logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Delalya dilê min 2

Ji ber ku tu, tu tiştî nabêjî, tu dizanî min çi kir dilê? Min heft dojeh di dilê xwe de honandin. Were dilê, were! Were

  • Dîrok: 17/04/2009
  • Beş: Serbest

Yûsiv Biyanî
 
 

Min dil berda te, te agir berda min!

Ji ber ku tu, tu tiştî nabêjî, tu dizanî min çi kir dilê? Min heft dojeh di dilê xwe de honandin. Were dilê, were! Were bibîne ka te agirekî çawa berdaye vî dilê reben? Ev dilê rebenê ku di van şevên tarî û bêhêvî de ji ber bêîmaniya te, xwe tenê disparte çend kerî helbest û hestên ku xwe dirijînin li ser rûpelên wek te gewr!

Şev e delalyê
xwe bar kiriye
raketin herimandiye
ji bo dilan!

Lê lê dilê! Ma qey tu nizanî ku riya mirov ronî nebe, tarîbûn hespê kimêt siwar dibe û bi hemû hêza xwe ve dil dipêçe û hêdî hêdî dil diperçiqîne? Kuştina dil e dilê! Dil hatiye dorpêçkirin delalyê! Tu hîna difikirî û mahana te ew e ku dilê te ne zelal e. Delalyê min li vir dilekî birîndar dinale û fermana kuştina xwe bi xwe dide, çawa tu ew qas dûr disekinî? Delalyê di vê tevliheviyê de vî dilê reben dest pê kiriye û ji xwe re xeyalan diafirîne. Di demên wiha afirandina her xeyaleke nû, gaveke li ber xwekuştinê ye.

Delalya min! Ev merhale hebûn-nebûna te ye. Ev dilê reben nizane dê te deyne kîjan alî? Tu tune yî ji ber ku ev dilê reben nikare xwe bigihîne bejn û bala te. Nikare helbesta ku ev demeke li ser lêvên wî digere li ser stûyê te wekî baraneke gur bireşîne. Tu heyî ji ber ku ev xeyalên bêîman te diafirînin. Ji ber ku her kes û her tişt tu yî. Her wekî çawa helbestvanekî  gotibû: ‘‘Di nebûna te de her tişt dişibe te.’’

dîsa xeyalên bêîman
di dil de civiyane
wek şeyatnokên şevê
dil dixapînin
dil;
reben
bêçare
û
bêhêz e                                         

Delalyê ev dil ji zozanên li ser çiyayên bilind hatiye. Zozanên ku di nav wan de xure xura kaniyên sar in… Dema ku tî be dê zû biçilmise. Divê tu bizanibî ku ev dil tî ye niha. Bizanibe delalyê tîbûnê lê da Şex Seîdê Paloyî jî kuşt (1), dê çawa vî dilê zarok nekuje? Şêx Seîdê ku ji ber her gava wî erd dihejiya!

Erê delalyê ez niha di van şevên bêxew de di nav xeyalên te de diçim û têm. Divê tu ji bîr nekî ku divê mirov gulan av bide! Ma qey hewcet e ku ez bibêjim…


Delalya dila
avê bide gula
bila gul şîn be
bibe dermanê dila!


1) Mîrname; Jan Dost
 

biya_yusuf@hotmail.com

***

Nivêsên Yûsiv Biyanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ew û ev dem
- Delalya dilê min!
- Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serkewtey Xelatey Nobelî yê Aborî eşkera bî

ad

Helbestên Berken Bereh kirin soranî

ad

Pirtûkên Canê bi 5 TL'yan tên firotin

ad

Weşanger û nivîskar Mevlût Aykoç hat girtin

ad

Îro, belgefîlm û pirtûka Demîrtaş, her du bi hev re bûn rojev

ad

Ji Berken Bereh pirtûkek helbestan a evînî: Ji dûriyê re

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname