Diyarname
Di nav hefteyek de çar derhênerên kurd bi belgefîlm û fîlmên xwe bi ser ketin û xelat girtin.
'Zer' sê xelat girt
Kazim Oz bi fîlmê xwe "Zer" li Festîvala Fîlman a Antakyayê sê xelat ser hev de girtin: Xelata Derhêner, Fîlm û Senaryoya Herî Serketî. Oz meha borî li Almanyayê jî bi "Zer" xelat bi dest xistibû.
'Yaşar Kemal Efsanesi'
Fîmê derhêner Aydin Orak "Yaşar Kemal Efsanesi" jî li Antakyayê bû û Xelata Taybet a Juriyê girt. Fîlm li ser jiyana romanivîskarê navdar Yaşar Kemal hatiye çêkirin.
'Bîra Mi Têtin' li Îtalyayê xelat girt
Belgefîlmê derhêner Selim Yildiz "Bîra Mi Têtin" ku li ser Roboskî ye, li Îtalyayê di 5'emîn Festîvala Fîlman a Babel de xelata "Diari Di Cineclup" (10.12.2017) girt.
'7 Roj 7 Şev' Xelata Mafên Mirovan girt
Kurtefîlmê derhêner Alî Bozan ê bi navê '7 Roj 7 Şev' ku li ser kuştina Dayika Taybet Înan e di 7'emîn Rojên Fîlmên Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê de xelat girt. (11.12.2017)