Diyarname
Derhêner Muhammed Resûlof bi navê "The Seed of the Sacred Fig" (Toximê Hejîrê Pîroz) kişand. Fîlm şand Festîvala Fîlman a Cannesê. Festîvalê fîlm qebûl kir û ew xist nav pêşbaziya herî girîng a festîvalê, pêşbaziya sereke ku xelata wê Palmiyeya Zêrîn e. Lê dewleta Îranê derketina Resûlof û koma fîlmî ya ji welat qedexe kir.
Li gor agahiyên hatine belavkirin piştî Cannesê fîlm eşkere kiriye, rayedarên Îranê derhêner girtiye bin lêpirsînê û paşê çûyîna Cannesê li wan qedexe kiriye.
Parêzer Babak Paknia bi ser twitterê re eşkere kir ku lêpirsîna koma fîlmçêker bi saetan dom kiriye û rayedaran xwestiye ew fîlmî bi paş ve vekişînin.
Derhêner Resûlof di sala 2020'î de fîlmê "There Is No Evil" (Şeytan Tune ye) kişandibû û bi vê li Berlinaleyê Xelata Hirça Zêrîn girtibû.
Fîlmê derhêner ê bi navê "Birayên Leylayê" di sala 2022'yan de Cannesê hatibû nîşandayîn, ji ber vî fîlmî dewleta Îranê şeş meh cezayê hepsê lê birîbû.
Derhêner Resûlof dijî zordariya li ser protestoyên welat daxuyanî dabû, ev zordarî şermezar kiribû, li ser vê yekê di tîrmeha 2022'yan de hatibû girtin. Di sala 2023'yan de ji ber nexweşiya wî ew hatibû berdan û paşê salek cezayê hepsê lê birin. Bi cezayê re biryara du salan derketina derveyî welat jî lê birin. Cannesê par xwestibû di nav juriyê de cih bigire, lê ji ber qedexeyê nekarîbû here.