logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Sila bi paş ve gav neavêt, konserên wê betal kirin

Bi navê xwe yê hunermendî Sila, bi navê li nasnameyê Sila Gençoglu. Ew di 17'ê pûşpera 1980'ê de li Denîzliya Tirkiyeyê

  • Dîrok: 11/08/2016
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Bi navê xwe yê hunermendî Sila, bi navê li nasnameyê Sila Gençoglu. Ew di 17'ê pûşpera 1980'ê de li Denîzliya Tirkiyeyê hatiye dinê, ji bo xwendina xwe derbasî Îzmîrê bûye, dûre hatiye Stenbolê. Wê li Îzmîrê dema li Lîseya Taybet a Tevfîk Fîkret dixwend di nav koroyên "Turk Halk Muzîgî" û "Turk Sanat Muzîgî" de wekî korîst û solîst kar kiriye, di pola duyem û sêyem a lîseyê de dersa şanê girtiye. Ew di sala 1998'an de ji bo xwendina xwe ya bilind hatiye Stenbolê û pêşî salek di Beşa Hunerê ya Zanîngeha Stenbolê de Beşa Wêje û Hunera Fransiz xwendiye, paşê derbasî Beşa Caz Vokal a Zanîngeha Bîlgî bûye. Di vê demê de li hin deran beşdarî konseran bûye, wê Efe Bahadir nas kiriye ku wî di albumên Sila de gelek ked daye wê. Paşê Sila  ligel Kenan Dogulu kar kiriye û heft salan vokaliya wî kiriye. Wê di albumên gelek hunermendan de stran xwendiye heta ku ligel Sezen Aksu ji bo rêzefîlma "Sila" strana "Sita-Tore" xwendiye û paşê rêya wê vebûye.

Sila di sala 2007'an de yekemîn albuma wê ya yekemîn derket û bi strana "...Dan Sonra" navdar bû. Bi vê albumê li Tirkiyeyê derket rêza pêşîn û 12 hefteyan li wir ma. Wê dûre albumên bi navê "Îmza" (2009), "Konuşamadigimiz şeyler var", (2010), "Vaveyla "(2012), "Yenî Ay" û îsal "Murekkep" derxist.

Heta niha wê xelatên wekî Pop Muzîkana Herî Serketî, Albumê Herî Serketî, Strana Herî Zêde di Radyoyan de Hatine Guhdarîkirin, Stranbêja Salê jî têde gelek xelat girtin.

Ev Silaya ku bi kurtahî me qala jiyana wê kir ne bi vê jiyana xwe, ne jî bi albumên xwe niha di rojevê de ye, ew bi gotinên xwe yên li ser Mîtînga Yenîkapi (Navê Mîtînga Şehîdan û Demokrasiyê lê kiribûn) ya ku Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokên CHP û MHP'ê beşdar bûne di rojevê de ye.

Gelek hunermendên di heman demê de piştgirî didin AKP'ê di mîtîngê de bûn lê Sila beşdar nebû û bi ser de jî got; "Ez li dijî derbeyan im lê ez dê ne di nav şovek wisa de bim." Û pêre êrîşê li dijî wê derketin, di nav tora civakî de kampanyayên li dijî wê hatin çêkirin, rojnameyên hikumetê (Di serî de Sabah) êrîşê wê kir. Lê Sila bi paş ve gav neavêt û got: "Ez li dû gotinên xwe me. Ma em nabêjin demokrasî? Ez jî fikrên xwe, tiştên ku difikirim tînim ziman."

Rojnameya hikumetê Sabah nûçeya "Stranbêj Sila di dema hewldana derbeyê ya Gezî de li pêş bû" çêkir. Pêre lînçkirina li hemberî Sila dijwartir bû, konserên Sila hatin betalkirin.

Konserên ku hatin betalkirin
Ji bo hunermendek konser gelek muhîm in. Hem bi awayekî zindî derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe, hem bi konseran jî dikeve rojevê û ew bi xwe jî ji konseran gelek sûde digire bêyî em qala aliyê aboriyê jî bikin. Û dema konserên hunermendek bêne betalkirin wekî ku baskên wê/î bêne şikandin. Niha Sila bû hedefa vê lîncê û baskên wê şikandin.

STENBOL

Sila rojên 21-22'yê rezberê dê li Harbiyeya Stenbolê ku ji bo hunermendan cihek gelek girîng e, her kes nikare li wir konserê pêşkeş bike dê du konserên wê bihata lidar ketin. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê got ku wan konserên Sila betal kirine.

BURSA

Sila dê 28'ê rezbera 2016'an de li Şanogeha Servekirî ya Kulturpark a Bursayê konser bida ku Weqfa Tûrîzm Çand û Hunerê ya Bursayê (Ev girêdayî Şaredariya Bursayê ye) li dar dixist ev konser jî hat betalkirin. Şaredarî cih neda û konser betal kir.

ENQERE

Li Enqereyê Sila ji bo Panora AVM peyman girê dabû û dê konser bida (roja 12'yê gelawêja 2016'an), lê AVM'yê bi gotina, "Hunermenda ku Yenîkapi wekî şov bi nav kiriye, em destûr nadir li AVM'ya me şov bike" û konser betal kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melih Gokçek di twittera xwe de ji bo Sila got, "Deriyê Enqereyê ji bo te hat girtin. Êdî dê FETO ji bo te kar bibîne."

KAYSERÎ

Li Kayseriyê jî Sila dê li Navenda Kongre û Sporê ya Kadir Has konser bida lê Şaredariya Kayserî ew konser betal kir, got ku di dema em têre derbas dibin ev nêzîkatiya wê nayê qebûlkikrin û loma konsera wê hatiye betalkirin.


'Ka lînç nîn Bû'

Piştî van di twitterê de gelek kesan piştgirî da Sila û got, "Ka lînç nîn bû?"

Piştî van nîqaşan Sila ji instagramê peyamek weşand û got "Demokrasî navê hurmet nîşandayîna cudahiyan, ligel van cudahiyên rengîn mil bi mil jiyîn e."


Doz vekirin
Di vê navberê de kesek li Bursayê ji bo Sila bê darizandin serîlêdana sûc li cem dozger kir. 

Foto ji facebooka Sila hatin girtin

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Mem Ararat ji bo du konseran tê Stenbolê

ad

BDP'ê berendamên xwe yên Erxeniyê eşkere kirin

ad

Saet 17.00: Notên ji bajarên kurdan

ad

‘Sabirsizlik Zamani’, ‘Bariş Akarsu’ û yên din

ad

Mesrûr Barzanî bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

ad

Panzêran Polonya da ber xwe: 2-0

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname