Diyarname
Salma Hayek li Sienna Leone wisa tiştek kir hem kete rojeva dinyayê hem jî teqdîr girt.
Heta niha gelek navdaran destê alîkariyê dirêjî Afrîkayê kiriye. Hin ji wan jî wekî Qasidên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî her bi wir ve diçin û tên, alîkariyê dikin. Hin ji wan jî ji wir zarokan wekî lewedê xwe digirin cem xwe û xwedî dikin. Ji van navdaran Madonna ji Malawi zaroke girt cem xwe, Angelina Jolie keça xwe Shiloh ji Namibyayê anî û wekî zaroka xwe xwedî lê derket. Lê vê carê Salma Hayek tişteke kir û her kesî bijiyek dayê: Hayek li Sienna Leoneyê zarokek ku şîrê diya wê nîn e girt û şîrê xwe dayê.
Salma Hayek bêyî guh bide kamerayên li dû pêsîrê xwe derxist û şîr da zarok. Li ser pirsa te çima wisa kir jî Hayet wisa got: "Zarok ne nexweş bû lê şîrê diya wê nîn bû. Zarok gelek birçî bû. Keça min Valentine êdî mezin bûye lê hê jî şîrê min heye. Ji ber vê ez qet neketim nav tirsekê û min şîrê xwe dayê. Ez nikarim vê kêliyê qet ji bîr bikim. Zarok gelek biçûk bû û dema min şîr didayê her li min dinêrî."


