logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?

Der barê helbestvanên kevn ên kurdan de kêm tişt têne zanîn.

  • Dîrok: 23/08/2008
  • Beş: Serbest

 

Şengul Ogur

Der barê helbestvanên kevn ên kurdan de kêm tişt têne zanîn. Destnivîsên helbestên wan pir kêm in û bi piranî li ber destên hin kesan di quncikên tarî de veşartî ne. Piçek agahiyên ku der barê jînenîgariya wan de tên dayîn jî, hev û din nagirin. Lewre der barê wan de her rastiya herî biçûk ku mirov dikare derxe holê jî gelekî hêja û giranbuha ye. Ev dilopên biçûk ên rastiyê dibin xelatên biçûk ji bo bibîranîna yekî ku ji bo kurdan xwediyê evîneke mezin e û ji bo çand û dîroka kurdan xizmeteke mezin kiriye. (D.N.MacKenzie, Kovara Zend, hejmar 9, wergera ji îngilîzî Samî Berbang)
Eva demeke ku ez bi dû dîroka rast a jidayikbûna Melayê Cizirî  ketime. Lê çi dema ku min xwest ez dîroka jidayikbûna Cizirî bibînim, ji Cizirî bêhtir navê Feqî kete pêşiya min. Lêkolînvanên me ên ku serê xwe bi dîtina vê rastiyê re diêşînin ji bo ku vê rastiyê bibînin pêşî serî li dîroka jidayikbûna Feqî didin. Sedema vê yekê jî helbesta ku hem di çapa Hartman, hem jî di çapa Melayê Zivingî de cih digire ye. Helbest ev e:
Feqî:
 
Selama min heqîrê sedefek
tivê têkin
Îro di Cezîrê heq e li Melê kin
Ku ji derba tîrê derman heye
lê kin

 
Mela:
 
Selamên milyaketan bêhed û
bêhisêb bin
şubhetî avên şetan ji Mela,
li Mîm û Hê bin
Hilakên ji zehmetan derman
ji lam û bê bin

 
Feqî:
 
şerbeta lam û bêan nadim
ez wê bi heyatê
Me. dena dal û rêan dibarî-
nin nebatê
Izhar dikin me. neya ji husna
but û latê

Ji vê helbestê, melayê zivingî digihîje wê encamê ku Mela û Feqî di heman demê de jîyane.

Li Muhammed heft felek
çûne, ji hucret dewr gelek çûne
Hezar sal çil û yek çûne, ev
xezel hate dîar e

Bi vê helbestê jî ku Melayê Zivingî bi dest xistiye, bi hesabên ebcedî digihîje dîroka jidayikbûna feqi ku ev jî 1601 e.

Di heman demê de Melayê Zivingî jî wekî Emin Zeki, Belic Şêrko, Elaedin Secadi, dibêje Feqiyê Teyran ji Makûyê ye. Lê di pirtûka, Dîroka Wêjeya Kurdî de, Feqî Huseyin Sagniç li ser makûyebûna Feqiyê Teyran wiha dibêje: “'Belê feqiyekî makûyî heye û ji ber serwextî û zanîna wî hinekan jê re Feqiyê Teyran gotine. Lê belê tu tu peywendî di navbera wî û Feqiyê Teyran ê mîsoger de tune ye. Ji xwe, di navbera jîna wan de, nêzîkî du sed salî heye û ew feqiyê makoyî ne helbsetvanê gel e.”

Ji vê nîqasê xuyanî dibe ku bi hindikayî du Feqiyê Teyran hene ku ev her du Feqî jî ne di heman demê de jiyane û ne jî ji heman deverê ne. Bo çi bi hindikayî dibêjim? Lewma di cilda dehan a Ansikolpediya Ewliyayan (Evliyalar Ansiklopedisi) de, di nivîsa sernavê Resul Zekî efendî de ez  li navê Fakih Tayran rast hatim ku di vê nivisê de dibêje Fakih Tayran yek ji wan şagirtên jêhatî yê Resul Zekî efendî ye. Di vê nivîsê de tê diyarkirin ku Resul Zekî efendî di destpêka sala 19’an de çûye ser dilovaniya xwe. Di malpera Bahcesaray.com de, dîroka mirina Resul Zekî efendî wekî 1907 tê diyarkirin. Naxwe ku rastiya vê çavkaniyê hebe em dikarin bibêjin ku Feqiyê Teyran di sedsala bîstan de dijiya.
Dîsa di Ansiklopediya Evliyayan di cilda dehan de tê gotin ku rojek ji rojan Feqiyê Teyran li ser Pira Sor a ku di bin re ava Miksê diherike rawestiyaye û wiha xîtabî ava Miksê kiriye:
“Ey av, ey av! tu wiha bi ku de diherikî. Bi şev û bi roj bi axin û nalin, bê rawest diherikî?”
û avê wiha bersiv daye Feqiyê Teyran:
“Ey mirov! Ew qas nebî, ew qas welî bihurîn. Tu kesî nexwest sedema herikîna min hîn bibe'”
Feqî: “Ew mezin bûn. Wan dizanibû ku nepirsîn. Lê ez nizanim di navbera me de pir cudahiyê heye.”'
Av: “Binêr, ez jî girtiyê yekî wekî te me.

Em çend helbestine din jî ku wekî ên Feqiyê Teyran têne qebûlkirin û bi riya van helbestan encamên ku jidayikbûna Feqî û mirina Melayê Cizirî tê ditîn û çend pirsan bikin:
Li Muhammed heft felek
çûne, ji hucret dewr gelek çûne
Hezar sal çil û yek çûne, ev
xezel hate dîar e,

Bi vê helbesta ku Melayê Zivingî bi dest xistiye, bi hesabên ebcedî dîroka jidayikbûna Feqî (1631) tê deranîn û bi vê ve girêdayî jî dîroka ku Melayê Ciziri jiyaye (1640)
Heft eyn û lam ji hev bûn cida
Şîn û girî dîsa tê da
Bi vê helbestê jî ku Celadet Bedirxan gotiye ji bo mirina Melayê Cizirî ji hêla Feqiyê Teyran ve hatiye nivisin. M.B Rûdenko jî vê helbestê bi hesebên ebcedî bi du awayan deşîfre dike û digihije du hijmaran.
ku yek ji van hejmaran 1408 e, a din jî li gorî hesabên koçî 1050 ye.
Niha li ser van taritiya ku li ser dema jiyîn û mirina  Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî em dikarin çend pirsan bikin:
1) Gelo çend Feqiyê Teyran hene?
2) Gelo Feqiyê Teyran ê ku bi Melayê Cizirî re hevaltî kiriye û pê re helbest nivîsiyê kîjan Feqiyê Teyran e? Feqiyê ji Makûyê ye, an ê ku ji Miksê ye û di 1631’ê de jiya ye, an jî, Feqiyê Teyran ê Miksî ku di sedsala 19’an de jiyaye?
3) Feqiyê Teyran ê ku helbesta, “Ey avê av” nivisî û yê ku bi avê re axiviye heman kes in an na?
4) Helbesta, “Ey avê av” ji bo Çemê Dîcleyê hatiyê nivisîn an ji bo ava Miksê?
4) Gelo nabê ku Celadet Bedirxan di bîra xwe de xelitî be?

Çavkanî
1-Kovara Zend,hejmar 9,
2-Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyn Sagniç,Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
3- Evliyalar Ansiklopedisi, Cild 10, sal 1992, Çapxane Îhlas Gazetecilik Holding
4- Bahcesaray.com
5- http://www.dinikitablar.com/modules.php?name=Encyclopedia&op=content&tid=4239

 

**

gernus@msn.com

***

Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!

- Ji albuma wêneyên şikestî

- Giriyê Mirinê

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dîmenên ji zivistana Amedê

ad

Ji bo 'Kargeha Nivîskariya Afirîner' dema serîlêdanê ye

ad

Benda Hilbijartinê nehişt Silêman Çawîş şer rawestîne

ad

Klîba Hefteyê: Ji Dilşad Seîd Senfoniya Şengalê

ad

'Dîtin û Bîrhatinên Min' derket

ad

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê cihê Rusyayê bigire?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname