logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li dijî derbe û OHAL'ê eniya demokrasiyê kom bû

Hêzên ked û demokrasiyê ku li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê bên cem hev nîqaş dikirin gava yekem a şênber li dijî derbe

  • Dîrok: 23/07/2016
  • Beş: Nûçe

ENQERE (DÎHA) 

Hêzên ked û demokrasiyê ku li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê bên cem hev nîqaş dikirin gava yekem a şênber li dijî derbe û OHAL'ê avêtin. Di civîna hate lidarxistin de banga "demokrasiya lezgîn" hate kirin.

Rêxistinên kedê, rêxistinên elewiyan, tevgera kurd, partiyên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê ku demek e di nava xwe de ji bo yekîtiyê nîqaş dikirin gava yekem a şênber li dijî derbe û OHAL'ê avêtin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên demokratîk beşdarî daxuyaniya ku bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB'ê hate dayîn bûn. 

Ji bilî nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û rêveberên HDP'ê, Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, EHP, DBP, Devrîmcî Partî, ESP, SYKP, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Gel, YSGP, HDK, Tevgera Hazîranê, Halkevlerî, ÎHD, THÎV, Federasyona Bektaşî Elewî, Weqfa Haci Bektaşi Velî, Komeleyên Çandê yê Pîr Sultan Abdal, Komeleyên Elewî yên Demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Li salona ku pankarta "Ne darbeya leşkerî ne derbeya sivîl. Ne OHAL, demkorasiya lezgîn" hate vekirin de daxuyaniya hevpar Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko xwend. 

Di daxuyaniya ku bi sernavê "Demokrasiya lezgîn" hate kirin de Beko bal kişand ser daxwazên civakê yên demokrasiyê. Beko destnîşan kir ku bi hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê re hatiye xwestin ku Tirkiye bikeve nava kaoseke mezin û ew ê diyarkirina qedera welat bi derbeyê qebûl nekin. Kanî Beko diyar kir ku ew li dijî hemû derbe, hewldanên derbe û pêkanînên nedemokratîk in."

Di metna hevpar de wiha hate gotin: 

"Derbeyan çiqas zirar dane demokrasî, mafên kedkar û karkeran di dîroka me de gelek caran hatiye dîtin. Em derbeya ku bûye sedema mirina bi sedan welatiyan, birîndarbûna bi hezaran careke din şermezar dikin. Desthilatdariya AKP'ê jî bi hinceta mudexeleya derbeyê di 20'ê tîrmehê de li tevahiya welat OHAL îlan kir û hewl dide hemû kesên ku ne ji wan e biçewisîne. AKP li hemberî hewldana derbeyê bi parastina nirxên mafên mirovan û demokrasiyê dernakeve, berevajî parastina cezaya darvekirinê, rewakirina îşkenceyê, bêbandorkirina meclisê berê xwe dide wekî armancên derbekaran. Îlankirina Lijneya Wezîran a OHAL'ê eşkere ye ku bi derbeya sivîl ve sîstema serokatiyê di bin navê "serfermandariyê" de tê sazîkirin. Bi OHAL'ê ve meclis hatiye bêbandorkirin û hiqûq hatiye rawestandin.

Hemû gotin, raye û biryar bi KHK'an (Kanun Hukmunde Kararname/Biryarnameyên Di Hukmê Zagonê de) ve ji bo Serokomar hatine dayîn. Herî dawî jî xala 15'emîn a Zagona Bingehîn ligel ku mafên bingehîn tê parastin jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate rawestandin. 

Bi van gavan ve tarîtiya ku welat di nav de ye nepêkan e bê xilaskirin. Divê desthilatdariya AKP'ê dest ji vê yekê berde. 

Di vê pêvajoya krîtîk û zehmet de sedem çi dibe bila be divê tu kes xwe nexe şûna vîna gel. Divê Tirkiye bi lezgînî demokrasiya piralî û azadîxwaz bixe dewreyê. Welatê me bi lezgîn peymanên navneteweyî û nirxên gerdûnî pêk bîne."

Beko daxwazên hevparan ên bingehîn jî wiha rêz kirin: 

"* Divê OHAL bi lez bê rakirin. 

* Derbekar divê bên darizandin, ev darizandin li gorî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan pêk bê. Îşkence teqez qedexe ye, divê li gorî vê nêzîkatî hebe.

* Bi darbekaran re li kolanan hewldanên lincê û îşkenceyên li emniyetê jî bê lêkolînkirin û berpirsyar bên darizandin.

* Darvekirin daxwazekî demokratîk nîn e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Cezaya dervekirinê bi peymanên navneteweyî ve hatiye rakirin tu caran nikarin paşve bînin.

* Pêkanînên ku maf û azadiyên sendîkayê, mafên meş, civîn û xwepêşandanan ji holê radike divê bên rakirin.

* Ji peywirgirtina li qada cemaweriyê, zanîngehan, daraza bilind de bêyî ku hincet bê nîşandan pêk hatine fikara ku cemawerî hemû bikin AKP'yî, tasfiyekirina muxalîfan nîşan dide. Divê ev yek neyê kirin û li gorî hiqûqê tevgerîn çêbibe. 

* Ji bo Demokrasiya Lezgîn gav bên avêtin. Lê hemû gavên ku tên avêtin jî bi pavrekirina meclis û civakê re bêne avêtin. Serî li KHK'an nedin.

* Divê dev ji polîtîkaya şer a li Sûriyeyê, têkîliyên bi rêxistinên cihadî bê berdan.

* Di bin navê nobên demokrasiyê de li dijî welatiyên elewî êrîş pêk tên, li dijî van provokasyonan divê tedbîr bên girtin.

* Pevçûnên ji ber pirsgirêka kurd diqewimin divê bên bi dawî kirin, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk gav bên avêtin. 

* Em ê di çarçoveya daxwazên xwe yên Demokrasiya Lezgîn de têkoşîna xwe bi biryarî bidomînin. Mafdariya kedê, laîkbûn û demokrasiya rasteqîn û aştiyê biparêzin."


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmên vê hefteyê

ad

Ev rû bi 2 mîlyon dolaran e

ad

Kuştina kurdan heta Almanyayê jî çû

ad

Iraq û Îranê li dijî partiyên Rojhilat li hev kir

ad

Di Lîga Şampiyonan de tîmê koman eşkera bî

ad

Ji bo yên temaşe nekirine: Dîsa 'Birayên Bêdengiyê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname