logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û cihê wê di dîrokê de

  • Dîrok: 27/08/2016
  • Beş: Serbest

Pêşeroj Cewherî

Heke miletê Kurd, îro bixwaze xwe binase û pêşerojeke geş ji bo xwe ava bike, pêwîst e li kûrahiya dîrokê bi şêweyekî hûr û kûr li xwe bigere,ta ku rewşa xwe di dîrokê de destnîşan bike û cihê xwe bizane.

Di pêvajoya lêgerînê de dibe ku ji serboriyên gelan qezenc bike,lê tu caran nabe bi çavê kesekî din, ango ji bilî çavên xwe li xwe binêre. Ji ber ku kesek nêrîna xwe ji bo kesekî din bikar nayne.Di vê xalê de cara yekemîn gelê Kurd di şaştiyê de werbû.

Gelê Kurd di dîrokê de weke  herdû çemên xwe, Dicle û Feratê bi xumxum diherikî û her kesî av jê vedixwar. Ev gel îro çima dike bimiçiqe?

Di kîjan qonaxa dirokê de me xwe radestî gêleşoka kor û enarşiyê kir?

Bi rastî tev ku nîvê pirsan bi xwe bersiv e, lê li ser pirsên navborî bersiv bi şêweyekî rasterast nayê dan, belê bi şêweyekî berfirehî û lêvekolî şîrove dibe.

Li ser xaka vî welatî, cara yekemîn şoreşa Homosabyans destpê kir û tîrêjên mirovê aqilmend şewqa xwe da cîhanê, her wiha Niyolotîk ku 12000 sal B.Z de di heman welatî dehat destpêkirin, û mirovahî ta niha ji berhemên vê şoreşê jiyana xwe didomîne, şoreşa ku li ser destê jina Kurd-Xwedawenda Star dihat birêvebirin, û bi vî awayî welatê Kurdistan bû navenda şarestaniya kevnar, mîna Ewrupa ku îro bûye navenda şaristaniya sermayedar, ku hemî cîhan êş û azaran jê dibîne bûye bela serê mirovahiyê.

Wisa xuya dike ku dîrok her dem, li pênava armancên pak û pîroz ji gelê Kurd dixwaze, li ser navê mirovahiyê şoreşan pêk bîne û gelê Kurd jî vê bangê li ser milê xwe datîne, û hem erkên xwe bi cih tîne weke mirovekî erkedar.

Dîrok îro dîsa dixwaze gelê Kurd li ser navê mirovahiyê, şoreşa sêyemîn ava bike û berê bin axê, ya pergala netewa demokrat û xweseriya demokratî li Rojavayê Kurdistan pêk tîne, bi giyan û ramanekî komînal û mirovekî azadîxwaz, ya ku di pêşerojê de dê bibe nimûne ji bo tevayî Rojhilata Navîn.

Dema ez dixwazim herim dîrokê li xwe bigerim, armanca min ne bez û rev e, belê tiştê ne li gor dilê min li ser min hate sepandin û ferzkirin. Çima me ji bo her kesî kir û her kes bûn dijminê me?

Leşkerên Sovyetê çima ji Mehabadê xwe vekişand? Û Qazî Mihemed hat darvekirin, û li ser daxwaza Kemal Ataturk gelê Kurd, herêma Nexîtşivan- Komara sor- Li Asya Navîn Stalîn ew winda kirin, endamên komela Xoyebûn li ser daxwaza, haman rayedarê Tirk Stalîn ew yek bi yek tevgera wan bê çalak kir.Çima leşkerên Rûsya qeyserî piştî gihiştin Serhed û Erzirûmê bi alîkariya hêzên Kurd, dijî dewleta Osmaniyên dagirker,lê di dawiyê de xwestin gelê Kurd li wan herêman qir bikin, li ser daxwaz û pendên amûjgarên xwe yên Ermenî di sala 1912an de.

Çima Lênîn pêşengê Şoreşa Oktober yê, ku helbestvan û rewşenbîrên Kurd ew di helbest û berhemên xwe de sermed kirin, bû sîxurê dewleta Tirk dema peyamên rayedarên Kurdan mîna Simko yê Şikakî,Tahayê Nehrî û Ebdirezaq Bedirxan û Qeyserê Rûsî radestî dewleta Tirk kir û di encama vî karê qirêj de herdu lehengê Kurd Ebdirezaq Bedirxan ûTahayê Nehrî li ser destê Tirkan hatin darvekirin, lê Simkoyê Şikakî bi tenê xwe rizgar kir û berê xwe da nav Şikakan di Rojhilatê Kurdistanê di sala1918an de.

Em ji dîrokê re hê çi bibêjin!

Çima Yonanistan û Tirkiyê dijminahiya hezarê salan, li ser dîlgirtina Rêberê gelê Kurd hemû jibîr kirin. Gelê Kurd kengî û di kîjan qonaxa dîrokê de winda bû? Ango ji hundirê dîrokê derket.

Ez bawer nakim mirov karibe vê yekê destnîşan bike lê ez di wê baweryê de me ku mirov vê yekê dikare bi şêweyekî gelemprî şirove bike.

Miletê Kurd di xwezaya xwe de ya biyolojîk, û her wiha di xwezaya xwe ya cografî de jî, miletekî demokrat sincperwer e û ev yek di her sî şorşên wî de hatiye çespandin, Niyolotîk-Homosabiyans-Netewa Demokrat.

Ji ber vê çendê û bi van berjengan, ji hêla hovên dîrokê ve nehatiya pejrandin û dijminê wî pir bûne, ji xiniz û xiyanetê di nav Kurdan de peyde bûne.Kengî xiniziyê destpê kir.

Rêberê gelê Kurdî Ebdila Ocelan dibêje:” Xiniziyê ji serdema Someriyan ji 3500 B.Z destpê kir û ji Enkîdo bi xwe dema ku wî levayî ji Gilgamêş dikir Mîrê Kurd li Mezebotamiya Jorîn bikujin, piştî welatê wî dagir kirin”.

Belê ji Enkîdo, Xorpakos, Eşref Pedlîsî û Ismet Înono û ji yekîtiya siyasî destpê kir, dema ku ew gelaciya mezin li paytexta  Rojava, Amûdê lidar xist berî kongira Cinêv-2, dema xwe ji Desteya Bilind a Kurd vekişand li ser daxwaza Dewleta Tirk û hin dewletên navnetewî, ku li ser doza miletê  Kurd her dem pîlandar in.

Îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rijdekar e, ku şoreşa xwe ya sêyemîn bighîne li ser rêgez û rêbazên Ramangerê Kurd Ebdela Ocelan hatiye avakirin, di çarçoveya felsefa Netewa Demokratîk-Eykolocî û ji aboriya komînal xwedan hevsengiyeke zayende û wekheviyeke civakî, ji ber ku azadiya jinê derbirîna azadiya civakê seranser dike.

Bi vî awayî şoreşa Rojava bi ser dikeve, ji ber ku rastbîniya xwe ya civakî, dîrokî û felsefî xweş dizane bi hemî hêman û nirxên giranbuha çekdar e.

Bi kurtayî cihê şoreşa Rojava di dîroka Kurdî de, şoreşa sêyemîn e, tekoşîna xwe li ser navê mirovahiyê dike.Berovjî nûjeniya sermayedar, ku li dijî hemî nirxên civak û mirovatiyê wêranker e.

Lewma piştî van lêkolîn û şiroveyan em dikarin tekez bikin, ku ev şoreşa sêyemîn dê bi ser bikeve, çimkî ji hemî layan û ji bo hemî derfetan xwe amade kiriye.

Bi wateyeke din hevsengiya hebûn-Derfet herdû bi dest xistine. civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê şoreşa xwe li ser kok û rastbîneyek dîrokî daye avakirin, û rola xwe bi şêweyekî kirek dilîze, lewra em dikarin weke şoreşa sererastkirina dîroka Kurd û cîhanê bi nav bike.

- Ev gotar di hejmara 49'an a rojnameya “Buyerpress" ku li Qamişlo derdikeve hatiye weşandin (15-8-2016). Me destê xwe nedaye nivîsê, bi heman awayî weşandiye.

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xebata ji bo zarokan li benda alîkariyê ye

ad

Rojnameyeke nû dest bi weşanê kir: Yenî Yaşam

ad

Bi êrîşeke sîber dîsa berê xwe dan TV'yên kurdan

ad

Dengbêj Feyzoyê Rizo mir

ad

YNK’ê piştgiriya xwe ji bo rêveberiya Kantona Cizîrê eşkere kir

ad

Ev wêne dibe 50 salî, 'ji bo mirovahî gavek mezin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname