Diyarname
Çîroknûsa kurd Lorîn S. Dogun li Swêdê dê beşdarî sohbeteke bibe û qala çîrok û çîroknûsiya xwe bike.
Sohbeta li ser çîrok û çîroknûsiyê bi beşdariya çîroknûs Lorîn S. Dogan dê li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholê, 23'yê vê mehê saet 13'yan de li dar bikeve.
Nivîskar Lorîn S. Dogan ku pirtûka wê "Kirasê Teng" di sala 2007'an de ji Weşanên Avestayê derketibû di sohbetê de dê qala çîrokên xwe bike.


