logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Em çi bikin gelo?

Tiştê diyar ew e, em ew kesên ji nifê 70'yî ne ji her tiştekî bêpar mane. Em û civata me ya li welêt li hev nakin...

  • Dîrok: 12/06/2008
  • Beş: Serbest

Bûbê Eser

Li bakurê welatê me û li Tirkiyeyê di navbera salên 70 û 80'yî de xebatên welatparêz û şoreşgerên kurd bi awayekî çalak dihatin kirin. Her kes û partiyan ji dil kar û xebat dikirin da ku rojekê berî rojekê welatê xwe ji destê dagirkeran azad bikin. Di nava wê kefûleftê de hin welatparêz û şoreşger ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî dihatin û hatin girtin. Gelekan ji wan zehmetiyên nedîtî dîtin. Îşkenceyên bêhempa li wan hate kirin. Gelek ji kesên wiha ketin zindanan. Piştre jî 12'ê Îlona 1980'yî bi ser me de hat û darbeya leşkerî êdî bê serûber kes digirtin. Lêdan û îşkence bi wan dikirin. Hin kuştin, hin jî seqet hiştin. Hin bi ciwanî ketin zîndanan û bi porê spî derketin. Hin jî ji ber wê xezeba 12'ê Îlonê anîbû, xwe nedan dest û reviyan. Ji mecbûrî li Ewropa û li hin welatên din bi cih û war bûn. Ev kesana bêtirên wan ji nifşê salên dawiya 60 û destpêka salên 70'yî heta sala 1980'yî bûn.

Ji bilî hin îstisnayan nifşê salên 70 hemû çalak bûn, durustbûn û tenê berjewendiya welatê xwe û azadiya wî difikirîn. Loma jî bê qeyd û şert tim karê xwe dikirin. Lê çi mixabin piraniya vî nifşê ji ber wê xezeba 12'ê Îlonê welatê xwe terikandin. Lê dîsa ji van camêran gelekan li gor hêz û teqatên xwe, li gor zanîn û têgihiştina xwe li Ewropa jî vala nesekînin. Ji bona fêrbûna zimanê xwe yê şêrîn dest bi xebatê kirin. Kovar û rojnameyên bi zimanê dayikê derxistin. Hêdî hêdî dest bi nivîsandina çîrok, helbet û romanên kurdî kirin. Kombûn, sohbet, şîn û şahiyên xwe bi zimanê xwe kirin. Bi vê yekê ziman bi pêşve xistin. Lê tim jî rexneyên giran ji welêt ji bona van kesên me dihat kirin û digot in: ”We welat di nava êgir de hişt û hûn hemû reviyan. Ka hûn çi dikin, çima nayên. Hûn tirsiyan û kesên tirsonek jî sîngê boz nabînin û hwd.” Elbet van gotinan ji bona me ne rehet bûn. Lê...

Kesên me yên siyasî yên bi kuçe û kolanên Ewropa ketibûn, li gor xwe xebat kirin, gelekan ji wan jî di hin waran de xwe gîhandin. Zanyariyên xwe zêde kirin. Fêrî siyaseta rast û durust bûn. Tê gihiştin ku azadiya welatan divê li gor şertên wî bibe. Fêm kirin ku bi reçeteyên hazir welat azad nabe. Û fêr bûn ku divê hin ji wan li welêt vegerin da ku xebata rast û li gor berjewendiya gel bidin meşandin. Loma jî dema hinan derfetên vegerê dîtin, xwestin piştî demek dirêj li welatê xwe vegerin. Van zanîn û têgihiştinên xwe bide yên welêt. Lê yên li welat digot in; ”Hûn bi salan li Ewropa mane, êdî hûn nikarin li gor şertên welêt tevbigerin”. Rastî jî digotin ji ber ku gelek guherandin pêk hatibûn. Loma jî kesên li welêt, mayîna kesên li Ewropa li ciyên wan baştir dîtin. Li gor vê jî em jî xebatên welêt bêpar man û me her xwest em li Ewropa karê xwe bikin û piştgiriya birayê xwe ve rabin. Ji xwe wan jî wiha dixwest in. An jî rastî ev bû. Em man li Ewropa. Lê vê carê gelek braderan em weke fabrîqeya ku pereyan çê dike, dîtin. Tim pere xwestin, dema te nikarîbû bişanda jî tu gunehbar dihatî dîtin. Lê me dîsa her xebat dikirin…

Me dît ku hevalên li welêt ji me û li welêt siyasetkirina me ne razî ne. Me êdî xwe li Ewropa bêtir bi zimên ve mijûl kir. Hêdî hêdî nivîskarên me li Ewropa peyde bûn, derketin û nivîsandin. Di destpêkê de her çiqasî me zimanekî zeîf jî bi kar dianîn, lê wir de vir de ziman û berhemên xurt hatin afirandin. Di destpêkê de ji ber mecal tune bû, me berhemên xwe li Ewropa didan çapê û belav dikir. Gelek berhemên nivîskarên me bi alîkariya hin dewletên Ewropa jî hatin çapkirin. Yanî ji bona çapên pirtûkên kurdî hema hema zerarên maddî nedibûn. Lê her ku berhemeke me derdiket, kes, nas û dostên welêt jî kêfxweş dibûn û dixwestin wê bi dest bixin. Me bi riya postê pirtûkên xwe dişandin welêt, lê ev him gelek biha him jî dikarî bû ji kesên ku pirtûk jê re dihare hin rîsk peyde bike.

Piştî ku derfetên çapkirina pirtûkên kurdî li welêt peyde bûn. Loma me xwest ku em berhemên xwe li welêt bidin weşandin da ku nas û dostên me jî bi xebatên me bizanibin, berhemên me bibînin, bixwînin. Loma me bi weşanxanên kurdan ên li Tirkiyeyê re têkilî danîn da ku em berhemên xwe li welatê xwe yê şêrîn bidin weşandin. Gelekan ji me bi xwediyên weşanxanan re têkilî danî ku berhemên me bidin weşandin. Hemûyan an jî yên me têkilî bi wan re danîn, digot in: ”Çapkirina hemû berhemên kurdî zerar in. Ji ber ku nayên firotin. Hûn li Ewropa ne îmkanên we baş in. Eger hûn hin alîkarî bikin em ê bi vî karî re rabin” Me jî got baş e, çima na. Madem rewşa pirtûkên kurdî li welêt xerab in. Em hin alîkarî bikin da ku li wir berhemên kurdî zê de bibin. Gelekan ji me ev kirin, dikin û wê bikin jî. Alîkarî baş e ku mirov pîbarî hev rabin. Hin weşanxane jî perên me xwarin bê ku berhemêm me çap bikin an jî hinan ji me re bişînin.

Lê îcar hevalên nivîskarên welêt, me rexne dikin û dibêjin: "Nivîskarên li Ewropa yên kurd, weşanxanên li welêt hemû fêrî peran kirine. Loma êdî em nikarin bi rehetî pirtûkên xwe bidin weşandin”. Ev jî rast e, wiha ye û camêran bi heq in. Ji ber ku carinan egerên baş dibin sedemên xerabiyan. Lê ka em çi bikin? Eger em peran nedin wê berhemên me li welêt neyên weşandin. Em didin îcar birayên me yên nivîskar me rexne dikin. Gelo em dikarin bi hevre çareseriyeke çawa ji vê re bibînin? Ez bi xwe nema dizanim. Tiştê diyar ew e, em ew kesên ji nifê 70'yî ne ji her tiştekî bêpar mane. Em çi dikin em û civata me ya li welêt li hev nakin ango perçên me hev nagire.

Me xortaniya xwe nedît. Em bi evîna dilê xwe nejiyan. Gelek ji me di temênê mezin de zewicîn. Zarokên wan weke nebiyên wan in. Gelekan ji wan mirina bav, dê û mirovên xwe nedîtin, di taziya wan de rûneniştin. Çenek ax ne avêtin ser mezelê wan. Zêde yî 20 salan e ku bi hesreta welêt dijîn. Ji ber xebatên xwe yên siyasî û çandî li Ewropa jî nebûn xwedî pere. Dîsa jar û hustuxwar man. Hûn ya rastî bixwazin hemû êş, cefa û kedên nedîtî, kesên me yên ji nivşê salên 70'ê dîtin û dibînin. Ev hîn jî nehatiye fêm kirin ya jî hin naxewazin vê bizanibin. Tenê bi çavên ku em weke kûpên peran in lê me dinêrin…

Lê ka em çi bikin? Li gor min divê em ji xebatê sar nebin û karê xwe li gor zanîn û têgihiştinên xwe bikin, berhemên xwe biafirînin. Van xebatana wê di avê de neçin. Eger îro qîmet û rûmeta me tune be jî xem nake, sibê wê bibe. Ya girîng divê em rûmeta karê xwe yên me kirine bigirin û xwedî li kedên xwe derkevin.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelk nikarin fatûreyên xwe bidin, va ne îstatîstîk

ad

Pamukoglu partiyeke ava kir

ad

Mebûsa jin pirtûka erotîk dixwîne

ad

Hunermendê kurd ji ber koronayê wefat kir

ad

Ji ber bi kurdî axivî lêdan

ad

‘Serkêş’a Cihan Roj

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname