Hunermend Mehmet Atli ji Amedê ye. Me ew ji Koma Dengê Azadî nas kir. Piştî belavbûna komê wî bi serê xwe karê xwe ya muzîkê berdewam kir. Pêşî bi albuma xwe ya yekemîn a solo bi "Jahr"ê derket pêşberî guhdaran û ji xwe re ciheke taybet di nav dilê wan de çêkir. Atli niha jî bi albuma xwe ya bi navê "Wenda" di rojevê de ye. Di albumê de 12 stranên bi navê 'Ya Erê Ya Na', 'Pismamo', 'Wenda', 'Kennêr', 'Şino Nino', 'Name', 'Pisîk', 'Li Geliyekî', 'Ay Lê Gulê', 'Gelawêj', 'Qefes' û 'Havîn î' cih digirin.
Ji ber derketina albuma wî ya nû em "Pismamo" ya Mehmet Atli dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.


