Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bi 3 lîstikên xwe li Stenbolê derdikeve pêşberî şanohezan.
Şanogerên kurd ku di bin banê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kar dikirin piştî kayyûmê dest danî ser şaredarî Şanoya Şaredariyê hate betalkirin. Şanogeran jî bi awayekî serbixwe "Şanoya Bajêr a Amedê" ava kirin û dest bi lîstikan kirin. Di vê serdemê de wan lîstikên nû derxistin ser dikê û Festîvala Şanoyê jî li dar xistin. Nia Şanoya Bajêr a Amedê bi sê lîstikên xwe tê Stenbolê.
Ew dê lîstikên xwe "Bûn an jî nebûn", "Dawiya Dawî" û "Qirix" li Su Gosteri Sanatlara Sahnesi ya li Fatiha Stenbolê pêşkêş bikin.
Klasîkek şanoyê
"Bûn an jî nebûn" lîstika nivîskarê şanoyê Melchior Lengyel ê ji Macaristanê ye. Lîstikek klasîk e û ew lîstik ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hate lîstin. Derhêneriya lîstikê Ruknettin Gun kiriye. 26'ê vê mehê saet 20.30 de dê lîstik li Stenbolê, Su Gosterî Merkezî bê lîstin.
Stand-up
Lîstika "Dawiya Dawî" stand-ap e ku Ozcan Ateş têde dilîze. Derhêneriya lîstikê jî Kemal Gokhan Gurses kiriye. Lîstik 27'ê mehê saet 20.30 de lê lîstin.
Û Qirixên Amedê
Lîstika din a Şanoya Bajêr ku li Stenbolê derdikeve pêşberî şanohezan lîstika "Qirix" e. Lîstika ku Kemal Gokhan Gurses bi rê ve biriye ji xêzên Dogan Guzel ên bi heman navî "Qirix" hatiye girtin. Tîpolojiya "Qirix" ku bi salan di rojnameyan de hat weşandin û wekî pirtûkek jî hat çapkirin niha bi lîstikê li pêşberî temaşevanan e. Lîstik 28'ê mehê saet 20.30 de tê lîstin.
Ji bo kesên eleqedar:
Su Gosteri Merkezî, Îskenderpaşa Mah. Vezirçeşmesi Sok. No: 3 (Li pişt Lîseya Pertevniyal) Fatih / Stenbol
Ji bo têkilî: 0530 308 29 33


