Diyarname
Fîlmê Mahsun Kirmizigul "Guneşi Gordum" ji bo pêşberendamtiya Xelatên Oscarê hat nîşandayîn.
"Guneşî Gordum" ku li Tirkiyeyê di vîzyonê de gelek lê hat temaşekirin li ser navê Tirkiyeyê bû pêşberendamê Oscarê.
Fîlmê ku ji aliyê rexnegirên sînemayê ve hatiye ecibandin bala belavkarên fîlman ên Amerîkayê jî kişand.
Fîlm di rojên pêş de dê li Japonya, Misir û Hindistanê beşdarî festîvalan bibe.


