Diyarname
YOK'ê (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) piştî helwdana derbayê ya 15'ê mehê hemû rektor vexwendibûn civîna awarte. Piştre YOK'ê li ser lêpirsîna derbeyê îstîfaya hezar û 577 dekanî xwest. Dekanên ku îstîfaya wan hatiye xwestin 1176 jê dekananên zanîngehên d ewletê, 401 jî dekanên zanîngehên weqfan in.
Piştî vê daxwazê li Zanîngeha Akdenîzê 19 dekanî îstîfa kir. Li Zanîngeha Bogazîçî hemû dekanan îstîfa kir. Li Bogazîçî rektora zanîngehê Prof. Dr. Gulay Barbakrosolu ji sala 2012'yan ve vî karî dike. Wê dema di hilbijartina ji bo dekaniyê de sedî 86 deng girtibû ku di dîroka vê zanîngehê de ev rêje rêjeya herî bilind bû.
Ji Zanîngeha Çûkûrovayê jî 17 dekanan îstîfa kir.


