logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Vê hefteyê aksiyon li pêş e

Vê hefteyê 7 fîlm ketin vîzyonê: Juno, Paranoid Park, Karê Bankeyê, Uçurtma Avcisi, Ara, Anestezi û Girdap...

  • Dîrok: 22/03/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Vê hefteyê 7 fîlm ketin vîzyonê: ''Juno'', ''Paranoid Park'', "Karê Bankeyê", ''Uçurtma Avcisi'', ''Ara'', ''Anestezi'', ''Girdap''. Fîlmên bi aksiyon li pêş in vê hefteyê lê pêyniyaza me fîlmê "The Bank Job" e ku têkiliyên dewletekê û dizan û encama paqijiyeke ji ruşvetkaran pêşkêş dike.


Banka İşi / Karê Bankeyê
(The Bank Job)

Derhêner: Roger Donaldson
Lîstikvan: Jason Statham, Saffron Burrows, Daniel Mays, David Suchet...
Cure: Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2008

35 sal berê li Londona Îngilistanê kaseyên bankeyekê têne talankirin ji aliyê dizan ve. Ev diziya mezin ku hê jî tam kes nizane çiqas pere û tiştên din jê hatine birîn qet zelal nebû ka kî dizî kiriye. Û ev dizî niha bi navê "The Bank Job" ket vîzyonê. Fîlmê ku derhêneriya wî Roger Donaldson kiriye Jason Statham û Saffron Burrows rola serlîstikvanî girtiye ser milên xwe.
Fîlmê hêrsdar, entrîka, skanla, talûkeyan hemû di nava xwe de dihebîne, "Çîroka seks, kuştin û karên qirêj" pêşkêş dike. Û di dawiya fîlm de kirêtiya mebûs û polîsên welatekî, di encamê de jî çûyîna ber bi paqijî û demokrasiyê ve ya welatî tê pêşkêşkirin.
"The Bank Job" ê bi heyecan hêjayî temaşekirinê û ji ber vê em wekî fîlmê hefteyê pêşkêş dikin.

Firagman:  

***

Juno

Derhêner: Jason Reitman
Lîstikvan: Jason Bateman, Jennifer Garner , Ellen Page...
Cure:  Dram / Komedî
Sala Kişandinê: 2007

Zarokên di temenê wê de di MySpace an di Facebookan de rûpelên xwe nû dikin lê Junoya (Ellen Page) ya ji Minnesota li gor xwe jiyana xwe dijî. Piştî nîvroyeke ku wekî her gavê bi diltengî derbas dibe, ew bi hevalê xwe  Paulie Bleeker (Michael Cera)  re pevşadibe. Piştî vê pevşabûnê bêyî planeke wan a wisa hebe ew biheml dibe û hevala wê Leah (Olivia Thirlby) li malbateke digere ku zarokê wekî weled bigire cem xwe. Di encamê de Juno'ya ciwan rastî gelek pirsgirêkan tê û dike ku bi hêza ciwaniya xwe van pirsgirikan çareser bike...

***

Girdap

Derhêner: Talip Karamahmutoglu
Lîstikvan: Ozan Bilen, Ali Surmeli, Fuat Saka, Selçuk Yontem...
Sala Kişandinê: 2008

"Girdap" (Gerînek) li ser çîroka Umutê ku ji Antalyayê ji bo xwendinê tê Zanîngeha Stenbolê, li malekî kirê digere, tevî sê kesan mal kirê dike, bi rêya hevalên xwe diçe mizgeftê nimêj dike, dûre diçe cem xoceyekî û berê ve ber bi kesekî ku dê çalakiya întîxarwarî bike diçe.
Fîlm ji çîrokeke rastîn hatiye girtin. Kesek ku di nav oldarên radîkal de xwe ji bo çalakiya întîxarwarî amade dike pêşkêş dike. Û di dawiyê de fîlm nîşan dide ku kesek çawa tê bi rêxistinkirin, çawa tê xapandin û CIA wan çawa bikar tîne...

Di fîlm de lîstikvaniya Ali Surmeli hêjayî temaşekirinê ye. Her wiha hunermend Fuat Saka yekem car di fîlmekî de dilîze.

 

***

Paranoid Park

Derhêner: Gus Van Sant
Lîstikvan: Taylor Momsen, Scott Patrick Green, Daniel Liu...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007

Derhêner Gus Van Sant berê kameraya xwe dide zarokên li Paranoid Parkê. Yên ji bo kaykay diçin wir, yên ji bo sûtalî... Lê di dawiyê de bêyî hemdê xwe Alex bi kaykaya xwe li peywirdarekî wir dide û ew dimire. Bûyer sero bino dibin.
Fîlmê ku ji romana  Blake Nelson hatiye girtin, li ser rewşa ciwanan disekine.

***

Uçurtma Avcisi / Nêçîrvanê Bafirokê
(The Kite Runner)

 
Derhêner: Mark Foster
Lîstikvan: Shaun Toub, Nasser Memarzia, Atossa Leoni...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2008

Nivîskarê afgan Khaled Hosseini (Xalit Huseyniî) ji heman romanê “Uçurtma Avcisi - The Kite Runner - Nêçîrvanê Bafirokê” fîlm kişandiye. Koçberekî afgan Amir dibihîze ku serê kurê Hesen ê hevalê wî yê zaroktiyê di belayê de ye. Ji bo alîkariyê vedigere Afganistanê di bin reveberiya Taliban de. Çîrok li Afganistanê derbas dibe. Romana ku di raya giştî de gelek hat ecibandin, piştî demekê dê rewşa wê ya vîzyonê diyar bibe ka di vîzyonê de jî vê serketinê bi dest dixe yan na.

***

Ara

Derhêner: Umit Unal
Lîstikvan: Serhat Tutumluer, Erdem Akakçe, Betul Çobanoglu...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
 
"Ara" (Navber) çîrokan çar kesan, çar kesên ku ji hev pir hez dikin lê di heman demê de hev dixapînin, dilê hev dişkînin lê di heman demê de nikarin ji hev veqetin pêşkêş dike.
Paşeroj, evîn, xirecir, îtîraf û çîroka kesên 'di navberê de' mane...Çîroka deh sala a çar kesan di "Ara"yê de derdikeve pêşberî temaşevanan.


***
 
Anestezî
(Awake)

Derhêner: Joby Harald
Lîstikvan: Terrence Dashon Howard, Jessica Alba, Hayden Christensen, 
Christopher McDonald...
Cure: Dram / Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2007

Clay (Christensen) di dema ku qeyrana dil derbas dike rewşa "fêmkirina anestezîk" de dimîne û dijî.
Yanê her tiştê ku dibe ew bêyî razê fêm dike, bi hemû êşê hîs dike lê ji ber bandora anestezî laşê wî li hemberî tu tiştî reaksiyonê nîşan nade. Û tiştê xirab jî haya koma ku emeliyetê dikin ji vê yekê nîn e.
Di vê navberê de jina Clayê ciwan Sam (Jessica Alba) mecbûr e biryarên nû û zor bigire, Clay jî di bîra xwe de dikeve nava rêwêtiyeke...

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ev masî bi 1,3 mîlyon dolarî hat firotin

ad

Hûn dikarin li 'Elîf'ê temaşe bikin

ad

2010: Li Tirkiyeyê sînemayê rekor şikand

ad

Encamên xelatên Apê Mûsa eşkere bûn

ad

Li Skoçyayê partiya alîgirê serxwebûnê bi ser ket

ad

Îhtîmala ji lîgê avêtina Diyarbakirsporê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname