Diyarname
Kovara sînemayê ya navdar Empire 500 fîlmên Herî Serketî yên Her Demê hilbijart û "Godfather" bû yekemîn.
Empire ji bo 500 fîlmên Herî Serketî yên Her Demê hilbijêre anketeke çêkir. Di anketê de fîmê Fransis Ford Coppola yê bi navê "Godfather (Bav)" bû yekemîn. "Godfather" ku di sala 1972'yan de hatiye kişandin her dem, her gav wekî fîlmê herî serketî di lîsteyan de cih girtiye. "Godfather" ku xwedî 3 Oscaran e careke din di rêza yekemîn a lîsteyê de cih girt.
Li gor nûçeya di malpera Empire de 10 hezar xwendevanên kovarê digel navdarên sînemayê û rexnegiran dengên xwe bikar anîn e û ev encam bi dest xistine.
10 fîlmên ku di rêzên pêşîn de cih girt jî ev in:
1- "Godfather" (Bav)
2- "Raiders of the Lost Ark" (Nêçîrvanên Xezîneya Winda)
3- "Star Wars-The Empire Strikes Back" (Şerê Stêrkan-Împarator)
4- "Shawshank Redemption" (Berdêla Dîlîtî)
5. "Jaws"
6. "Goodfellas" (Dost)
7. "Apocalypse Now" (Qiyamet)
8. "Singin' in the Rain" (Di bin baranê de)
9. "Pulp Fiction" (Romanê erzan)
10."Fight Club" (Klûba Şer)
Di rêza 500'emîn de jî fîlmê ""Ocean's Eleven" (Yazdemîn Okyanûs)


