Diyarname
Zanyaran li nav Pîramîtên Gîza yên li Misrê odeyeke veşarî kifş kirin. Ode 30 metre di kûrahiyê de ye. Ode li jor Galeriya Mezin e, di dîwar de hatiye kolan, têkiliya wê ligel derbasekên din nîn e û hê nayê zanîn ku ev ode ji bo çi hatiye bikaranîn.
Ev agahî di kovara zanistê Nature de hatine weşandin û têde tê gotin ku zanyaran di Piramita Mezin ku piramîta herî mezin a Piramîtên Gîzayê ye de ode dîtine. Pispor dibêjin ku ji sersala 19'an ve heta niha keşfek wisa nehatiye dêtin.
Koma ScanPyramîds ev kişf dîtiye. Yek ji mîmarên projeyê Mehdî Tayoubî wisa dibêje: "Dibe ku ev ji yek yan jî ji yekê zêdetir avahiyan pêk bê. Dibe ku ev Galeriyeke Mezin a nû be jî. Dibe odeyek be jî, dibe her tişt be." Ew dibêje ku fikra wan ew e ji roja ku pîramîd hatiye çêkirin ev valahî veşarî hatiye dîtin.
Ji van pîramîtan Pîramîta Mezin ku 140 metre bilind e di serdema Fîrewnê 2'yemîn ê Xanedana 4'emîn Khufu yan jî bi navê tê zanîn "Keops" de li ser navê wî hatiye çêkirin loma wekî "Pîramîda Keops" jî tê binavkirin.


