logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Parsa rûmetê (li ser meselaya nivîskariyê)

Bi rastî ne tenê nivîsandina li ser vê mijarê, axaftina li ser vê mijarê jî min aciz dike û naxwazim bifikirim jî.

  • Dîrok: 16/06/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Îrfan Amîda

Her ku festîvalek li dar dikeve û wekî her car nivîskarên kurd nayên dîtin dîsa şewtara dilê me gûr dibe, em ditengijin û dev siya xwe dikin. Lê ku diranê me di siya me re nare êdî em dest bi parsa qîmet û rûmeta xwe dikin. Xuyaye ji vê parsê jî em destvala vedigerin. Heger vê parsê encameke erênî bidaya wê îsal jî piştî qedandina festîvala Amedê heman tişt nehata gotin bi dengekî bilindtir. Lê divê mirov bizanibe ku parsa rûmetê parsa herî erzan û xeternak e.
Bi rastî ne tenê nivîsandina li ser vê mijarê, axaftina li ser vê mijarê jî min aciz dike û naxwazim bifikirim jî. Lewra ez xwe wekî parsekan hîs dikim dema behsa van tiştan dikim. Lê ji ber ku kurdînûsên hêja D. Zeraq, H. Yusif û O. Dilsoz dîsa li ser vê mijarê li dû hev nivîsandin û Dîlawer Zeraq gazinc ji bêdengiya kurdînûsan kir, bi awayekî, min xwe mecbûr dît ku çend tiştan bibêjim.
Lê belê tiştên ku her sê nivîskarên hêja gotine û mînakên ku dane yek ji wan jî min nabehetîne, nalikumîne jî. Ev bi salan e heman tişt dibin. Di her qadê û her warî de dibin. Ji loma jî ez van gazinan watedar nabînim. Heger ev ne gazin, gilî be jî ne gilîyeke zelal e. Lewra ne diyar e bê em giliyê kê li kê dikin. Gelo em giliyê DTP’ê li kurdan dikin ya em giliyê kurdan li cem kurdan dikin?
Ez dixazim ji ev tiştên ku mînakên wan hatine dayîn wêdetir mînakeke din ku ji bo min girîngtir û watedartir e ji beşdarbûna festîwalan, bidim. belkî ev mînak bi xwe pozîsyona nivîskarên kurd eşkere dike.
Di pirsgirêka kurd û rojeva welatê me de gelek tişt û bûyerên girîng û xeternak dibin. Gelek tişt û polîtîkayên ku li vî welatî têne nîqaşkirin derdikevin holê ku li ser wan hema bigir hemû rojname û tv'yên tirkan bi gelek kesayetiyan re bernameyan çêdikin û şîrove dikin. Di nav wan kesayetiyan de hin jê jî kurd in. Lê tişta ku ez dixwazim bipirsim ev e. Gelo, di serî de tekane rojnameya kurdî Azadiya Welat, tu rojnameyên kurdan ji nivîskarekî kurd fikir pirsîne. Dîtin û nêrîna wan pirsîne? Bi xwe nayê bîra min. Heger bûbe jî ez nizanim. Gelo ev tê çi wateyê? Dibe ku, bira jî, nivîskarên kurd li ser bûyerên ku diqewimin bi tiştekî jî nizanibin. Dibe ku qet nizanibin polîtîkayekê binirxînin. Dibe ku qet nikaribin di der heqê pirsgirêka kurd de tiştekî bibêjin. Ya jî ji ber ku heta niha tu tiştek nekirine û tu ked nedane nayên bîra tu kesî jî. Yan jî bi vî awayî têne dîtin. Ji loma jî divê li mala xwe rûnên û helbestên xwe, çîrokên xwe binivîsin. Hewce bike jî bila çîrokên xwe ji xwe re vebêjin.
Bi rastî ev pozîsyona nivîskarên kurd radixe ber çavan. Û ya girîngtir jî ev e. Nerîna siyaseta kurd a li nivîskarên kurd radixe ber çavan. Lê ez heta radeyekê vêya dikarim biserifînim û dibe ku heta bi hetayê, ji siyaseta kurd re jî biserife. Tişta ku ez fêhm û hezim nakim nedîtina Azadiya Welat e.
Lê li gel vê rastiyê jî ez gazincên nivîskarên kurd naecibînim. Lewra tu pirsgirêka nivîskarên kurd ya aîdiyetê tune ye. Wekî kes dibe mirov xwedî vê pirsgirêkê be. Ev pirsgirêk bi awayeke derûnî, bi her mirovî re heye lê wekî nivîskar mirov nikare behsa aîdiyeta xwe bike. Nivîs xwedî û hevalbendê nivîskaran e. Aîdiyeta nivîskarên kurd nivîsa wan, metna wan diyar dike ku ne hewceye hinek rabin li wan xwedî derkevin. Ne hewceye ew jî minetê bikin li tu kes ya jî rêxistinan.
Meseleya hewşê û giya jî mirov dikare di heman pêywendiyê de binirxîne. Heger dê mirov behsa hewşekê bike ji bo nivîskarên kurd, ew hewş kurmancî ye û têra xwe bi gul û kulîlk e. Dilê kê bibijê bila bê vê hewşê û wan gul û kulîlkan bêhn bike û ji fêkiyên wê bitahmîne. Ji xwe, kêm zêde, kesên/xwendevanên ku di vê hewşê de digevizin hene û cih jî heye, kî dixwaze bila bê bigevize. Tu kes nikare wan biqewirîne ji vê hewşê. Ji xwe dilê tu kesî jî tune ye wan biqewirîne. Meseleya me ne lêgerîna hewşeke din e. Mesele ew e ku dengê ji vê hewşê derdikeve, li hin hewşên din jî bê bihîstin. Heger ku nayê bihîstin a dengê ji vê hewşê bilind dibe, qels e ya jî pirsgirêka “bihîstinê” heye di hewşên din de.
Û wekî peyva dawî; belê “gîhayê hewşê tahl e”. û heger di çarçoveya vê pirsgirêkê(!) de tiştekî wisa hebe EV TIŞTEKE GELEKÎ ŞÊRÎN E..!!!

imemzal@hotmail.com
 
  
  ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Tu kesî tembiya evînê li me nekir
- X, W, Q û kurtenameyek ji bo birêz Hasîp Kaplan
- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê
- Notos Oyku û Semîh Gumuş
- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?
- Exlaqê pênûsê
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Conî û Cimêma" ji Hêlînê derket

ad

DTP'yî li Keleha Hewlêrê geriyan

ad

Klîba Hefteyê: "Nêrgiz"ek nû

ad

AKP naxwaze kuştinên kiryar nediyar zelal bibin

ad

Ji bo zarokan 'Zimanê Me' hat

ad

Rojnameger Bunyamin Aygun li Sûriyê hatiye revandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname