Diyarname
Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî bi hevkariya Meclîsana Jinan û Gerînedetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasa Amedê panelek li dar ket. Panel bi diruşma “Di wêjeya kurdî de têkoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya li Parka 75’an panelek li dar ket.
Panel bi moderatoriya Şukran Mizrak, wekî axifger û panelîst jî nivîskar û rojnameger Roza Metîna û nivîskar û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Amedê Sultan Yaray beşdar bûn
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan, Endamên Meclîsa Jinan, Encumenên Jin ên Şaredariyê, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tunç û gelek aktivîstên jin li panelê amade bûn.
Moderatora panelê Şukran Mizgak li ser 8'ê Adarê sekinî û gotin da nivîskar û rojnameger Roza Metîna.
Metîna li ser serboriya xwe ya nivîsandina kurdî ku ji çi merheleyê hatiye û îro di çi merheleyê de ye sekinî û got: “Saziya ziman (Kurdî-Der) kir ku em nivîsa xwe bi pêş bixin. Ne bi tenê gramerê, her wiha dersên dîrokî, çandî û yên din jî kir ku em bibin xwedî fikr û ramanek gelemperî û pê nivîsa me xurt bibe. Di dema Kurdî-Derê de, me komên xwendinê ava kir, pirtûkên kurdî dinirxandin û paşê ji van karên kolektîf du komên hêja derketin û xebatên xwe wiha berdewam kir. Vê xebata bi rêya saziyên me ên mîna Komeleya Wêjekarên Kurd me meşand û bingeha wê hîn bêhtir xûrttir kir.”
‘Xebatên Kolektîf û Hevpar!’
Metîna di axaftina xwe de zêdetir bal kişand ser tedbîr û tifaq, têkoşîna jinan û wiha domand: “Tedbîr û tifaq, têkoşîna jinan, bandora xwe li ser wêjekarên kurd kir. Bandora xwe wiha li civakê jî kir. Xebatên cur bi cur derketin holê. Di nava şert û mercên zor û zehmet de hilberandina nivîskaran bi qîmet e. Ji bo çîrokên jinên di zindanê de jî xebatên kolektîf, ên hevpar me da avakirin û meşand. Berhema ‘Çîrokên Jinên Wêjekar’ mînak e. Nivîskarên jin çîrok nivîsin, edîtora pirtûkê jin bûn. Vê hevgirtinê têkoşîna jinan ya hevpar di qada wêjeyê de xwe da der û dibe arşîvek ku bibe malê civakê. Tedbîr, tifaq û têkilîya xurt a di navbera jinan de, bandorê li ser pêşketina wêjeyê û her wiha li civakê dike. Rêxistinbûyîna jinan ya qada ziman û wêjeyê, pê re jî bandorê li civakê dike.”
‘Helbest rihê azad dike’
Nivîskar û rojnameger Metîna diyar kir ku qada rojnemegerîyê jî girîng e, di vê hilberandinê de keda jinan tim li pêş e û got, "Loma îktîdar tê ewilî êrîşî qada çapemenîyê û jinan dikin. Di vê qadê de derketina keda jinan gelek bi qîmet e. Pênûsa çapemeniya jinan loma girîng e. Berhemên ku em hildiberînin û derdixin, naveroka berheman civakê derdixe pêş. Di helbest, roman, di çîrokê xwe de ked, xwêdan û berxwedana jinan heye. Gelek jinên ku dest bi nivîsîna wêjeyê kirin, pêşî bi helbestê dest pê dikin. Helbest xwedî rihekî azad e. Loma hîn rehettir e û hestên xwe bi hêsanî tîne ziman. Helbestkarên jin pir in. Min gelek helbest, çîrok û romanên bi pênûsa jinan hatine nivîsîn xwendin. Bi rastî jî tê de êşek heye. Rastiya wan, xwesteka wan; jin di her qadê de didin der. Di du xalên sereke de xwe didin der; ‘têgeha azadîyê!’ Di wêjeya cîhanî de jî, kesên wekî Emile Dickens tesîr li min kiriye. Bi mahlasên mêran mixabin, lê ev jî rastiya civaka mêrsalaran e.”
‘Jinên kurd ji wêjeyê qut nebûne’
Nivîskar û DBP'ya Amedê Sultan Yaray ji bo amadekirina panelê sipasiya Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê kir û got: “Meriv çiqas mijara jinê vede ew qas jî hindik e. 5 hezar sal in pergalek û konsetepek wisa heye ku xwestine keda jinê her wext bin pê bike û tune bihesibîne. Lê jinan her wext li ber xwe dane. Jinên kurd tu carî ji wêjeyî qut nebûne. Her wext girêdana wan û wêjeyê bi hev re hebûye. Rêberê kurd birêz Ocalan tim dixwest jin bixwînin û binivîsînin. Divê li hember tewraz û keda me ya ku hatine çewisandin, em jin destên xwe bidin hev û xwedî li keda xwe derkevin. Lê îro ev derfet heye ku em li keda xwe xwedî derkevin. Mestûre Erdalanî yekem dîroknasa jin a Rojhilata Navîn e. Yên mîna wê divê tim hebin, loma divê em xwedî li keda wan jinan derkevin.”
‘Evîndarî tiştan bi mirov dide gotin’
Yaray bal kişand ser serboriya xwe ya nivîsê û wiha domand: “Min bi çîrokê dest bi nivîsê kir. Ji bo min helbest tiştekî zehmet bû. Çîrok li gor helbestê rehetir bû. Bi herîkîna çîrokê re ez bûn evîndara azadîyê. Ev evîndarî tiştan bi mirov dide gotin.”
‘Pênûs û lênûsk hevalên hev in’
Yaray gotina “Nivîs awayekî azadîyê ye" bibîr xist û wisa dawî li axaftina xwe anî, "Pênûs û lênûsk hevalên hev ên pir bi qîmet in. Nivîs azadîyê dide mirov. Pêşnîyara min ev e ku her jin binîvîsin, berheman hilberînin û bidin çapkirin. A ku mayînde dimîne nivîs e. Bixwînin, binîvîsîn û wextên xwe jê re veqetînin. Em li erdnîgariyek wek Rojhilata Navîn in, loma lazim e û li gor wê qedir û qîmetê bidinê. Em dîroka xwe baş hîn bibin, gelek tişt wê bi xwe re bê hîn kirin û hêsantir kirin.”
Piştî pirs û bersivan, nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.



