Diyarname
Îro li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê darizandina doza Vedat Kurşun li dar ket. Di danişîna dozê de Vedat Kurşun ku girtî ye û parêzerên wî Servet Ozen, Tahîr Elçî, Meral Daniş Beştaş, Fethî Gumuş û Muharrem Erbey amade bûn.
Parlamentera DTP'ê ya Amedê Gultan Kişanak, Şaredarê berê yê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Mîhdî Perînçek, Serokê Şaxa ÎHD'ya Amede Alî Akinci, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û hevalên Kurşun ên rojnameger di danişînê de amade bûn.
Dozger xwest girtîbûna Kurşun berdewam bike û bi vî awayî doz bê domandin, dadger jî ev daxwaz di cih de dît û doz bi pêş ve avêt.
Parêzên Kurşun diyar kirin ku nûçeyên ku bûye sedema dozê baş nehatiye wergerandin û xwest Kurşun serbest bê berdan lê dadgeh duh neda wan.


