logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
  2. Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat
  3. Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike
  4. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  5. Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû
news-details

Vedat Turkalî jî xatir xwest

Çepgir, nivîskar, senarîst, helbestvan, romanivîskar, bi kurtahî rewşenbîr Vedat Turkalî îro xatir xwest û çû.

  • Dîrok: 29/08/2016
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Çepgir, nivîskar, senarîst, helbestvan, romanivîskar, bi kurtahî rewşenbîr Vedat Turkalî îro xatir xwest û çû.

Turkalî di 13'yê gulana 1919'an de li Samsunê hatiye dinê, heta lîseyê li wir dixwîne û di sala 1942'yan de jî ji Zanîngeha Stenbolê Beşa Wêje û Zimanê Tirkî xwendina xwe temam dike. Piştî ku di Lîseya Leşkerî ya Kûlelî û Lîseya Leşkerî ya Maltepeyê de mamostetiya wêjeyê dike, di sala 1951'ê de ji ber çalakiyên wî yên siyasî 9 sal cezayê heqsê dixwe. Piştî 7 salên girtîgehê bi şert tê berdan. Ew ligel Rifat Ilgaz "Weşanxaneya Gar" vedike, di sala 1960'î de jî senaryoya "Dolandiricilar Şahi" (Şahê Şêlankeran) dinivîse û dûre vî karê xwe yê senaryoyê didomîne. Sala 1965'an de derhênerî jî direcibîne lê paşê dest ji vî alî ber dide.

Romana wî ya yekem bi navê "Bîr Gun Tek Başina" di sala 1974'an de tê weşandin û paşê romanên din tên.

Romana wî ya ku herî zêde tê zanîn "Guven" e ku li ser serdema têkoşîna wan a di Partiya Komunîst de ye. Wî romana xwe ya dawî "Bîttî Bîttî Bîtmedî" jî li ser kurdan saz kiribû. 
Turkalî wekî dostekî kurdan her tev digeriya. Wî ji bo azadî, demokrasiyê îmze avêt bin gelek danezanan, her ligel rewşenbîrên demokrat, çepgir ên tirk û kurdan bû. Wî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocan digot "Birayê min Ocalan" û di bernameya televîzyonê NTV, weşana zindî de silav ji bo Ocalan şandibû. Ji bo wekhevî û azadiya kurdan û tirkan jî gelek tişt gotiye.

Wî di nav TKP'ê (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê) ya berê de cih girtibû. Di sala 2002'yan de ji lîsteya DEHAP'ê bû berendamê mebûsiyê lê partî bendav derbas nekir.

Turkalî bi berhemên xwe glek xelat j3i girtine. Di sala 1965'an de bi senaryoya fîlmê "Karanlikta Uyuyanlar" (Yên di tariyê de radizên) li FesTîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê Xelata Senaryoya Herî Serketî girt. Di sala 1970'ê de ji TRT'ê Xelata Lîstikan, sala 1974'an de di Pêşbaziya Romanan de xelata yekemînî, sala 1976'an de Xelata Diyariya Romanê ya Orhan Kemal û îsal (2016) jî Xelata Rûmetê ya Wêjeyê ya Beyaz Marti girt. Her wiha Siyadê (Komeleya Rexnegirên Sînemayê) di sala 2010'an de Xelata Rûmetê dabî Turkalî.

Turkalî ku ev demek bû dihat dermankirin îro li Yalovaya Tirkiyeyê wefat kir.


Berhemên Turkalî ev in:

- Bîr Gun Tek Başina (roman, 1974)

- Eskî Şîîrler, Yenî Turkuler (helbest, 1979)

- Uç Fîlm Bîrden (senaryo, 1979)

- Mavi Karanlik (roman,, 1983)

- Eskî Fîlmler (senaryo, 1984)

- Bu Gemî Nereye (gotar, bîranîn, 1985)

- Dallar Yeşîl Olmali (lîstik, 1985)

- Tek Kîşîlîk Olum (roman, 1989)

- Ozgurluk Îçîn Kurt Yazilari (Ji bo azadiyê nivîsên li ser kurdan) (gotar, 1996)

- Guven (roman, 1999)

- Komunîst (bîranîn, 2001)

- Yeşîlçam Dedîklerî Turkiye (roman, 2001)

- Bu Olu Kalkacak (lîstik, 2002)

- Dallar Yeşîl Olmali (lîstik, 2002)

- Kayip Romanlar (roman, 2004)

- Yalanci Taniklar Kahvesi (roman, 2009)

- Bîttî Bîttî Bîtmedî (roman, 2014)

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

news
  • 17 10 2026

'Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê' hat ragihandin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

'Shadow', 'Yuva' û ên din

ad

142 rewşenbîrî xwest Ahmet Turk bê berdan

ad

Huda-Par piştgiriyê dide Erdogan

ad

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê

ad

Êrîşa li ser Walîtiya Hewlêrê

ad

Ji Doza KCK’ê 120 sal cezayê girtîgehê derket!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

  • 21 10 2026
news

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

  • 21 10 2026
news

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

  • 21 10 2026
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname