Diyarname
Derhênerê ji Brîtanyayê Grant Gee serê xwe bi "Muzeya Masumiyetê" êşand û jê belgefîlmekî bi navê "Masûmiyeta Bîranînan" amade kir.
Nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk di sala 2008'an de pirtûkan bi navê "Masumiyet Muzesî" nivîsandibû û pêre dest bi amadekirina bi heman navî a muzeyê kiribû. Muze piştî çend salan bi weşandina romanê li Stenbolê vebû. Derhêner Grant Gee li ser vê serê xwe êşand û belgefîlmekî jê derxist. Pamut metna orjînal a belgefîlmî nivîsî. Belgefîlm ji çîroka karakterê Kemal dikeve rê, bi ser tişt û cih û waran re qala bîranîna Stenbolê dike.
Belgefîlm heta niha li gelek cihan hatiye nîşandayîn ku yek ji wan jî 72'yemîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bû. Belgefîlm li wir rastî eleqeyê û rexneyên baş hat. Li Tirkiyeyê de jî di IF Îstanbulê de hat nîşandayîn.
Derhêner Gee berî belgefîlmî bikişîne qet neçûye li muzeyê negeriyaye lê dîsa jî dest bi kar kiriye.
Di heman demê de Orhan Pamuk bi ser belgefîlm re dest bi nivîsandina pirtûkek kir û ev pirtûk bi heman navî ("Hatiralarin Masumiyeti") ji Weşanên Yapi Kredî derket.
Bi gotinek di pêşî roman derket, dûre muze, dûre belgefîlm û dîsa pirtûkek...


