HANA AZAD / ROJNEWS
Careke din li ser daxwaza PDK’ê civîna navbera her pênc partiyên wekî YNK, PDK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî hate taloqkirin.
Piştî her pênc partî li ser pirsgirêka Serokatiya Herêmê di heşt civînan de negihan tu encaman, biryar dabûn sibê cardin ev partî bên gel hev. Lê hat diyarkirin ku civîna sibê ji bo roja pênçşema pêş hatiye paşdexistin.
Parlamenterê PDK’ê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Firset Sofî ji bo RojNews wiha ragihand; “Mijareke ku divê navbera aliyan de were nîqaşkirin heye. Belê pêwîstiya vê mijarê bi nîqaşên zêdetir heye. Divê der barê civînê de xwedî fikrên nerênî nebin û ev ne merc e ku civîna pêş bibe ya dawî.”
Pêştir Sekreterê Giştî yê Mekteba Siyasî yê PDK’ê Fazil Mîran wiha gotibû; “Civîna navbera her pênc aliyan de ji bo roja pênçşema 8’ê kewçêra 2015’ê hatiye paşdexistin. Her wiha pêşniyarên nû yên PDK’ê hene û wê di civîna were de bîne ziman.”
Ev sê meh in hemû civînên ji bo çareseriya Serokatiya Herêma Kurdistanê bê encam dimînin. Her wiha di 19’ê gelawêjê û vir de dema Mesûd Barzanî ya Serokatiya Herêmê bi dawî bûye.


