logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hin notên ji Şêwra Yekîtiya Neteweyî

Îro li bajarê Silêmariyê Şêwra Yekîtiya Neteweyî dest pê kir. Şêwra ku pêşengiya wê KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdista

  • Dîrok: 15/07/2017
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Îro li bajarê Silêmariyê Şêwra Yekîtiya Neteweyî dest pê kir. Şêwra ku pêşengiya wê KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) dikir sibê jî dê bidome. Axaftina destpêkê ya şêwrê ji aliyê Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd ve hate kirin.
Di rûniştina yekem de, nûnerên YNK, Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, KCK, Tevgera Îslamî, PYD, Komele Komunîsta ya Îran, Partiya Komunîstî Kurdistan, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye, Partiya Çep a Kurdên Sûriye, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava, Rêxistinên Jinan li gel gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspî mafê axaftinê girtin û axivîn.
Vane notên ji îro:

Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd:
- Em hêvî dikin piştî guftûgoyên du rojan encamek baş em pêşkêşî gelê kurd bikin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bi hev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê. Niha tişta herî pêwîst lidarxistina kongreya neteweyî ye.
Nabe ku Yekîtiya Neteweyî ji ber ne beşdarbûna hindek partî û rêxistinan were taloqkirin. 
KNK di wê baweriyê de ye ku hejmara partiyên siyasî ne pirsgirêk e, dikare bibe diyardeyeke siyasî ya baş jî.
Em tev bi hev re dikarin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bikin platformekî neteweyî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê. Ji bo civakeke aram û tendurist pêwîst e mafên demokratîk, mafên jinan, mafê çînan, mafên xizmetgûzariyên giştî werin bidestxistin. Em bi vî awayî dikarin sîstemekî konfederalîzma demokratîk ya Kurdistanê pêş bixin ku ereb, faris, gelê tirk û belûcî cîranên me jî bên nava rêzên Kurdistanê û ji bo pêkanîna herêmeke bi îstîqrar û aram bixebitin.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah (li ser navê partî û saziyên Rojava axivî):
- Berî her tiştî ez li ber şehîdên azadiyê kemberbest dibim. Hemû berxwedêrên li her çar parçeyan silav dikim. Li goristanên şehîdan ên Rojava yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Ev goristan ji me re dibêjin yekîtiyê pêk bînin. Gelê me yekîtî pêk aniye. Êdî dora partî û rêxistinên siyasî ye. Divê em vî tiştî ji xwe bipirsin, çi tişt e yekîtiya me ya neteweyî asteng dike?
Tehdîdên li ser Efrînê didomin. Li Bakur, Başûr, Rojava divê em bi giyanekî hevpar li hemberî êrîşan têbikoşin. Em bawer dikim ev komxebat ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî wê gaveke mezin be.

Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane:
- Pêwistiya gelê kurd û Kurdistanê bi statû û rêxistinbûyînê heye. Êdî gelê me ji rewşa civakeke bêrêxistinî derketiye, di Rojhilata Navîn de bûye hêza herî pêşeng, bi bandor û rêxistinkirî. Ji ber ku berê yekîıtî û rêxistineke hevpar a kurdan nebû nekarîn mêtîngeriya li Kurdistanê têk bibin.
Ev komxebata me derfeteke herî baş ya ji bo yekîtiyê ye. Siyaseta bila biçûk be, lê ya min be her tim bi gelê me dide windakirin. Referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê di warê erênî û neyînî de wê bandoreke mezin bike. Divê pirsgirêkên navxweyî di vir de werin çareserkirin."

Endamê Dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto:
- Yekîtiya Netewî, ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk were çareserkirin pêwîst û ferz e.
Divê kurd teqez yekîtiya xwe saz bikin. Divê prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Neteweyî werin nîqaşkirin.
Pir şaş e ku pirsgirêkên di navbera hindek partiyên siyasî de li pêşiya yekîtiya neteweyî asteng werin dîtin. Li dewsa ku em pirsgirêkan wekî astengiyeke li pêşiya Yekîtiya Neteweyî bibînin, Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî wekî platformeke çareseriyê ya hemû pirsgirêkên xwe dîtin, wê nêzîkatiyeke hîn rasttir be.
Divê xebatên Yekîtiya Netewîey bi nîqaşên komxebata KNK'ê re bi sînor nebin, derbasî asteke jortir bibin û têde prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Neteweyî werin nîqaşkirin.
Divê were zanîn ku tiştê ku ji bo kurdan xeter û metirsîdar e, di heman demê de di nava xwe de derfetên azadiyê jî ji bo kurdan pêşkêş dike. Ev jî rastiyek e. Ji lewma di navenda şer de cih girtin, ji bo kurd û Kurdistanê helwest û sekneke stratejîk jî dide qezenc kirin. Eger ev rol û sekna kurdan baş were nirxandin, wê ji bo kurdan azadî, ji bo Rojhilata Navîn jî demokrasiyê bîne.

Ji Tevgera Goran Aras Welî:
- Niha gelê kurd ji her demê bêhtir bi hêztir e û tevahiya çapemeniya cihanê bi balkêşî temaşeyê gelê kurd dike. Berxwedana gelê kurd a salên 1991 li Başûrê Kurdistanê wisa kir ku civaka navnetewî maf bide gelê me. Niha destkeftiyên gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûye cihê baldariyê ji bo tevahî cîhanê, bi taybet di aliyê rêxistinbûyîna jinan de bala cihanê kişaye ser xwe.
Yekîtiya Netewî ji bo pêşketina hêza gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyek e û niha li Rojavayê Kurdistanê pêwîst e bi alîkariya madî û manewî heye. Divê niha alîkariyek zêdetir ji bo wê were kirin.
Ji bo Başûr pêwîst e dewleta serbixwe armanca wê hebe, ne xewn û xiyalî be. Divê hizbek wekî diruşm û daxwazên xwe yên siyasî vê bikar neyne. Her wiha ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe bikar neyne.”

Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan:
- Eger em gelê kurd yekîtiya xwe saz nekin emê rû bi rûyê metirsiyên mezin werin. Ji ber em ne yekgirtîbûn bi hezaran jinên êzidî ketin destê DAIŞ’ê.

Rêxistinên Rojhilat:
- Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Siyamend Moînî bi navê PJAK û KODAR peyameke hevbeş pêşkêş kir û got: “Divê hemû alî erkên xwe yên dîrokî bilîzin û ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî jî gavên pratîkî werin avêtin. Gelê Kurdistanê daxwaza azadiyê dike û ji bo pêkhatina vê jî amade ye. Divê partî berjwendiyên xwe yên hizbî û aborî nedin pêş berjwendiyên neteweyî û fersendên dîrokî ji dest nedin.”

Mebûsê HDP'ê Nadir Yildirim:
- Li her derê zext û zilm li gelê kurd tê kirin lê, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê faşîzmê pêktîne.
Niha Rojhilata Navîn navenda hemû nakokî û aloziyane. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, projeya min ya herî mezin yekîtiya Kurdistanê ye û em jî wekî HDP vê ji xwe re esas digirin. Divê em kurd pirsgirêkên xwe tev bi diyalog û nîqaşê çareser bikin. Divê em ne çar parçe, yekparçe bin. Emê teqez serbikevin.
**

Nûçeya eleqedar:

- KNK: Komxebata yekîtiya netewî li dar dixe

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li DYA'yê xelat dan Aynur Dogan

ad

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

ad

Demirtaş qub xwest: Werin em hilbijartina pêşwext çêbikin

ad

Rewşa Chomsky baştir e û ew şandin malê

ad

Çîrokbêjiya civakî û folklorîk

ad

2010: Di meclisê de performansa BDP'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname