Diyarname
Hunermend Kazanci Bedîh di 20'ê rêbendana 2004'an de xatir ji vê dinyayê xwest û li dû xwe gelek berhem hiştin. Niha hevalên wî bi konserek wî bibîr tînin.
Bedih Yoluk bi navê xwe yê tê nasîn Kazanci Bedîh di sala 1929'an de li Rihayê tê dinê. Tekane kurê malbatê ye. Ji zarokatiya xwe ve dest bi kuzîkê kiriye, hînê lêdana cumbuş, ûd û tembûrê bûye; ji zarokatî ve beşdarî dîwana hozanan bûye û li wan deran kemiliye. Wî li şaredariyê dest bi karê memûriyê kiriye lê dest ji muzîkê bernedaye û piştî karê memûrî vegeriyaye karê çêkirina "kazan"an (qazan, sîtil û tiştên wisa) kiriye loma navê wî maye "Kazanci Bedîh".
Wî bi sedan stran pêşkêşî qada hunerê kirine. Bi salan di dîwanan de got, vegot, stra, deng da, can da, kêf da, mest kir mêvan lê navê wî ew qas belav nebû heta ku di sala 1993'yan de derket bernameya Îbrahîm Tatlisas "Îbo Show". Di vê bernameyê de Bedîh ji Fuzûlî xwend "Oyle sermestem kî îdrak etmezem dunya nedîr” (Ez ew qas sermestim ku tênagihêm dinya çi ye) û bi vê li temamê Tirkiyeyê hat nasîn. Paşê di sala 1996'an de bi strana di fîlmê "Eşkiya" (derhêner Yavuz Turgul) de xwend û careke din dil da, can da temaşevanan, careke din li ser serê dîwanan, li ser ziman û dilan rûnişt.
Di sala 2003'yan ku di 74 saliya xwe de bû li "Bakircilar Çarşisi" (Sûka Sifirkaran) vegeriya ser pîşeya xwe ya berê. Di 20'ê rêbendana 2004'an de dema li mala xwe razabû ji sobeya katalîtîk gav diçû û bi vê gazê ligel jina xwe mir.
Mirina Bedîh jî wekî gelek hunermendan mirinek bêxwedî bû, bi gotinek din ew bi xwe bêxwedî bû û vê bêxwedîbûnê, feqiriyê ew bir mirinê. Piştî mirina wî zêdetir qedrê Bedîh hat zanîn.
Kazanci Bedîh di dîwanan de bi tirkî jî bi kurdî jî distra lê raya giştî ya Tirkiyeyê wî zêdetir bi stranên tirkî nas dike. Bi wî sazkirina dîwana hozanan careke din ketibû rojevê. Niha Ahmet Nacî Yoluk û hevalên wî bi sazkirina dîwanek, bi konserek dê Kazanci Bedîh bibîr bînin. Di şevê de hunermendên wekî Bedri Ayselî, Selahattin Alpay, Elvan Sevîm, Munevver Ozdemîr, Bekîr Çîçek û Ender Balkir jî wekî mêvan dê beşdarî şevê bibin.
Şeva bibîranîna Kazanci Bedîh êvara 28'ê mehê saet 20'an de li Cemal Reşît Rey a Harbiyeya Stenbolê li dar dikeve. Her wiha konser ji bo temaşekirinê bêpere ye.


