Diyarname
32'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku weşanxaneyên kurdan jî dike mêvan hêdî hêdî tê.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP îsal di navbera 2-10'ê meha sermawezê de deriyên xew vedike.Fûar îsal bi diruşma "Dîrok: Pêşeroja di paşerojê de" li dar dikeve. Îsal mêvanê rûmetê yê fûarê dîroknivîskar Tamer Timur e. Timur di sala 1958'an de ji Fakulteya Zanistên Siyayî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye, heman salê li heman fakulteyê dest bi asîstanî kiriye. Ew di sala 1968'an de bûye doçend, 1979'an de jî bûye prof. Taner Timur di dema Derbeya 12'yê Rezberê de dest ji kar ber dided û diçe Parîsê, sala 1992'yan de vedigere û li heman zanîngehê karê xwe heta 2002'yan didomîne.
Nivîskar Tamer Tîmur di nav xebata xwe de li ser dîroka Osmanî, Dîroka Şoreşa Tirk, Dîroka Siyasî ya Tirkiyeyê kûr bûye û di vî warî de gelek gotar û pirtûkên wî hene.
Welatê rûmetê: Çîn
Îsal welatê mêvan jî Çîn e. Di vê çarçoveyê de Çîn bi wêje û çanda xwe dê bibe mêvanê Stenbolê. Ligel weşanxaneyên Çînê, nivîskarên navdar ên Çînê jî dê di fûarê de bibin mêvan.
Li gor agahiyên berpirsên fûarê dan me îsal li dor 600 weşanxane û saziyên dê beşdarî fûarê bibin, û ji ber nebûna cih saloneke nû jî lê zêde kirine. Di fûarê de li dor 200 çalakî dê li dar bikevin ku di nav van de hin çalakiyên kurdan jî hene. Hen wiha ji 40 welatî dê weşanxane, ajansên xwedî telîfê û nivîskarên mêvan dê li fûarê amade bin.
Li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me îsal piraniya weşanxaneyên kurdan dê li fûarê amade bin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
REKLAM:
MAZGAL tê nîşandayîn
Dîrok: 11.10.2013, În
Saet: 19.30
Cih: Garaj İstanbul
Navnîşan: Tomtom Mahallesi, Yeni Çarşı Caddesi,
Kaymakam Reşat Bey Sokak 11A,
Beyoğlu-Istanbul
Telefon 0212 244 44 99
(Not: Li ser Kolana îstîklalê Yapi Kredi heye, li ber wê jî 'Zara' heye. Ji ber Zarayê re dema mirov bikeve hundir kuçe destê rastê ve dizivire. Piştî 30-40 metreyî Garaj İstanbul li wir e)