Ali Guler
Derhêner Behmen Qubadî li Cannesê du xelat bi hev re girt. Qubadi Xelata Taybet a Juriyê û François Chalais girt.
Festîvala Fîlman a Cannesê îsal 62'yemîn car li dar ket. Derhêner Behmen Qubadî bi fîlmê xwe "Kasi Az Gorbehaye Irani Khabar Nadareh" (Kes qala pisîkên Îranê nake) beşdarî festîvalê bû. Bi vî fîlmî Cannesê du xelat bi hev re girt. Ji van yek Xelata Taybet a Juriyê û ya duyemîn jî Xelata François Chalais e.
Fîlmê Qubadi di beşa "Un certain regand" de hat nîşandayîn. Derhênerê îtalî Paolo Sorrentino (par bi fîlmê Il Dico Xelata Mezin a Juriyê girtibû) axivî û got: "Beşa 'Un certain regard' yek ji beşên girîng a Cannesê ye. Îsal gelek fîlmên xweş di vê beşê de hatin nîşandayîn. Ev ji bo sînemayê tişteke xweş e."
Piştî axaftinê xelat hatin belavkirin. Qubadî ku bi eleqeyeke taybet re rû bi rû ma, piştî girtina xelata xwe sipasiya juriyê û her kesê xwe kedê.
Piştî merasima xelatdayînê Qubadî bersiva pirsên ANF'ê da û got: "Xeyala her kesî ye ku li Cannesê xelatê bigire. Lê xelat ji bo min zêde ne girîng in. Ji ber ku hedefa min ne xelat in. Ji ber vê ez kêfê nakim."
Fîlmê Qubadî li ser ciwanên ku di bin zordariya rejima îslamî de li Tehranê bi awayekî veşarî muzîka rock, rap û muzîka alternatîf çêdikin e.
Ji ANF NEWS AGENCY hatiye girtin
NOT: Nûçeya ku ji ajanseke hatibe girtin, tenê endamên ajansê dikarin bikar bînin. Ji bilî destûra fermî ya ajansê bikaranîna nûçeyê qedexe ye.


