Diyarname
Bi keda Weşanên Can her sal Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz didin helbestvan an nivîskarek. Îsal heştemîn car e dê xelatê bidimn û bi romana "Kafamda Bir Tuhaflik" nivîskar Orhan Pamuk hêjayî xelatê hat dîtin.
Endamên juriyê yê xelatê her sal yek jê diguhere û îsal jurî ji kesên wekî Feride Çiçekoglu, Turgay Fişekçi, Kaya Genç, Handan İnci, Asuman Kafaoğlu Buke, Oguz Demiralp û li ser navê Weşanên Canê Sirma Koksal pêk tê. Juriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îsal bi romana "Kafamda Bir Tuhaflik" Pamuk hêjayî xelatê dîtine. Juriyê got ku ji ber keda wî ya ji bo hunera romanê û keda wî ya ku kiriye wêjeya Tirkiyeyê derî li dinyayê vebike ew hatiye xelatkirin.
Roja 15'ê rezbera 2015'an bi merasima xelatdayînê ya li Pera Palasê dê xelatê bidin Pamuk.
Feride Çiçekoglu ku îsal seroka juriyê bû, sala bê dê ji juriyê veqete û Sibel Irzik dê tevî juriyê bibe.


