Diayrname
Fenerbahçe di Lîga Supar a Spor Toto ya Basketbolê de bi 98-84 tîma Beşîktaşê têk bir û bû şampiyon.
Di maça fînalê ya Play-offê da Lîga Super ya Spor Toto de Fenerbahçe û Beşîktaş hatin hemberî hev. Maç bi 98-84 bi serketina Fenerbahçeyê bi dawî bû. Bi vê encamê di rêzeyê de Fenerbahçe bi 4-0 derket pêş û bû şampiyonê serdema 2016-2017'an.
Îsal di fûtbalê de li Tirkiyeyê Beşîktaş bûbû şampiyon. Her wiha di basketbolê de Fenerbahçe li Euro Lîgê de jî bûbû şampiyon û bûbû mezinê Ewropayê.


