logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Etîmolojî û Karne (Qarne)

Niha li her derê “KARNE” tê dayîn, di devê her kesî de ev peyv heye. Hin zarok lê dinêrin şa dibin, hin jî ji qehiran di

  • Dîrok: 22/06/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Niha li her derê “KARNE” tê dayîn, di devê her kesî de ev peyv heye. Hin zarok lê dinêrin şa dibin, hin jî ji qehiran digîrîn. Rewşeke tevlihev. Lê ev geremol tenê bi zarokan nema, ev peyv di nava rewşenbîran de jî, bû mijara gengeşiyên bi tîn. Lema divê mirov çend gotinan li ser vê binivîse û şêlûkirina warê etîmolojiyê jî hinek veke.

Li Rojhilata Navîn ne tenê bûyar û rastiyên dîrokî her tişt hatine serûbinkirin. Bi giranî şaşî û tiştên belovacîkirî wek rastî dane pejirandin. Desthilatdaran tim çarçoveyeke li gor berjewendî û rûpoşkirina rastiyên xwe danîne pêşiya zanyar, wêjevan, dîroknûs û alimên olî. Van derdorên navborî jî li ser vê fermanê rastî manîpûle kiriye. Rastiyên bi aliyên rewşenbîrên xwedî wîjdan ve hatine nivisandin jî bi pirranî hatine tahrîfkirin û şewitandin.

Em îro gelek vekirî dibînin ku Daîş dikeve kuderê, diruxînin, disojin, belgeyan ji holê radikin. Serkariya RTE-AKP ê jî li bajarên Kurdistanê heman tiştî dike. Çapemeniya wan jî bê navber rastiyan belovacî dikin, hewl didin ku derewan wek rastî bi bala giştî bidin pejirandin. Di her demên dîrokê de, di bin fermana her desthilatdarî de rewş wiha bû. Ev awa sextekarî di warê etîmolojiyê de hê tarî, manîpûle û şêlûtir bû.

Etîmolog yanê kesên ku li ser mijara rîçalnasiya peyvan dixebitin, wek metod bi giranî peyv cara yekem li ku û wek malê kîjan zimanî hatibe nivisandin, wê bingeh digirin. Yan jî li kîte û şibîna wê ya peyvên zimanên din wek Erebî, Latînî û hwd dinêrin û biryar didin. Em bibêjin peyveke Kurdî cara yekem di belgeyeke Tirkî de hatibe nivisandin, li gor pirraniya etîmologan êdî ew wek peyveke Tirkî tê zanîn. Mînakek piçûk pirraniya me berê “qelem” wek peyveke Erebî dizanî, lê îro tê zanîn ku peyveke ji zimanekî din ê kevnar e.

Dema em wek mînakek balkêş vê pirsê bikin; gelo “zewac“ ji kîjan zimanî ye? Wê pirraniya me vê wek Erebî bi nav bike. Lê em îro dizanin: 1 -  Di Pehlewî de peyva “zeveng” (seks, şehwet) heye. Peyva “pêzeveng” jî ji vê peyvê tê. Yanê kesê ku vî karê seksê dide kirin “bi + ê =pê + zeveng” 2 – Dema peyvên îranî derbasê Erebî dibin, paşgîna  „g /ng“ dibe „c“ mînak „giyan“ bûye “can” Ango zeveng bûye zevec =zewec =zewac. Yanê ti tîkiliya xwe bi duduyên Ereban re tune. 

Manîpulasyona herî sexte jî bi aliyê etîmologên Tirk ve hatine kirin. Dema peyvek ji Kurdiyê girtine, li hemberê wê li zimanê ewropî nêrîne birine şibandine peyva ewropî ku kes nizanibe ji Kurdî hatiye. Mînaka herî balkêş jî peyva “karne” ye. Kurdên Rojhilat (Îran) û kesên faris bi angaşta ev peyv kurtkirina “karname”yê derdikevin pêş. Di pirtûkên etîmolojiyên Tirk de jî birine bi peyva fransî “carnet” (çar pel) ve girêdane. Lê em dizanin ku “karne” yek pel e, ne çar pel e. De were ji nav derkeve.

Mînakek jî peyva „nûve“ ye. Dibêjin; “bûnda yenî nûveler var!” Yanê di vê de tiştên nû yê din hene. Lê di formeke wisa de bikaranîne tu kes bi ser ve nabe. Em peyvên “serserî (kafa üstû), serxoş (kafasi güzel), turşû (ekşîmsîtirak tiştek wisa) hê bi sedan peyvên din bidin aliyekê. Di pirtûkên wan ên etîmolojiye de peyvên Kurdî yan malên farisî ne, yan  “eskî dîl” (zimanê kevn), yan jî “yerlî dîl” (zimanê cigehî) e.

Yanê çawa bi alîkariya “Turk dîl tarîh teorîsî” dîrok, warê pleantropologiyê tevlihev kirine. Ji çemê Bosn gelekî çêkirine, jê re boşnak gotine (bê me û Tirkan kes vê weha nizane) Ji pomagatan (bi Sirbî cerdewan) pomak afirandine, wisa jî warê ziman warê etimolojiya peyvan lewitandine. Niha jî bi RTE û AKPê baweriyeke cihanî dilewitînin. Bila karneyên yan jî ew /karnameyên zarokan li ser xêrê bin.

22.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ji Gultan Kişanak û Abdullah Zeydan peyam

ad

Sir Ian Holm mir

ad

UEFA 2 serî Lîgê Şampiyonan ro MC qedexe kerd

ad

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

ad

“Rojbaş Diyarbekir” min bêriya te kiriye

ad

Romeke nû ‘Stêrkek Xuricî Ferêt’ derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname