Diyarname
Li Barselona ku paytexta herêma serbixwe ya Katalan e bi deh hezaran kes daketin kuçeyan û daxwaza xwe ya serbixwebûnê kirin. Katalanya ku niha wekî herêmek xweser bi Spanyayê ve ye dixwaze ji bo serxwebûnê referandûmê çêbike, lê hikumeta navendî vê yekê naxwaze.
Rêberê herêma Katalanyayê Carles Puigdemont du roj berê bang kiribû ku di 1'ê kewçêra 2017'an de referandûm bê li darxistin. Îro bi deh hezaran kes daket kolanan piştgirî da wî. Teknîk dîrektorê katalan ê navdar Pep Guardiola daxuyanî xwend, bang li raya giştî ya dinyayê kir ku piştgirî bidin refenadûma wan a ku ew dixwazin lê hikumeta Spanyayê wekî gavek korsanî bi nav dike.
Guardiola di dest de sindoqek ji cam zelal daxuyanî xwend. Guardiola bang li Ewropa û hemû dinyayê kir ku ew mafê wan ê "dengdayîn ji bo serxwebûn û azadiya ramanê ya siyasî" biparêzin û piştgirî bidinê.par nexşerêya serxwebûnê diyar kir û ji bo vê yekê xwest îsal referandûm çêbibe. Lê Dadgeha Zagona Bingehîn a Spanyayê di meha reşemiya îsal de biryara sazkirina referandûma Katalonyayê betal kiribû. Hikumeta Katalonyayê jî eşkere kiribû ku ew vê biryara dadgehê qebûl nakin.
Sedî 80 serxwebûn xwestibû
Dadgehê di sala 2015'an de jî biryara veqetîna Spanyayê betal kiribû, li ser vê yekê Katalonyayê di rezbera 2015'an de ji dêvla referandûmê dengdayîna gel li dar xistibû, gel bi sedî 85 eleqe nîşanî dengdayînê dabû û sedî 80'ê serxwebûn xwestibû.
Guardiola jî serxwebûnê dixwaze
Teknîk dîrektor ê serketî Pep Guardiola ku ji tîma jêrîn a Barselonayê mezin bû, paşê di nav tîma mezin a Barselonayê de lîst, piştî dest ji lîstikvanî berda li Barselonayê teknîk dîrektorî jî kir û gelek serketin bi dest xist. Guardiola paşê ev serketina xwe wekî teknîk dîrektor li Bayer Muniha Almanyayê jî nîşan da û niha teknîk dîrektorê tima îngilîz Manchester City ye. Guardiola jî yek ji katalanan e ku serxwebûnê dixwaze.