Aydin Engin
Çarşema borî li Meclisê di hevdîtinên li ser butçeyê de mebûs û berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr bi hevokek ku bi "Ez wekî zarokek gelê kurd, wekî nûnerekî ji Kurdistanê hatime..." dest pê dikir dest bi axaftina xwe kir.
Jinek ku bi kincên xwe, bi sofreyê xwe, bi şêweya jiyana xwe, bi derdora xwe ji nav tirkên spî derketiye, beşdarî refên AKP'ê bûye ku bi peywirek navdar, bi Wekîliya Meclisê hatiye xelat kirin lê ew bi xwe siyasetmedareke bêbandor e; wê rojê wê meclis bi rê ve dibir.
Dest avêt Kurdistan a ku Baydemîr anî ziman û qaşo pirsî:
- Li Tirkiyeyê ji aliyê erdnîgarî û erdnîgarî ve cihek wekî Kurdistan nîn e. We qala ku derê kir?
Herhal Wekîla Serokê Meclisê Reîsê xwe dilxweş kir lê di heman demê de bi pasê ku da Baydemîr gol avêt.
Baydemîr destê xwe danî ser dilê xwe û bi vî awayî bersiva pirsa "Kurdistan ku der e?" da:
- Aha ev der e Kurdistan...
Tiştên piştî vê qewimîn em dizanin. Bi dengên mebûsên AKP û golapa wê MHP'ê cezayê du danişîn ji salonê derxistin dan Baydemîr.
Sedema cezayê gelek kurt e: Bikaranîna peyva Kurdistanê...
***
Ev tirs, ev tirsa li sînorê paranoyakî ji bo çi ye?
Di dema meclisê cezayê ji bo Baydemîr hat birîn erê dikir, bala min çû ser sermaweza 2013'yan ku Reîsê AKP'ê Tayyîp Erdogan li Amedê Rêberê Kurdistana Iraqê Barzanî hembêz kir, stranbêjê kurd Şivan Perwer girt aliyek xwe, stranbêjê kurd Îbrahîm Tatlises girt aliyê xwe yê din û got "Kurdistana Iraqê"...
Niha ne tenê Reîsê wan, li cem hemû mebûsan, li cem wekîlê serokan jî tirsa peyva Kurdistanê heye. Ne tenê li cem AKP û bi awayekî xwezayî li cem MHP'ê. CHP'yê ji bo ceza li Baydemîr neyê birîn beşdarî dengdanê nebû jî di nav heman tirsê de ye. Loma Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel ji bo pêşî li sûcdariyên wekî "Ligel HDP'ê tevgeriyan, piştgirî dan kurdan" bigire hema bi lez daxuyanî da, got, "Bi wateya Erdogan gotibû jî, bi awayê Baydemîr bikar anîbû jî em dijî vê vegotinê ne."
Yanê ji bo destnedana ber kursiyê diparêzin lê di bingeha xwe de dijî bikaranîna peyva Kurdistanê ne... Paşê jî radibin dibêjin "Em partiya avakar a Komarê ne."
Lê di meclisa yekemîn ku Şerê Rizgariyê da û ber bi avakirina Komarê ve bir, Komara Tirkiyeyê ava kir, bû bingeha Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê, di wê meclisê de mebûsên Lazistanê, mebûsên Dêrsimê, mebûsên Kurdistanê hebun û bi vî awayî bang li wan dihat kirin, bi vî awayî dihatin binavkirin.
Serokê avakar ê CHP'ê û yê Komara Tirkiyeyê Mûstafa Kemal Ataturk di sala 1920'î de, di Meclisa Mezin a 1'emîn de bi navê wê qala wan dikir û ji bo Başûrêrojhilat û Herêma Anadolûyê digot "Kurdistan".
Ne ev tenê. Berî mirina xwe bi du salan, di sala 1936'an de ji bo Başûrêrojhilata Anadolûyê wekî Kurdistana qal dikir.
Ev tirs ji bo çi ye?
Dema hûn peyva Kurdistanê qedexe bikin hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên li Amedê, Agirî, Şirnexê, Pirsûsê, yên li Culêmergê, Geverê, Licê (bijmêre heta tu bikaribî bijmêrî) dijîn dê ji kurdbûnê derên, ew herêm dê ji kurdbûnê derê?
Temam me tirs û hesaba dengan a serekên AKP'ê fêm kir. Lê emê CHP'yê ku îdeolojiya sosyal demokrat xistiye nav bernameya xwe, partiya neteweperestî bi zimanekî teqez red kiriye, bûye endamê Sosyalîst Enternasyonalê, emê çawa qala vê helwesta wê bikin, emê çawa bînin ziman?
18.12.2017, Cumhuriyet


