logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Zana: Şerawestin çênebe ezê dest bi rojiya mirinê bikim

Mebûsa HDP'ê ya Agirî Leyla Zana di meşa Cizîrê de banga şerawestina du alî kir û got: "Şerawestin çênebe ji bo ciwan ne

  • Dîrok: 10/09/2015
  • Beş: Nûçe

ŞIRNEX (DÎHA)

Mebûsa HDP'ê ya Agirî Leyla Zana di meşa Cizîrê de banga şerawestina du alî kir û got: "Şerawestin çênebe ji bo ciwan nemirin ewê bikevi rojiya mirinê."

Heyeta HDP'ê ya ji bo piştgiriyê bide gelê Cizîrê ligel hemû astengiyan rêwîtiya xwe berdewam dike. Beşek heyetê ku ji Hevserokê HDP'ê Salahattin Demirtaş û mebûsan pêk dihat rêwîtiya xwe ya ber bi Cizîrê ve didomîne. Beşa duyemîn a heyetê jî li Hezexê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê koma duyemîn a heyetê Mebûsa HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana daxuyanî da.  Zana, got ku di cîhanê de yekem car kurr muxatab têne girtin û kurd dibin hêviya aştî û demokrasiyê. Zana wisa got: "Dayik û bavê me dema 5 rukhet nimêjê dikin, destê xwe ji bo Xwedayê dilovanê mezin vedikin û dibêjin Xwedêyo tu li 72 miletan re bê rehmê û piştre li me bê rehmê. Kurd berê ji miletên din re rehmê dixwazin piştre ji bo xwe rehmê dixwazin." 

'Hêzên tarî li dora Kurdistanê bûne çembera agir' 

Leyla Zana, destnîşan kir ku hêzên tarî û serdest li dora Kurdistanê destê xwe dane hev û çemberek agir çêkirine û wiha got: "Lê Cizîra Botan warê bav û kalên me ye. Rihê berxwedanê tu carî nehatiye şikandin û dê niha jî neyê şikandin. Bila Cizîr baş zanibe ku kurdê li ku dijî bila bijîn dil, guh û heviyên wî bi Cizira Botan re ye. 7 rojin miletê me tî û birçî di bin zora mezin de dijî. Koma mebûsên HDP'ê du roj in di rê de ye. Lê hêzên tarî bi tanq û topan dixwazin li ser gelê Cizîrê komkujiyê pêk bînin." 

Zana xwest dûpişkên wan bi xwe û gel venedin û jiyanê li tu kesî nekin jahr. Zana, da zanîn ku ji roja têkoşîna demokratîk dane destpêkirin heta niha her dem gotine wekî hev bijîn û dixwazin li rex hev û wekî hev bijîn. Zana, bi bîr xist ku hişmendiyên tekane û dilê wan tirsonek tenê ji şer û pevçûnê fam dikin. 

Zana, got ku bawer dikin ku ev rojên tarî dê belav bibin û bi hêza gelê kurd ev rojên tarî dê li pişt wan bimînin. 

'Mînaka Dîyadînê li cîhanê tune ye' 

Zana, bal kişand ser provokasyona li Giyadîna Agiriyê û li hemberî wê sekna gerîlayên HPG'ê û wiha got: "Sekna ciwanên kurd a li vir di cîhanê de mînaka wê tune ye. Di dîroka cîhanê de tu mînak wekî vê çalakiyê tune ye. Li Giyadinê ciwanên kurd ji bo pêvajoya aştiyê xera neke bombeya xwe bi xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Wî şehadeta xwe bi destê xwe anî. Ji bo pêvajo têk neçe xwe bi destê xwe kuşt û nexwestin pêvajoya 91-92 dubare bibe. Ev berxwedana kurdan a ji bo aştiyê mînaka herî mezin a Cihanê ye." 

'Ji bo ciwan neyê kuştin ezê bikevim rojiya mirinê' 

Zana, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di nava 7 rojan de li Cizîrê nêzî 20 kes hatibin kuştin sûcê siyasetê ye û wiha got: "Divê gel hesab ji hemû siyasetmedaran û ji me bipirse. Siyaset mezinkirina gel e. Siyaset divê sîgortaya van ciwanan be. Divê siyaset bi berpirsiyarî nêzî civakê bibe. Divê siyaset zanibe ew ne mamoste û civak ne xwendekar in. Divê baş zanibin ku em ne pez û ew ne şivan in. Em jî wekî siyasetmedar em ne li pişt we û ne li paş we ne. Em li rex we û di nava we dene." 

Leyla Zana herî dawî anî ziman ku ew dê tu carî li hemberî kuştinê bêdeng nemînin û temaşe nekin û got: "Li şûna em kuştinê temaşe bikin ez bimirin çêtir e. Ji bo ciwan neyên kuştin ez dê têkevim rojiya mirinê. Li Cizîrê zarokên 3-5 salî û pirên 60 salî ên hatin kuştin di dolabên cemedê de tên girtin û we nikarin vê kuştinê temaşe bikin. Êdî bes e. Bes e. Em bi mirinê nagêjin tu terê. " 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Reqîbê Dewrey 16'inan eşkera bî

ad

Amedsporê kurdî xist nav lîsteya TFF'ê jî

ad

Li Mezopotamya Sînemayê fîlmên li ser jinan li benda we ne

ad

22 komeleyan piştgirî da Amed Sporê

ad

Giftûgoyeke li ser muzîka kurdî

ad

Di hilbijartinê de Sinn Fein li pêş e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname