Diyarname
DTP'ê berendamên xwe yên bajarên Şirnex, Culemêrgê û navçeya Silopiyê eşkere kirin.
Heta niha DTP'ê berendamên xwe yên ji bo şaredariyan hin eşkere kiribûn û yên ku mane jî hêdî hêdî eşkere dike.
DTP'ê diyar kir ku berendamên wan ê şaredariyê ji bo Şirnexê Ramazan Uysal e. Her wiha ji bo Silopiya Şirnexê jî Emin Tugurlu ye.
DTP'ê eşkere kir ku berendamê wan ê Culemêrgê jî Selîm Ertaş e.
Ertaş heta niha cîgirê serokê DTP'a Wanê bû.