Diyarname
Hate eşkere kirin ku nebat bi dengê jinan bileztir mezin dibin.
Komeleya Bexçevaniyê ya Kraliyeta Brîtanyayê (RHS) lêkolîneke kir û di encamê de eşkere kir ku bi dengê jinên bexçevan şitlên firingiyan zêdetir nezin dibin.
Li gor nûçeya Daily Telefraph, RHS'ê li bexçeyeke xwe ya li Surreyê di meha vê avrêlê de lêkolîn kiriye.
Di ceribandina ji bo lêkolînê de beşa “The Day of the Triffids” a John Wyndham, "Xewna Şeveke Havînî" ya Shakespeare û "Koka Cureyan" a Charles Darwin ji aliyê kesên cihê ve hatiye xwendin û qeyd hatiye kirin.
Ceribandina ku li ser 10 şitlên firingiyan hatin kirin, ew dengên ku hatibûn qeydkirin bi van şitlan bi berguhekê dane guhdarîkirin.
Koma ceribandinê ji bo 2 şitlan jî tu tişteke nedaye guhdarîkirin.
Piştî ceribandina mehekê şitlên ku dengê jinan bi wan dane guhdarîkirin li gor yên ku dengê mêran dane guhdarîkirin 2,5 santîmetre zêdetir dirêj bûye.
Her wiha şitlên ku dengê mêran bi wan dane guhdarîkirin ew qas têk çûne ku ji şitlên ku tiştek bi wan nedaye guhdarîkirin jî biçûktir mane.


