Diyarname
Kovara Tîrojê di hejmara xwe ya nû de meseleya "Aboriya Xweseriyê" girtiye dest.
Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Tîroj bi hejmara xwe ya 72'yan derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovar ku di her hejmarê de mijareke wekî dosya digire dest di vê hejmarê de li ser "Aboriya Xweseriyê" sekiniye. Azize Aslan, Sinan Alçin, M.Ender Ondeş û Ozgur Muftuoglu li ser meseleyê sekinîne û dîtinên xwe anîne ziman.
Ji bilî nivîsên tirkî, hin nivîsê bi kurdî jî di kovarê de cih girtine. Ji van Cîhan Roj li ser "Edebiyat hezkirin e hezkirin jî hêzeke rexneyî ye", Îbrahîm Genç li ser "Metaforeke Nû:“Kobanî” û di wêjeya kurdî de “Welat”", Îsmaîl Dîndar jî gotara "Şîr bi mast dibe mast" nivîsandiye. Her wiha Samî Tan meseleya "Kobanî çarenûsa herêmê diguherîne" girtiye dest. Ji bilî van nivîsên bi kurdî yên Zana Farqînî, Cemil Oguz, Mehmet Emîn Purçak, Omer Levenetoglu, Salihê Kevirbirî, M. Zahir Kayan, Ali Kizilgedik, Ali Gurdilî û Akman Gedik jî di kovarê de cih girtine.
Di beşa tirkî de jî kesên wekî Hakki Ozdal, Sezai Sarioolu, C. Hakkı Zariç, Ozgur Amed, Erdogan Aydin, Ayşe Hur, Ali Haydar Avci, Mustafa Pekoz, Aris Nalci, Mustafa Kara, Bariş Avşar bi nivîsên xwe cih girtine.
Ji aliyê helbestan ve jî helbestên bi kurdî yên Alî Aydin Çîçek, Yusuf Dere, Edîb Polat, Sidîq Gorîcan hatine weşandin.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


