Cemil Oguz
HDP'ya Stenbolê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Sînan Erdem li dar xist. Ji serê sibê de HDP'yî ber bi salonê ve ketin rê. Di salona mezin ku tije bûbû de bi ser deh hezarî re mirov amade bûn. Vane notên ji kongreyê:
- Du pêşkêşvanên kongreyê hebûn: Kurik û keçikek bi kurdî û tirkî pêşkêş dikirin. Yê bi kurdî pêşkêş dikir gelek serketî bû, kurdiya wî gelek baş bû.
- Salon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Mazlum Dogan, Kemal Pîr û hevalê wî, Denîz Gezmîş û hevalên wî, wêneyên şehîdên Kobanî Arîn Mîrşan Nejat Suphi Agirnasli, Kader Ortakkaya û Sîbel Bulut hatibûn daliqandin. Her wiha wêneyek mezin ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û hin wêneyên din daliqandibûn.
- Pankartên wekî 'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî', 'Em silavê li berxwedana Kobanî dikin', 'Bê ziman jiyan name' (ev pankart bi kurmancî, zazakî, tirkî û îngilîzî hatibû daliqandin), her wiha pankartên ji bo Roboskî hatibûn amadekirin dilaqandibûn.
- Li ber derî ji kovarên kurdî heta yên çepên tirkan, gelek kovar û pirtûk di stand û hin di destê ciwanan de dihatin firotin.
- Berhevkirina îmzeyên ji bo azadiya Ocalan yek ji xebatên li kongreyê dihatin kirin.
- Hin ciwanan bi wêneyên Ocalan fotoyên xwe dikişandin.
- Aleke Kurdistanê jî di destê mêvanan de hatibû vekirin.
- Alên HDP'ê ku her ku coş bilind dibû bilind dibûn û coş didan solanê.
- Li ber maseya dîwanê bi kurdî û tirkî pankarta "Hûn bi xêr hatin jiyana nû" hatibû daliqandin.
- Diruşmên wekî "YPG dimeşe erd û ezman diheje", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bilind dibûn...
- Ji bo serokatiya dîwanê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate hilbijartin. Di axaftina xwe de Kişanak got ku ev kongre ji bo meşa serketinê gava pêşîn e. Amed bi biryar e ku bendava hilbijartinê têk bibe, îro Stenbol jî li vir heman tiştî dê nîşan bide.
Axaftina Hevserokên Stenbolê
- Hevserokên HDP'ya Stenbolê axaftina xwe ya sipasiyê kirin. Hevserok Şamîl Altan di axaftina xwe de got; "Ger em niha dikarin stranên xwe vebêjin ev bi saya şehîdên me ye." Altan silavên xwe ji bo berxwedêrên li girtîgehên Îranê, silavên xwe ji bo yên li dijî AKP'ê têdikoşin û silavên xwe ji bo Qendîlê şandin û got, "Silav ji bo Ocalanê ku di sedsala 21'ê de rêya vejînê nîşan da." Li ser vê salon hemû rabû ser piyan û bi deqîqeyan diruşmên ji bo Ocalan bilind kirin.
- Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Emrullah Bingol jî axivî û got: "Neviyên Şêx Seîd, Seyîd Riza, rêhevalên Ocalan îro li Kobanî ber xwe didin, silav ji wan re."
Bi zimanên cuda silavkirin
- Yek ji nûbûnên ku hatibû kirin jî bi gelek zimanên cuda kes derketin ser dikê û li ser navên gelên xwe silav li salonê kirin. Li ser navê tirkan, kurdan (du kes, bi kurmancî û zazakî; wekî notek: Pêşkêşvan bi gotina rast 'Niha li ser navê gelê kurd bi kurmancî/zazakî dê silav bê kirin' ew vexwendin ser dikê), ereban, ermenan, çerkezan, lazan, rûman, suryaniyan, boşnakan, gurciyan, êzîdiyan kes derketin ser dikê û bi zimanên wan silav li kongreyê kirin. Di kongreyên HDP (û partiyên berî vê de) yekemîn car bû tiştek wisa çêdibe.
Serleşkerekî YPG'ê beşdarî kongreyê bû
Bi rêya skype ji Kobanî yek ji serleşkerên YPG'ê Cemîl Mazlûm û şervanê Hêzên Hevbeş Bayram Kurtuluş bi awayekî zindî beşdarî kongreyê bûn. Kurtuluş ku rûyê wî hatibû pêçan bi tirkî, Cemîl Mazlûm jî bi kurdî axivî. Mazlum wisa got: "Em silav li têkoşûina gelê me yê Bakur dikin. Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê em bi serketin derbasî sala 2015'an bûn, emê hîn bi hêztir, xurtir vê têkoşîna xwe bidomînin. Çi dibe bila bibe em soz didin emê ber xwe bidin. Emê vê berxwedanê bidomînin û dest bernedin. Em dizanin xweseriya Kobanî tê çi wateyê, beşdariya ku tê kirin ji bo çi ye. Emê vê şopdariya vê xweseriyê, şopdariya rêza Serok Apo bidomînin. Serkeftin a me ye."
Soylu tercihek baş e
- Wekî notên giştî ger em bibêjin: Berxwedana Kobanî, coşa şoreşê, YPG û daxwaza coşa wir xwe li kongreyê bi rehetî nîşan dida. Vê yekê kir ku kongre zêdetir bi coş derbas bibe. Cesim Soyluyê ku ji bo Hevserokatiya Rêxistina Bajêr (ligel Soylu, Ayşe Erdem jî wekî hevserok hate hilbijartin ku ew ji çepên tirk tê) hat hilbjartin tercihek gelek baş bû. Soylu (kurê Mele Kerem Soylu yê rehmetî ye) bi kurdî hem dizane biaxive û binivîse, bi dehan salan e di nav vê têkoşînê de ye û di vê rê de ketiye zindanê jî. Fikra gelek kesî ku bû ku Soylu wekî tercihek baş derket pêş.
Meseleya hilbijartinê jî yek ji meraqên li kongreyê bû. Ji her du Hevserokên HDP'ê bigire heta seroka dîwanê (Kişanak) gelek kes li ser vê sekinî. Hêviya têkbirina bendavê bi kongreyê de asteke din bilind bû.
Demîrtaş: Her sê partî niha di nav xofê de ne
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş axivîn. Demîrtaş bi bîranîna şehîdên Cizîrê dest bi axaftina xwe kir, dûre bal kişand ser nexweşiya qansêrê ya Murat Bozlak ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin (ber êvarkî wefat kir) û xwest salon ji bo Bozlak li çepikan bidin. Demîrtaş ji bendavê heta jiyana nû qala gelek tiştî kir. Vane notên ji axaftina Demîrtaş:
- Sazkirina jiyana nû girêdana bi şehîdên me re ye.
- Gere baweriya me ya bi xwe xurt be. Derbekaran bendava sedî 10 anî, piştî wê hemû desthilatdaran ew bendav hembêz kirin. Bendava rastîn ya di mejiyan de ye, pêşî em vê bendava di mejiyê xwe de têk bibin. Dema baweriya me ya bi xwe hebe dê ji her derê Tirkiyeyê kes dengê xwe tevî dengê me bikin. Dizî, karên nelirê li cem wan e dibêjin emê sedî 50 dengan bigirin. Di dema ku bi dizan re ev baweriya bi xwe hebe, yê me gere baweriya me ya bi xwe hê xurtir be. Bi vê baweriyê em rehetir bendavê têk bibin.
- Niha me bendava hilbijartinê têk biriye, loma her 3 partî (qala AKP, CHP û MHP dike) ketine nava xofê. Bi qelemşorên xwe zorê li me dikin ku em wekî serbixwe bikevin hilbijartinê. Heta niha ji ber ku em wekî partî neketin hilbijartinê wan jî bendav ranekir. Niha emê wekî partî bikevin hilbijartinê û Stenbolê dê tevirê bigire destê xwe û bendavê têk bibe.
- Hêviya hemû kesên têne çewsandin bi me re ye. Yekemîn car e gel ber bi desthilatdariyê ve dimeşe. Em ji bo ku qesrê li siltan teng bikin dimeşin. Li cem wan xofê dest pê kiriye. Loma dixwazin em serbixwe bikevin hilbijartinê. Em yek jî wekî mebûs nehatin dinê, li ku dibe bila bibe emê ala têkoşînê bilind bikin. Dema me bendav têk bir emê mebûsên ku wan ji me dizîne ji wan bigirin. Ji niha û pêde dê meseleya bendavê li Tirkiyeyê nemîne.
- Em ne ji bo dewletê bi dest bixin dimeşin desthilatdariyê, ji bo dewletê teslîmê gel bikin em dimeşin. Em ji bo xizmetê ber bi desthilatdariyê ve dimeşin.
- Niha tirk dibêjin dewleta me, na ev dewlet ne a tirkan, ne a kurdan e. Enqere ne yê wan e, ji berê de Enqere bûye yê komek kesên bijartî.
- Kurdistan kirine çar parçe, parçeyeke wê jî li vir e. Jixwe heta niha dewlet ji bo kurdan dihat wateya zilmê. Ev dewlet ne a kurdan, elewiyan. Em tên ku vê feresata dewletê têk bibin, em dikin ku dewletê ji amûra ku zilmê dikin derxin.
- Dibêjin 'Em parçe neçin', ser seran, lê ev yek bi 'tekbûn'ê nabe. Kesên ku wekî wan nafikire rê li ber wan digirin, jiyanê lê teng dikin. Em dijî 'tekbûn'ê ne, emê bi parastina ziman û çanda xwe têkoşîna xwe bidomînin.
- Dahatiya welat ji sedî 80'ê bi destê karkeran tê lê di dema parvekirinê de yek didin van karkeran, yê din didin Bîlal (qala kurê Serokomar Erdogan dike) û wezîrên xwe.
- Emê ji AKP'ê parsa aştiyê nekin, emê hêza xwe xurt bikin, encax bi vî awayî aştî dikare bê. Aştî bi li mal rûniştinê nayê, bi têkoşînê tê.
- Emê di nêzîk de rêziknameya xwe ya jiyana nû, ya hilbijartinê, ya hikumetbûnê eşkere bikin û bi vî awayî Stenbolê dê mal bi mal, esnaf bi esnaf bigere. Yên me nas nakin, yên bi pêşdarazî ne, hûnê bi wan re bidin û bistînin û wan qanî bikin. Em wekî hevserok jî 24 saetan çi hewce bike emê bikin. Heta niha gelê me her tiştê xwe da, niha emê bikin.
Vaye rêveberiya nû ya HDP'ya Stenbolê
- Hevserok Cesim Soylu, Ayşe Erdem
- Endamên rêveberiyê: Ali Ekber Oguz, Aydemir Anli, Aysel Guzel, Ayşe Karadag, Cafer Selçuk, Cemal Demirok, Demet Şahin, Doruk Alkan, Erkan Karabay, Esen Aslandogan, Ezgi Can Simge Kureci, Filiz Yilmaz, Gizem Koçoglu, Gul Yilmaz, Hidir Karadaş, İlyas Demir, İsmail Agan, Kadir Tunç, Meral Alkan, Murad Mihci, Murat Ataş, Nural Dogan, Pinar Tarlak, Riza Taşdelen, Salih Baykal, Sema Anil, Seyran İpek, Songul Çelik, Suat Çorlu, Şemsettin Dolek, Turkan Esen, Zeynettin Bozkurt, Zuhal Tuncel.


