Ertuş Berçelan
Dîplomatê Amerîkî James Jeffrey; Kurdistan wekî Îsraîlê nîne ku serxwebûnê îlan bike. Di 2011’an de li dijî DAIŞ’ê derket holê ku pêşmerge nikare xwe biparêze.
Me jî hefteya borî balkişandibû ser heman mijarê û gotibû ku derketiye holê ku pêşmerge di asta bikaribe welat biparêze de nîne. Hin sedemên vê yekê hene. 1- Pêşmerge bi çekên nû û giran nehatiye modernîzekirin. 2-Girîngiya pêwist ji Pêşmerge re nehatiye nîşandan, di aliyê moral de qels e. 3- Bi zanîn an jî ne zanîn (ku her du rewş jî ji hev kambaxtir in) di asta hêzek belav, bêrêbaz û milîs de hatiye hiştin. 4- Di nav dewlemendiyê de pêşmerge bi sefaletê re rûbirû hatiye hiştin û muameleya parsûkan li pêşmergeyê hatiye kirin.
Pêşmerge ji van sedeman berpirsyar nîne. Berpirsyariya vê tabloyê PDK ye. Pêşmergeyên ku demekê bi lehengiya xwe dihat zanîn niha bi mûçe, firotina çekan (Almanyayê îdiayek wiha anîbû ziman) û vekişîna ji cepheyên şer tên nîqaşkirin. Ev asta rayedarên Başûr di 25 salan de bi dest xistî radixe ber çavan. Kes nikare bêje ji ber bêderfetiyan pêşmerge di vê astê de ma. Avakirina pergaleke leşkerî ya bi dîsiplîn, xwedî rê û rêbaz, pîvan û hiqûq bi pere nîne.
Li ser pere jî ez mînakek ji we re bêjim. Niha gelek karsazên ji Bakur çûne Başûr bi gilî û gazinc in. Karsaz li hemberî xebatên kirîn ji hikûmetê çek digirin. Diçin banqeya navendî û pereyê xwe digirin. Lê ev nêzîkî 2 sal in pereyê van çekan nayê dayîn.
Karsaz ji bo pereyê xwe bigirin serî li dehan cihan didin. Deriyek jî kurê Lokman Barzanî, Şîrvan Barzanî ye. Şîrvanê ciwan di vî temenê xwe de tahsîlata çek û senedan dike. Li hemberî ji sedî 15 bidin wî çekên bi dehan karsazan digire. Şîrvan nifûsa bav û kalan jî bi kar tîne û pereyan digire. Lê heta niha pereyê karsazekê jî nedaye û yên dixwazin jî rastî gefan tên.
Karsaz li hemberî vê bêdadiyê serî PDK’ê didin lê encam nagirin. Li ser vê yekê birayê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî, Şêx Nîhat Barzanî dikeve nav kar. Li ser lêkolîneke biçûk derdikeve holê ku 700 milyon dolar (we xelete fam nekir hefsed milyon dolar) pereyê karsazan hatiye desteserkirin. Lê di demek kin de tê zanîn ku Şîrvanê ciwan tişteke wisa nekiriye. Tevahiya vê bazarê ji hêla Niyas Çelebî yê xulamê malbata Barzaniyan ve hatiye kirin. Ango xulamek dest datîne ser 700 milyon dolarê karsazan ê di qaseya dewletê de. Her çiqas hêj dewlet nehatibe avakirin jî qaseya wê hatiye valakirin. Hem jî ji hêla xulamekê ve.
Lê baş e ku Şêx dest daniye ser kar. Şêx jî ji karsazan li hemberî tehsîlkirina pere ji sedî 10 komîsyon dixwaze. Karsaz qebûl dikin lê vê carê Şêx li şûna pere teklîfa, “Ez mazotê bidim we, bidin Tirkiyeyê bifiroşin” dike.
Bi kurtasî li aliyekê pêşmergeyên mehê 300-400 dolar digirin û ketine derdê debara xwe û li aliyê din xulamek ji qaseya dewletê 700 milyon dolar digire. Hikûmeta nikare qaseyê biparêze jî ji bo mûçeyê pêşmerge li cîhanê digere parsektiyê dike. Ev tenê mînakeke biçûk e. Bi dehan mînakên wiha yên gendêliyê hene. Bi gotinên serxwebûnê jî ev talana qirêj tê veşartin. Ku derfetên Başûr neyên talan kirin dê bi dehan artêşên mîna pêşmerge bên xwedîkirin û bi çekên herî giran jî bên xemilandin. Hingê, ji xwe kes hamaseta serxwebûnê nake, dê îlan bike û bi artêşa xwe jî serbilindî biparêze.
29.06.2016, Azadiya Welat