logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bertekên ji Başûr hatin

Ji Başûr hikumet, parlemen, partî, rêxistinan tewqîfkirina Hevserokên HDP'ê û mebûsên wan şeremezar kirin.Vane daxuyaniy

  • Dîrok: 04/11/2016
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Ji Başûr hikumet, parlemen, partî, rêxistinan tewqîfkirina Hevserokên HDP'ê û mebûsên wan şeremezar kir. Vane daxuyaniyên ji Başûr hatin:

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ev ne di xizmeta aramî de ye

Biryara girtina her du Hevserokên Partiya Demokrasiya Gelan û hejmarek ji Parlementerên wê partiyê û dest bi serkirina wan ji aliyê Hikumeta Tirkiye ve cihê nîgeraniya me ye. Metirsiya ewe heye ku kirdarên bi vî awayî bibê sedema aloztirbûna rewşê û kêşe û pirsgirêk kûrtir bibin. 

Hêvîdarin ku her çi zûtire ew kêşe bê çareser kirin û dawî bi girtin û dest bi serkirina Hevserok û endamên Partiya Demokrasiya Gelan bê û girtiyên siyasiyên wê partiyê bêne azad kirin. Ji ber ku ne li xizmeta aramî û pêkvejiyana siyasî û civakî da ye."

Serokê Parlemenê Mihemed: Me ji Iraqê xwest xemginiya me ragihîne Tirkiyeyê

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed  got; “Ev kiryarên AKP’ê  tê wateya paşketinek mezin di demokrasiya Tirkiyê de. Ev yek li dijî projeya aştiyê ye. Em bi navê gelê Kurdistanê van êrîşên li ser parlamenterên kurd şermezar dikin.

Me bi awayek fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Hikûmeta Iraqê xwestiye ku bi rêya sefaretxaneya Tirkiyeyê xemgîniya gelê kurd ji dewleta Tirk re ragihîne. Hêvîdarim ku civaka navnetewî û  bi taybet Yekîtiya Ewropa zextên li ser  dewleta Tirk zêdetir bike, ji bo dawî li van êrîşên xwe yên ser demokrasiyê bîne.

Ger dewleta Tirk dev ji van kiryarên xwe yên li dijî gelê kurd bernede, em nikarin pêwendiyan ji bo xizmeta gelê kurd û tirk bikin. Bi vî şêweyî dewam bike em nikarin têkiliyan li gel dewleta Tirk dewam bikin. Rejima Sedam Huseyîn jî di dema xwe de nexşeyekî li ser Kuwêt bilev kir û Kuwêt wekî Parêzgeha 19'mîn a xwe bi nav dikir. Lê belê em hemû çarenûsa Sedam dizanin. Em niha dijminahiya dewleta Tirk ya li dijî gelê me yê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dibînin."

 

Resûl: Girtina Hevserokên HDP'ê ji bo aştiyê xeteriyeke

Cigîrê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl daxuyaniyekî nivîskî da û got: "Ji aliyê hikumeta Tirk ve girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag  û nûnerên kurdan em gelek xemgîn kirîn. Di demek wisan de ye gelê kurd li bendê bû pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kkurd li Tirkiyeyê. Gelê kurd ne li bendê bû ku girtin û astengkirina azadiyan pêk werin. Girtina hevserokên şaredariyan û hevserokên HDP’ê ji bo aştiyê xeteriyek e.

Em van girtinên li bakurê Kurdistanê pêk tên bi tundî şermezar dikin. Em dubare dikin ku bi astengiyên li pêşiya  mafê rewayê gelan û demokrasiyê pirsgirêkan çareser  nake. Ev kiryarên ku tên kirin pirsgirêka kurd aloztir dike û rêya goftûgoyê asteng dike. Em Ddaxwazê ji hukimeta Tirk dikin ku demil dest  nûnerên kurd bên azad kirin. Li dijî van aloziyan divê rêya demokrasiyê ji bo çareseriyê pirsgirêka kurd ya rewa were xurt kirin. Divê rêya aştiyane û azadiyane dest pê bikin."  


Goran: HDP beşek ji têkoşîna siyasî ya neteweyiya me ye

Koma Tevgera Goran ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê got; “Em wekî koma Tevgera Goran li Parlemena Kurdistanê, girtina parlementer, Hevserokên  HDP û hevşaredarên DBP’ê  li bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Em HDP'ê wekî beşek ji têkoşîna siyasî û netewiya xwe di bînîn.”

Serokê Koma Tevgera Goran ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Abdurahman Muhendis jî wisa got; "Binçavkirin û girtina parlamenter û hevserokên HDP'ê karekî neqanûniye, ji ber ku ew îradeya gel in û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Bi mîlyonan piştgirê wan hene. Ji ber vê nabe bêne binçavkirin. Ew siyasetmedar li Tirkiyeyê  dawaya mafê hemû gelan dikin. Pêwîst e li beramberî  van binçavkirina her çar parçeyen kurdistanê bi taybet başûrê Kurdistan û hikumeta Herêma Kurdistanê nerazîbûn û helwestek tund nîşan bide. Pêwîst e hemû alî û partiyên Başûr ji bo sermezarkirin biçavkirina Hevserokên HDP'ê dakevin qadan."


Partiya Komunîst: Girtina mebûsan pêvajoya aştiyê dûr dixe

Polîtburoya Partiya Komunîsta Kurdistanê jî daxuyaniyek nivîskî da, girtin şermezar kir û ragihand ku girtina parlamenteran pêvajoya aştiyê dur dixe.

Yekgirtû, Komel û Tevgera Îslamî jî derbeya AKP'ê şermezar kirin

Her wiha li Hewlêrê, li Wargeha Mexmûrê, li Çoman hat şermezarkirin

Hat gotin ku li Dukohê dê sibê çalakiyên şermezarkirinê li dar bikevin.

**

Nûçeyên eleqedar: 

- DYA: Em bi girtina HDP'yiyan aciz bûn 

-  Onder: Ev derbeyeke li hemberî vîna siyaseta sivîl

- NY, Alman, Îtalya û Fransayê reaksiyon nîşan da 

- Deqe bi deqe binçavkirin û tewqîfkirina HDP'yiyan

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'The Last Duel' û ên din

ad

Bila Fadilê Cizîrî bi tenê nemîne

ad

Li Çînê hejmara miriyan nêzî deh hezaran e

ad

QSD û Artêşa Iraqê wê li sînor navendek hevpar ava bikin

ad

Antonio Banderasî zora koronayê bir

ad

Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname