Diyarname
Vê hefteyê 2 ji Tirkiyeyê 4 ji derveyî Tirkiyeyê tam 6 fîlm ketin vîzyonê. Fîlmê li ser serdema Bruce Lee "Birth of the Dragon" em derdixin pêş û dûre fîlmê François ozon "The Double Lover" pêşniyar dikin.
'Birth of the Dragon'
Sal 1964, li San Franciscoyê di navbera Bruce Lee û hosteyê Kung Fu Wong Jack Man de qubxwestineke mezin ku wekî qubxwestina herî mezin a dinyayê hatibû bi nav kirin li dar ket. Tenê komek biçûk a bi siûd şahidiya vê qubxwestinê kir. Di vê qubxwestina bê hakêm û bê rêgez de hê kes nizane kî bi ser ketiye. Û fîlmê niha "Birth of the Dragon" (Bûyîna Ejder) balê dikişîne piştperdeya vê qubxwestinê ku bandoreke mezin li navdariya Bruce Lee kir.
Fîlmê ku derhêneriya wî George Nolfi kiriye lîstikvanên wekî Philip Ng, Billy Magnussen, Yu Xia û Hai Yu têde lîstine.
"The Double Lover"
Fîlmê din ku em derdixin pêş jî "The Double Lover" e ku li Tirkiyeyê bi navê "Tutku Oyunlari" derxistine vîzyonê. Fîlmê ku bi rêya "Başka Sînema" tê belavkirin derhêneriya wê François Ozon kiriye, Marine Vacth, Jeremie Renier, Jacqueline Bisset û Myriam Boyer têde lîstiye.
Û vane fîlmên din ên vê hefteyê:
- The Emoji Movie, Derhêner Tony Leondis
- American Made, Derhêner Doug Liman
- Cenaze Îşler, Derhêner Korhan Ugur
- Yarim Kalan, Derhêner Emre Yilmaz


