Mustafa BORAK
Berhema Helîm Yûsiv a bi navê “Firîna Bi Baskên Şikestî” sala 2019’an ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve li Stembolê hatiye weşandin.
Ji gelek hêlan ve ev berhema Helîm Yûsiv ji berhemên wî yên berê hinekî cudatir e. Berî her tiştî berhem ji bilî kesên ji gel û ji rêzê, qala şehîdên navdar, yên ku di şerê berxwedana Kobaniyê şehîd ketine jî dike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje, ev berhem raterast ji nava dilê gel derketiye.
Helîm Yûsiv di vê berhemê de kul û kesera gelê Kobaniyê lê helbet girêdayî wê kul û keserên gelê kurd yê çar parçeyan raberî me kiriye. Ne tenê ew, lê di heman demê da wehşeta DAIŞ'yên hov ku xwe wekî berpirsyar û “şervanên Xwedê” bi nav dikirin, her wisa şeva Remezanê, di sehera nimêja sibê de jin, zarok, ciwan û kal û pîrên misliman bi awayekî hovane kuştin. Ew van bûyerên rasteqîne li ber çavên dinyayê radixîne.
Belkî ji ber wê ye ku berhemek pir sade ye. Lê helbet hevokên Helîm Yûsiv dîsa ne xalî ne. Her hevokek dîsa xweser, dagirtî û watedar e. Her hevok digihêje reh û têlên giyana mirov û wan bi dilekî zîz dihejînin. Dîsa jî li gor berhemên din, şêwazeke cuda derdixîne pêş. Helîm Yûsiv ew derd û kul û kedera dê û bavan, ew eşq û şewqa ciwanan ya girêdana welat bi şêwazek hîn hêsan radixîne pêş çavên xwîneran.Di xebatê de, her çiqas pexşan zêde bin, dîsa jî mirov nikare dev ji pirtûkê berde.
Hadî Kino û Burhan Emînê senaryonivîs deriyê gora xwe vekirine û li ber devê gora xwe diaxivin. Berê armanca wan ew e ku dokumanterekê li ser dengbêjekî xwe kuştiye çêbikin, dû re pilan werdigere ser fîlmê Kobaniyê. Li ser pilan û bernameya fîlmê xwe diaxivin û xebat û pêşnûmayên xwe dinirxînin. Fikra Bûrhan ew e ku dixwaze kes hindik bin û çîroka bajêr bi riya çîroka malbatekê re bê vejandin. Hadî jî dixwaze dara gwîzê jî hinek salox û siluxên Kobaniyê bide û bi wî awayî xebat bê meşandin. Gotina xwe bi cih tînin û meş dikeve meriyetê. Meşa bi baskên şikestî dest pê dike. Dest pê dike, lê astengî pir in. Ji çar hêlên cîhanê şeytanokên rihdirêj û rihreş, bi dilekî reş ber bi Kobaniyê ve diherikin. Keç û xortên kurdan jî bi dilê xwe yê tazî ve li hember tangên wan sîngên xwe dikin sîper...
Her wekî ku Hadî Kino û Burhan Emînê senaryonivîs biryar didin ev xebat zêdetir li ser malbatekê, li ser malbata Rodî tê honandin. Di serê pirtûkê de têkiliya malbata Cîhanê (ya Rodî) û bi taybetî jî ya bavê Cîhanê û Viyanê pir xweş hatiye zimên. Bi rastî jî ew salix û silox, ew dîmen, ew têkilî taybetiyên rewşa salên heştêyî ya nodî ya tevgera azadiyê wekî şerîda fîlmekî tîne ber çavên mirov.
Her wiha helwesta Şêrînê ku berî jiyana xwe ji dest bide, dibêje: “Dema ku min binax dikin, axê bi destê xwe bavêjin ser min, da ew axa ku ez ji bo wê şehîd ketim bila neêşe” pirça canê mirov bijî bijî dike.
Dîsa girêdayî wan pêşveçûnan, kurt be jî ji Şengalê çend dîmenên trajîk raberî xwîneran kirin jî bûye hêmaneke watedar.
Ji ber ku mijara romanê ya bingehîn û yekane li ser şerê azadiya Kobaniyê ye, di heman demê de ev berhem romaneke dîrokî ye. Her çiqas mijar dîrokî be jî, lê nivîskar wekî romaneke dîrokî zêde neketiye nava kîtkîteyên şer û têkiliyên girêdayî şer û zêde jî venekiriye.
Ligel wan erêniyan, mirov wer hîs dike ku nivîskar hinekî ecele kiriye. Heta ku jê hatiye kurt biriye. Diyalog zêde nîn in, kîtkîteyên jiyanê yên rojane û hest û teknîkê, xwarin û vexwarina şervanan, hevaltî û dilovaniya wan, têkiliyên wan û malbata wan bihatana dayîn. Dîsa mînakên şervanên enternasyonalîst ku li wir canê xwe dane jî nîn in.
Xebat bûye wekî kurte encama şerê Kobaniyê, şerê gelê kurd yê li hemberî êrîşkarên hov ku di cîhanê de zêde hempayê wan nîn e. Jixwe pirtûk ji destpêka teqîna biçûk ya berî dagiriya Kobaniyê dest pê dike û çardeh pazdeh rûpelan bi şûn de şer bi dawî dibe. Pirtûka ku ji 126 rûpelan pêk tê, bi gelemperî şerê IŞID ê di rûpela 62'yan de dest pê dike û di rûpela 76'an de Cîhan ji diya xwe re ya ku li bakurê Kurdistanê ye re têlefon dike û dibêje: “Erê dayê werin. Kobanî azad e.”
Jixwe ji wê yekê bi şûn ve mijar li ser teqîna mezin û kesên di şeva Remezanê de, di dema paşîva rojiyê de têne kuştin, hatiye honandin. Di her rûpelê de karesata dijminê xedar ya ku cilên şervanên azadiyê li xwe kirine û “heval, heval” dibêjin û gel qîr dikin li ber çavan tê raxistin.
Ji hêla din ve dara gûzê û kesayeta wê û miriyên goran jî di nava pirtûkê de îroniyên xweş û balkêş in. Ji bo Helîm Yûsiv îmge û têgehên wisa pir xwezahî ne. Hêmanek baş e, lê kesayeta dara gûzê di nava xweza û taybetmendiyên wê de bi kûrahî nehatiye dayîn. Dibe ku dara gûzê ne zêdetir wekî mirovan lê bi awayekî hîn cihêtir wekî xwezayek sirûşt, wekî dareke saf û bê pêşdaraz ew wehşeta însanan re mit û metel bimaya û tiştek jê fêm nekira, lê ecêb bimaya. Belkî jî Perwîn, Rodî û Kobanî bi awayekî din bianiya zimên.
Zimanê pirtûkê sade, xweş û hêsan e. Mirov dikare bibêje, ziman jî di navbera çîrok û belgesel an jî dokumentaran de ye.
Wekî ku dara gûzê dibêje: “Wê sibe ji îro çêtir be.”
2020, Îzmîr


