizê pêktînin. Tevî hemû neyêniyên di vê beşê de jî di jiyana rojane ya mirovan de dibe ku  her tişt jî biqewime, lê wer dixwîye ku ev dîmen  li  Gultenê piçek bi zorî hatiye barkirin.
Tiştek balkêş jî, di herdû romanan de jî lehengek bi heman navî û bi heman pîşeyî li pêşberî me ye. Lê bi ciyawaziyek: Di romana Gîtara Bê Têl de serleheng û her dem çalak, di romana Perde de tenê di çend rûpelên dawîyê de çalak e.Navê wî jî doktor Şadî ye!
Dîsa di romanê de tişta ku bala min kişand  tevî ku tê zanîn di kurdî de peyvên bi şedde-xwe  dubarekirina tîpan-nîn e jî bi dehan peyv bi vî rengî hatiye nivîsîn, wek mînak:Şerr,porr, kenn, kinnik, gulle, benderruh, birrebirr, kurrkurrk, qurrçomirrço û yên din…Ji bo vê rêpîvanê jêderk:Waneyên Rêzimanê Kurmancî Samî Tan,rûpel-18
Wek hevokên dawîyê dixwazim bibêjim ev herdu romanên Cîhan Roj bi kedeke mezin û bi zimaneke fesîh û sade hatiye nivîsin û divê mirovên hêj ev roman nexwendine qet di dudilîye de nemînin û di demek kin de bixwînin û jê; çêja evînê jî,  jana zilmkar bi me dide jiyandin jî bibînin û  bîra hişê xwe qewîn bikin.
Bi hêviya ku ew perdeyên rengqehweyî yên ku di kesayetiya lehenga romanê  de, di navbera civaka me ya reşgirêdayî û jiyanek zindî, asofireh de hatiye kişandin,rojek bê rakirin û hemû reng û dengên xweş bi me bide xuyakirin û jiyandin…
 
firatt_muratt@hotmail.com


***

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

-

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Meclisa Kerkûkê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red kir

ad

'Êdî dayik jî nikarin kurdî bidin hînkirin'

ad

Gelo dadgeh dixwxaze BDP'ê bigire?

ad

Ji MED-DER'ê ji bo kurdî qursên online û rû bi rû

ad

Ji Arjen Arî 'Çil çarin'

ad

Qeydanê Zarokistanan dest pa kerd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

  • 15 04 2026
news

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • 15 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname