logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî

Du remzên teatrealî hene. Dema ku mirov diçe temaşeya lîstîkeke şanoyî, di ketina deriyê eywanê de rûyê mirovekî/ê ku

  • Dîrok: 28/05/2013
  • Beş: Serbest

Welat Dilken

Du remzên teatrealî hene. Dema ku mirov diçe temaşeya lîstîkeke şanoyî, di ketina deriyê  eywanê de rûyê  mirovekî/ê ku du hal û rewşên wî/wê  dide xuyandin mirov pêşwazî dike. Aliyek bi  rûkenî dibêje tu bi xêr hatî, lê aliyê rû yê din bi êş û xembar e. Belkî ew rû, derûnî, hest û hizra mirovê ku di nav cîhan û jiyana xwe ya tekakesî de qeyran û şabûn xwe li ser rûyê nîşanî derdora dide ye. Belkî jî dixwaze him xem û him jî êşa xwe ji sifreya parvekirinê re veke.  Lê, ji wê parvekirinê re gelo kesên din, ango yên ku temaşe dikin, ji barê wî/ê kesê ku êşê dikşîne çiqasî hildidin ser milên xwe? Yan,  kesên ku temaşeyî wê êş û şadiya hundirîn a mirovî dikin, jê re çiqas dibin hogir û hevrê.
Belê, ew sûretên şanoyî li ser rûyê her mirovî hene. Mirov wek sêva ku di ortê re hatiye parçe kirin e. Aliyekî xwe şadî û bextewarî aliyekî xwe êş û tenêtî.                                                                             Lê di wêje û hunerê de ne wisa ye.  Êş û tenêtiya ku di jiyana mirovê hunermend, wêjekar (helbestkar) de tê jiyîn ne wekî ya her mirovî ye. Pires ev e; çi cûdahî di navbera tenêtiya mirovê ji rêzê û yê hunermend de heye? Çima tenêtiyeke bi tenê heye, lê ew tenêtî li ba girse (qelebelixiya) mirovan cihê ye, lê li ba mirovê hunermend cihêtir e!? …
Dema em bala xwe bidin pirsên ku hunermendên navdar ên cîhanê dane vê pirsê em dibînin ku her yekî/ê ji wan li gorî xwe ew pirs pênase kiriye. Ango, li gorî xwe bersivek daye vê pirsê. Lê, li gorî min bersiv ev e: Tenêtiya mirovê ji rêzê tenêtiyeke ku ji bêpiştevanî, bêxwedîtî û bêderfetiyê de peyda dibe ye. Tunebûna van tiştan dibe tenêtiya mirovê ji rêzê, yanî tenêtiya wî/wê tenêtiyeke madî û manevî ye. Lêbelê, tenêtiya hunermendî ne ew tenêtî ye. Bêguman, ew jî wekî mirovê ji rêzê hewceyî bi dostan, derfetan û piştevaniyê dibe. Tunebûna derfetên jiyanî wî/wê jî mîna kesên din dixe nav tengasiyan, û bo kirîna nanekî yan kirîna pirtûkekê  yan bi hezkiriya/ê  xwe re li kafekê vexwarina qehweyekê, ku berîkîn wê/wî  vala bin, ew ê bi vê bêderfetiyê re gelekî biêşe. Lê, ew yek dîsa ne sedema tenêtiya hunermendî, wêjekêr e.
Cudahiya mirovê hunermend û mirovê ji qelebelixê ev e: Cîhana mirovê ji rêzê cîhaneke madî ye û tenêtiya wî/wê jî tenêtiyeke madî ye, lê cîhana mirovê hunermend bidestxistina cîhaneke ku ji xeyalên lirêderketî pêk hatiye. Loma jî, tenêtiya hunermend ne tenêtiyeke madî, tenêtiya wî/ê tenêtiyeke ramanî û hestiyarî ye. Ew her dem li pey xeyalên xwe ye, bi wan re dijî, bi wan re radikeve, bi wan re digere, bi wan re diêşe û dikene û bi wan re bi tenê ye. Pirsên wî/wê hene, ew her dem li pey bersivan e. Ew bi xeyalên xwe jiyanê, mirovan, diyardeyan vediçirîne. Dikeve navenda wan, pirsan peyda dike û li bersivan digere. Di vê rêwîtiya wê/wî ya xeyalkirina cîhaneke dîtir û li rê derketî, pirsên wî/wê bêbersiv in. Her çiqas a ku hunermend dike çalakiyeke tekakesî be jî, lê pirsên wî/wê ne di derbara jiyana wî/ê ya tekakesî de ne. Pirsên wî/ê yên di derbara jiyana hemî mirovan de ne. Lê ev civata mirovahiyê qet ji bersivîn wî re eleqeder nabe, qîmetekê nade pirsên wî/ê. Di dema veçirîna hurgûliyan de tiştên ku ew dibîne, wî/ê ditirsînîn, xembar dikin, dêşînin û bêbersivmayîna pirsên wî/ê hingê vediguherin  tenêtiyeke hunermendî û hunerî. Lê ew êş, tirs û xem ji wêrekiya wî/ê tiştekî kêm nakin. Her ku ew di nav tariya mirovî de diçe ew ewqas wêrek dibe. 
Erê, mirovê ji rêzê li hemberî tenêtiya xwe bi piranî bêdeng e, lê mirovê hunermend ne bêdeng, ew bi hunera xwe serhildêr e. Bi çi serî radike bi hunerê, hunerê ji ku peyda dike ji xeyalan, xeyal çi çekê didin wî/ê, hêmayê. Yanê hunermend, kesê xwedî xeyal e, xeyal wî/ê dixin pey peydakirina cîhaneke bedewtir.
Cîhana heyî têra wî/ê nake. Cîhana ku ew xeyal dike cîhan û jiyaneke bedew e, pak e, bi dad e. Lê cîhana real qirêj e, genî ye, bê dad e. Loma hunermend dibe qirîna “na” (itraz)ê.  Guhên hunermend bi awayekî din dibihîsin, çavên wî/ê tiştên veşarî dibînin, hestên wî/ê li evîn û humanîzmeke din diçêrin. Hunermend, a ku dibîne, ya ku dibihîse û ya ku hest dike, bi derfeta xeyalê û bi riya hêmayê û bi hêza hizrê vediguherîne hunerê.  Dixwaze ya ku bihîstî, ya ku dîtî û ya ku hest kirî bi riya hunerê ragihîne girseya mirovî. Ew bi helbest, roman, çîrok, şêwekarî,  music, teatrel, sînema û dansê dixwaze peyama xwe, daxwaz û îtraza xwe bigihîne girseyan.
Erê, hunermend kesê bi tenêtiyê re bi wêrekî hevaltiyê dike ye. Tenêtiya wî/ê ne ew tenêtiya evîna tuneyî ye, hestên qels, derfetên tuneyî û fikrên valayî ye. Berevajî, tenêtiya wî/ê ya evîna heyî, hestên ku nayên zevtkirin û fikrên lirêderketî ne. Tenêtiya wî/ê ya di nav xeyal û hêmayê de, bi dîtîn, hestkirin û bihîstîna rastiyên veşarî ye. Dema di xeyalê de dibîne, dibihîse, hest dike û dihizire bi tenê ye. Ya ku ew dibîne, dibihîse û hest dike mirovê ji rêzê nabîne, nikare bibîne jî. Loma dema ku hunermend li derdora xwe dinêre ka kesek din jî ligel wî/ê heye da ku xwe tenê hest neke, lê dinêre ku li derdorê kesek wekî xwe tunê, hest nake û nahizire. Yanê li derdorê kes tunê û ew bi tenê ye., Vega  dixwaze bi riya hêmayê wê şahidbûna xwe bike huner û bêje, min dî, bihîst, hest kir û ez dihizirim û ev rastî jî heye. Lê hingê jî li derdora xwe kesî nabîne yan jî kêm kesan dibîne û dîsa bi tenê ye. Ango ew tenêtiya hizrî, hestiyarî, dîtin û bihîstinê ye. Tenêtiya wî/ê di dema peydakirina pirsan de, ku ew pirsên erjeng in û bi bêbersivmayînê re derdikeve holê. Dema ku bi hunerê pirsa xwe bi nav dike û wê bo fahmkirinê raberî girseyan dike, dixwaze  ku nasnameyekê ji wê huner-pirsa xwe re peyda bike. Lê ew nayê famkirin û hingê tenêtiya wî/ê duqatî dibe û vega ew, tenêtiyeke duqatî ye.
Lê divê em bîra nekin, çalakiya wî/ê tenêtiya çalakiyeke tekakesî ye. Ew di hundir, dil, hiş û bedena xwe de ji xeyalên xwe pirsan peya dike, pirs dibin hêma û ji wan hêmayan hunerê diafirîne. Dema ku wî/wê ew huner pêşkeşî girseyan kir, eger ku estetîk, bedewî û dîsîplîneke hunerî û wêjeyî têde hebe, him ên kiryar (alıcı) şad in û him ji, xwedî huner bi arezûyeke lirêderketî bi tevî tenêtiyeke hundirîn, bextewar e êdî.
Erê, ji pirsên ku ji xeyalên cîhan û jiyaneke bedewtirîn  hatine peydakirin û bêbersiv mane, di nav wan bêbersivmayînê de, hunermend tenêtiyeke hizrî û hestiyarî ye. Lê bi tenê tiştek dikare giraniya êşa pirsan û tenêtiya wî/ê sivik bike û jê re bibe nefes, bibe hêza tehmûlkirinê ya jiyana heyî ku bi pirsên erjen bêbersiv tê jiyîn. Ew jî ev e, di dilekî pak de evînek bêhesêb, delodîn û bêsînor.             

welatdilken@hotmail.com


     

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

news
  • 19 10 2025

603 kevirên çargoşe û obsesîfek

news
  • 19 10 2025

Li pencereyê me yadê 

news
  • 14 10 2025

Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Agahiyên li ser merasima sondxwarina Trumpî

ad

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji herêma Xazir ve dest pê kir

ad

Mîrname û erotîzmeke nepen

ad

Pêşbaziya Helbest û Çîrokan a Kenan Mak dest pê kir

ad

Nivîskariya Salihê Kevirbirî hat nîqaşkirin

ad

Ji bo HDP'ê anketa herî balkêş Gezîcî çêkir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname